Vegere Sûreya Baqara

Baqaraالبقرة

62. Ayet

62Sûreya Baqara
Di Mushefê de Veke

اِنَّ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَالَّذ۪ينَ هَادُوا وَالنَّصَارٰى وَالصَّابِـ۪ٔينَ مَنْ اٰمَنَ بِاللّٰهِ وَالْيَوْمِ الْاٰخِرِ وَعَمِلَ صَالِحًا فَلَهُمْ اَجْرُهُمْ عِنْدَ رَبِّهِمْۖ وَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ

Bêguman ji ew ên îmân anîne û ji Cihûyan û ji Filleyan û ji Sabiîyan her kî bi Allah û bi roja axîretê îmân anîbe û amelên salih kiribe, li cem Rabbê wan ji wan re xelat heye. Ji wan re qet tirs tune û ew xemgîn jî nabin.

Jêrenot
(Esasên îmanê, di çend ayetên Qur’anê de hatîye îzahkirin (Bnr: 2/Baqara, 177,285) û Rasûlullah (ass) jî di hedîsa Cibrîl de evana bi vê awayê li hev civandîye: Îmân anîna bi Allah û bi Roja axîretê û bi Melaîketan û bi Kitêban û bi Rasûlan û bi Qederê. (Buxarî,4777; Muslîm,99) Hin kesên ku ji wan re “Dîyalogvanên Navbera Olan/Dînan” tê gotin xwe dispêrin çend esasên îmanê û wiha dibêjin: “Eger mirovek îmân bi Allah û bi roja axîretê tenê jî bîne êdî ew kes mumîn e û bi vê rewşa xwe dê bikeve cennetê.” Hal ev e ku; ew kesên ku hin ayetên der barê esasen îmanê de bike sparteka ramana Dîyaloga Navbera Olan/Dînan, ev tişt bêguman û bi eşkerehî texrîfa Qur’anê ye. Înkara yek esasekî îmanê û înkara temamê esasên îmanê di encamê de weke hev in û di her dû rewşan de jî ew kes dikeve kufrê. Bnr: 2/Baqara, 98; 4/Nîsa, 150,151)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.