Vegere Sûreya Baqara

Baqaraالبقرة

78. Ayet

78Sûreya Baqara
Di Mushefê de Veke

وَمِنْهُمْ اُمِّيُّونَ لَا يَعْلَمُونَ الْكِتَابَ اِلَّٓا اَمَانِيَّ وَاِنْ هُمْ اِلَّا يَظُنُّونَ

Ji nav wan hinek jî ûmmî/nexwende hene. (Der heqê) Kitêbê de di hin emanîyyê/wasewasê/gumreşîyê de ne û hemû jî guman/zen dikin.

Jêrenot
(Allah (ac) agahîya hin însanan a der heqê Kitêbê de bi navê “emanîyye” binav dike. Emanîyye, kelîmeya pirjimar/cem’î ya “umnîyye” ye û tê ser sê maneyan. (Bnr.Zadu’l Mesîr) a. Ibnî Abbas (ra) û Mucahîd vê kelîmeyê wek “derew” tefsîr dikin. Yanê ew, der heqê Kitêbê de agahîyên çewt û xwar in û van malumatên ku hin însanan lihev anîne ew zen dikin ku îlmekî ji Kitêbê ye. b. Qatade (rh) vê kelîmeyê wek “gumreşî/temenî” tefsîr kiriye. Di ayetên cuda yên di Qur'anê de jî di vê manê de hatîye bikaranîn. (Bnr.4/Nîsa, 119, 123; 57/Hadîd,14) Yanê (ketina cennetê û serdestbûna wan û hwd.) hin temenîyên wan hene lê belê Kitêb van temenîyên wan nasediqîne/narastîne. c. Zeccac û Kisaî (rh) vê kelîmeyê wek “tîlawet/ xwendina ji rû ve” tefsîr kirine. Di ayeta 52. ya sûreya Hecc de di vê maneyê de hatîye bikaranîn. Yanê Kitêbê bê fiqih û nefêmkirî, bitenê ji rû ve dixwînin. Vegerandina Kitêbê bi emanîyyê ve; qebûlkirina malumatên çewt û xwar wekî ku agahîyên Kitêbî ne bên rapêşkirina Kitêbê ye. Vegerandina Kitêbê bi emanîyyê ve; xwendina Kitêbê ya nefêmkirî xetimkirina Kitêbê û pesinandina (Tekâsura) bi zêde xwendina Kitêbê ye. Vegerandina Kitêbê bi emanîyyê ve; temenî kirina ku ev Kitêb wê mirov têxe cennetê ye, lê belê kesê vê temenîyê dike Kitêbê fêm nake û naxe jiyana xwe û pê hukim nake û wê ji xwe re rehber nagire û di îxtîlafên xwe de serî lê nade û nake hakem û pê cîhad nake... Ev heqîqet e: Dîneke munezzel/daxistî heye ku Allahê wahîdu’l ehed ew nazil kiriye. Ev jî Kitêb û ya ku ew teblîx kiriye pêxember e. Ya din, dîneke muxarref/lihevanînî heye. Ev jî wekî xûrafeyan û menqîbeyan hin agahîyên şapînozî ne ku bê sipartina wehîyê li ser navê dîn hatine lihevanîn. (Wekî din bnr. 4/Nîsa 105; 7/A’râf, 170)

Tefsîr

Fî Zılâli'l-Kur'ân

78- Onların içinde bir de ümmiler (okuma-yazma bilmeyenler) vardır ki, bunlar kitabı bilmezler. Bütün bildikleri birtakım asılsız kuruntulardır. Onlar sırf zanlara (saplantılara) kapılmışlardır.