Sure 6

Sûreya En’am

Mekke165 ayetAjel

الأنعام
Der barê Sûreyê de

Sûreya En’am, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sed û şêst û pênc (165) ayet e. Di Qur’anê de sûreya şeşemîn e. Sûreya En’am navê xwe ji heywanên wekî deve û çelek û meşin û bizin ên çar pê (ayetên 143 û 144.) û hukmên li ser wan (ayetên 136, 138, 139. de) dibore sitendîye. Wekî din di sûreyê de pir ayet hene ku îsbata tewhîdkirina Allah (ac) û wesfên wî û wehîy û nubûwetê û vejîna piştî mirinê dikin, qiseyên hin pêxemberan vedibêjin, balrakêşîya behitîya/ecaîbîya xuliqandinê dikişînin, wesfên kafirên ku ji rêya heq dûr ketine rave dikin û Allahê xaliqê şev û rojê ku ji bo berjewendîya evdên xwe erd û esmanan xuliqandîye medh û sena dikin û redkirina aqîdeyên batil û gihîştina rêyên hîdayetê vedibêjin.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ الَّذ۪ي خَلَقَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ وَجَعَلَ الظُّلُمَاتِ وَالنُّورَۜ ثُمَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا بِرَبِّهِمْ يَعْدِلُونَ

Hemd ji wî Allahê re ku erd û esmanan xuliqandîye û ronahî û tarîtîyê heyî kiriye. Paşê ew ên kafir hêj jî (hin heyînan) ji Rabbê xwe re wekhev/hempa digirin.

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

هُوَ الَّذ۪ي خَلَقَكُمْ مِنْ ط۪ينٍ ثُمَّ قَضٰٓى اَجَلًاۜ وَاَجَلٌ مُسَمًّى عِنْدَهُ ثُمَّ اَنْتُمْ تَمْتَرُونَ

Ew ê ku hûn ji herîyê xuliqandîyê û paşê ji we re (ji bo dema mirina we) ecelek danîye ew e. Muddeya (dema vejînê) jî li cem wî ye. Paşê hûn (hê jî) guman dikin.

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَهُوَ اللّٰهُ فِي السَّمٰوَاتِ وَفِي الْاَرْضِۜ يَعْلَمُ سِرَّكُمْ وَجَهْرَكُمْ وَيَعْلَمُ مَا تَكْسِبُونَ

Allahê ku li erd û esmanan (evdîtî lê te kirin) ew e. Bi veşarîtîyên we jî û bi eşkerehîyên we jî dizane. Bi tiştên we qezenc kiriye jî dizane.

Jêrenot
(Sûreya En’am, Mekkî ye. Ev sûre ji ser de heta dawîyê behsa pirsgirêkên Bawerîya muşrîkan dike û li ser disekine. Di heman demê de ew aqîda wan a batil dirizîne/pûç dike û aqîda sehîh (aqîda tewhîdê) têxe holê. Di aqîda muşrîkan de hin xeletîyên eşkere ev in: Muşrîkên Mekkeyê bi vê bawer bûn ku Allah (ac) Rabbê asîmanan e û xaliqê her tiştên li ser rûyê erdê ye. Lê belê li cem xwe qîma xwe ne dianîn ku Allah li ser dîn û jiyan û aborîya/ekonomîya wan jî hâkim be. Ewana li gorî tesewwûra xwe îlâhekî wisan daxwaz dikirin ku ew îlâh (Allah) di navbera mirov û wîjdana wî de girtî be û li hember hemû pût û dîn û Bawerîyan re di mesafeyeke wekhev de be. Allahekî ku serwerê kaînatê ye lê belê li ser însanan ne hâkim e... Der heqê Allah de daxwaza muşrîkan ev bû. Allah (ac) bi gelemperî di vê surê de û bi taybetî jî di vê ayetê de dîqat li ser vê mijarê dikişine; Allah (ac) bi eşkerehî beyan dike îlâhê erd û esmanan ku evdîtî bi tenê lê te kirin ew e. Ew e ku sitû jê re ditewin û teslîmîyet bi tenê lê te kirin. Li ser rûyê erdê enceq qanûnên wî rewacdar û muteber in û serwerî jî bi tenê aîdê Allah e. Ev sûre û bi taybetî ev ayet, tesewwûra muşrîkan a xelet ji bingehê dirizîne. (Bnr: 11/Hûd, 87))
4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَمَا تَأْت۪يهِمْ مِنْ اٰيَةٍ مِنْ اٰيَاتِ رَبِّهِمْ اِلَّا كَانُوا عَنْهَا مُعْرِض۪ينَ

