65Sûreya Baqara
وَلَقَدْ عَلِمْتُمُ الَّذ۪ينَ اعْتَدَوْا مِنْكُمْ فِي السَّبْتِ فَقُلْنَا لَهُمْ كُونُوا قِرَدَةً خَاسِـ۪ٔينَۚ
Sond be we dizanîbû me çi anîye serê wan ên di roja sebtê/şemîyê de ji hedê xwe borîbûn/zêdegavî kiribûn. Me ji wan re got: “Bibin meymûnên riswa/sernewq.”
Jêrenot
(Ew ên ku qedexeya roja sebtê binpê kiribûn û wek ceza ketibûn sûreta meymûnan de komeke ji Cihûyan bûn ku ew, berî dewra Rasûlullah (ass) çend esir/sedsal jîyîbûn. Li gor uslûba ayetê wiha fêm dibe ku; tu dibêjî qey Cihûyên Medîneyê wê karê kirine. Belê; ew ên ku ji kar û fiêlên bav û kalên xwe teberrî nekiribin di nezera îslamê de hevparê wê cirmê ne. Bnr: 7/A’raf, 163-166)