Vegere Sûreya En’am

En’amالأنعام

136. Ayet

136Sûreya En’am
Di Mushefê de Veke

وَجَعَلُوا لِلّٰهِ مِمَّا ذَرَاَ مِنَ الْحَرْثِ وَالْاَنْعَامِ نَص۪يبًا فَقَالُوا هٰذَا لِلّٰهِ بِزَعْمِهِمْ وَهٰذَا لِشُرَكَٓائِنَاۚ فَمَا كَانَ لِشُرَكَٓائِهِمْ فَلَا يَصِلُ اِلَى اللّٰهِۚ وَمَا كَانَ لِلّٰهِ فَهُوَ يَصِلُ اِلٰى شُرَكَٓائِهِمْۜ سَٓاءَ مَا يَحْكُمُونَ

Ji çandinî û heywanên ku Allah xuliqandîye parek ji Allah re veqetandin û (li gorî zena xwe) wiha gotin: “Ev ji Allah re, ev jî ji şirîkên (ji pûtên) me re ye”. Para ji şirîkên wan re ye nagihîje Allah. Lê para ku ji bo Allah e digihîje şirîkên (pûtên) wan. Çi hikmekî xerab didin.

Jêrenot
(Muşrîkan xêzekî li nîvê çandinîyan didan û ji bo qismekî digotin: “Ev aîdê Allah e.” Ji bo qismê din jî digotin: “Ev jî aîdê îlâhên me ye”. Dema palehîyê (dirûnê/debrê) eger ji para ku ji Allah (ac) re veqetandine bi ser para pûtên wan de biçûna digotin: “Îlâhên me hewcedartir in” û wê ne datanîn cihê wê. Lê para ku ji pûtên xwe re veqetandine bi ser para Allah (ac) ve biketana ji wê derdixistin û datanîn şûna wê. Dema ku ihtîyacîyeke wan çêdibû ji para Allah derdixistin û didan mêvanan û feqîran û rêwingên di rê de mane. Lê belê destê xwe ne didan para ku ji pûtan re veqetandine. Rewş ji bo heywanên ku ji Allah (ac) re weqif dikirin jî ev bû. Dema hewcetîyê de hincetekî ji xwe re didîtin û heywanên ji Allah (ac) re weqif kiribûn digurandin/serjê dikirin û dixwarin. Lê destê xwe ne didan heywanên ku ji pûtên xwe re weqif kiribûn. (İbnî Ebî Hatîm, 7911-7916; Taberî, 13899-13907) Birastî ev, pirsgirêkekî bawerîyê ye ku di her dewrê de tezahûrên wê yên cudahî hene. Di bingeha wê de jî ev têgihana/fehmbarîya muşrîkan ku taybetîya wan a hevpar e heye: “Şirîkên xwe ji Allah zêdetir tazîm dikin û herî zêde nêzî xwe dibînin”. Ji bo îro em dikarin mînakekî wiha bidin: Kengê çêr û xeber û siqêf bi Allah bê kirin ew kesên ku behsa xweşbînî û hikmetê dikin, dema ku mezin û pêşîyên wan tên rexnekirin bi hêrs û xezebeke wisan dikevin ku nayê terîfkirin. Mînakekê din jî ev e: Ew kesên ku soz û ehdên li ser navê Allah didin wê soza xwe xera dikin lê dema li ser navê heyînên li gorî wan pîroz in/qudsî ne sond dixwin çawa dikevin cizbeyê û heta ji wan tê girêdayîyê wê soza xwe dimînin. Hin kes jî ji bo çûyîna Hecc û ûmrê mazeretên curbicur didin pêş, lê ji bo serdanên salane ya “feyzê” ji alîyekî dinyayê tên û diçin alîyê din.)

Tefsîr

Fî Zılâli'l-Kur'ân

Ji bo vê ayetê di vê çavkaniyê de tefsîr nehat dîtin.