Her çiqas ji wan re ji Rabbê wan ayetek hatibe, wan her berê xwe jê vegerandine.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

فَقَدْ كَذَّبُوا بِالْحَقِّ لَمَّا جَٓاءَهُمْۜ فَسَوْفَ يَأْت۪يهِمْ اَنْبٰٓؤُ۬ا مَا كَانُوا بِه۪ يَسْتَهْزِؤُ۫نَ

Dema heq ji wan re hat helbet, ew derewandin. Xebera (ew tişta) ku tinazê xwe pê dikirin wê ji wan re bê (ew çax wê fêm bikin ku tinazê xwe/henekê xwe bi çi kirine).

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلَمْ يَرَوْا كَمْ اَهْلَكْنَا مِنْ قَبْلِهِمْ مِنْ قَرْنٍ مَكَّنَّاهُمْ فِي الْاَرْضِ مَا لَمْ نُمَكِّنْ لَكُمْ وَاَرْسَلْنَا السَّمَٓاءَ عَلَيْهِمْ مِدْرَارًاۖ وَجَعَلْنَا الْاَنْهَارَ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهِمْ فَاَهْلَكْنَاهُمْ بِذُنُوبِهِمْ وَاَنْشَأْنَا مِنْ بَعْدِهِمْ قَرْنًا اٰخَر۪ينَ

Ma ew nabînin ku me berî wan çend nesilan helak kirine? Hêz û desthilatdarîya ku ne daye we, ma dabû wan û me asîman bi baranekî zêde bi ser wan de şand û çeman jî di bin wan de herikandin. Ji ber gunehên wan me ew helak kirin û me di şûna wan de neslekî din ava kir.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَلَوْ نَزَّلْنَا عَلَيْكَ كِتَابًا ف۪ي قِرْطَاسٍ فَلَمَسُوهُ بِاَيْد۪يهِمْ لَقَالَ الَّذ۪ينَ كَفَرُٓوا اِنْ هٰذَٓا اِلَّا سِحْرٌ مُب۪ينٌ

Eger me ji te re Kitêbeke li ser kaxizê nivîsandî nazil bikirana û wan destên xwe jî lê bidana (dîsa jî) ew ên kafir wê bigotana: “Ev, ji sêhreke eşkere pê ve ne tiştekî din e.”

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَقَالُوا لَوْلَٓا اُنْزِلَ عَلَيْهِ مَلَكٌۜ وَلَوْ اَنْزَلْنَا مَلَكًا لَقُضِيَ الْاَمْرُ ثُمَّ لَا يُنْظَرُونَ

Gotin: “Ma ne diva ku melâîket jî li ser nazil bibûna?” Eger ji wan re melâîket nazil bibûna (wê demê) îş/kar diqedîya/qiyamet radibû û êdî muhlet jî li wan nedihate dayîn.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَلَوْ جَعَلْنَاهُ مَلَكًا لَجَعَلْنَاهُ رَجُلًا وَلَلَبَسْنَا عَلَيْهِمْ مَا يَلْبِسُونَ

Eger me ew bikira (pêxemberekî) melek, bêguman me yê ew (di sûretê însanekî) de bikirana melaîketekî zilam. Û muheqeq me yê dîsa ew bixistana wê gumana ku di navê de ne.