38Sûreya Baqara
قُلْنَا اهْبِطُوا مِنْهَا جَم۪يعًاۚ فَاِمَّا يَأْتِيَنَّكُمْ مِنّ۪ي هُدًى فَمَنْ تَبِعَ هُدَايَ فَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ
Me got: “Hûn bitevahî ji cennetê dakevin. Wê ji cem min hîdayetek (wehîy) were. Kî bibe tabiê hîdayeta min êdî ji wan re qet tu tirs tune û ew xemgîn jî nabin.”
Jêrenot
(Piştî qewirandina ji cennetê û daketina ser rûyê erdê fermana yekem ya ku însan seh kiriye ev in. Li gorî vê fermanê ji bo serketina îmtîhanê û gihaştina bextewarîya/dilşadîya ebedî re yek rêyek tenê heye; ew jî tabî bûna wehîya ji Allah (ac) hatîye. Ew ên ji wehîyê rû vegerandine û li pey menqîbe û zen û xewn û îlham û hin îdeolojîyên ne tekûz in; wê li dinyayê mehkûmê dalaletê bin û li axîretê jî mehkûmê ezabeke ebedî bibin. Bnr.20/Tâ-Hâ, 123-124)