Vegere Sûreya Ehzâb

Ehzâbالأحزاب

21. Ayet

21Sûreya Ehzâb
Di Mushefê de Veke

لَقَدْ كَانَ لَكُمْ ف۪ي رَسُولِ اللّٰهِ اُسْوَةٌ حَسَنَةٌ لِمَنْ كَانَ يَرْجُوا اللّٰهَ وَالْيَوْمَ الْاٰخِرَ وَذَكَرَ اللّٰهَ كَث۪يراًۜ

Sond be ji bo we di Rasûlullah de, ji ew ên ku hêvîya Allah û roja axîretê dikin û Allah pirzêde zikir dikin re nimûnetîyeke xweşik heye.

Jêrenot
(Der barê vê ayetê de Ibnî Kesîr (rh) di tefsîra xwe de wiha neqil dike: “Ev ayeta kerîme di mijara ku Rasûlullah (ass) di peyvên xwe de û di amelên xwe de û di rewşên xwe de wek mînak bê girtin esilekî pir mezin e. Ha ji ber vê yekê hemû însan roja Ehzabê, di sebra xwe de û di berxwedana xwe de û di dilgirêdayîya xwe ya Allah (ac) de û di xebata xwe de û lihêvîmayîna xwe ya alîkarîya Allah (ac) ku hemû tengezarîyan diborîne de, hetanî roja qiyametê bi mînakgirtina wî (ass) hatin emirkirin. Selat û silavên Allah li ser wî be. Ha ji ber vê yekê Allah (ac) ji wan kesên ku roja Ehzabê ditirsîyan û dilteng dibûn û hej li wan diketin û di karên xwe de di tengezarîyê de diman re wiha qotîye: “Sond be ji bo we di Rasûlullah de …nimûnetîyeke xweşik heye.” Yanê: “Belê, hûn ê bibûna tabîê wî (ass) û dê we jiyana wî ji xwe re wek mînak bigirtana!” Wekî din bnr. 24/Nûr, 63)

Tefsîr

Tefhîmü'l-Kur'ân

21- Andolsun, sizin için, Allah'ı ve ahiret gününü umanlar ve Allah'ı çokça zikredenler için Allah'ın Resulünde(34) güzel bir örnek vardır.(35)