79Sûreya Baqara
فَوَيْلٌ لِلَّذ۪ينَ يَكْتُبُونَ الْكِتَابَ بِاَيْد۪يهِمْ ثُمَّ يَقُولُونَ هٰذَا مِنْ عِنْدِ اللّٰهِ لِيَشْتَرُوا بِه۪ ثَمَنًا قَل۪يلًاۜ فَوَيْلٌ لَهُمْ مِمَّا كَتَبَتْ اَيْد۪يهِمْ وَوَيْلٌ لَهُمْ مِمَّا يَكْسِبُونَ
Xwelî li serê wan kesan be ku bi destê xwe Kitêb dinivîsin û paşê ji bo ku bi bihayekî erzan bifroşin, dibêjin: “Ev ji cem Allah nazil bûye!” Ji ber (Kitêbên lihev anîne û gotina wan ya ‘Vêya Allah daye nivîsandin’ û) qezenca ku bi dest xwe xistine jî xwelî li serê wan be.
Jêrenot
(Di dirêjahîya dîrokê de ji bo hin menfeatan bi dest bixin gelek mirovan bi destê xwe Kitêban nivîsandine û vêya jî nisbetê Allah (ac) kirine. Hin ji wan wiha îdîa kirine ku; ev Kitêb jê re bi wasiteya xewnê an bi îlhamê an jî ji terefê pêxember (ass) bixwe hatîye dayîn. Bnr: 3/Âl-î Îmran, 78; 6/En’am, 93)