Vegere Sûreya En’am

En’amالأنعام

137. Ayet

137Sûreya En’am
Di Mushefê de Veke

وَكَذٰلِكَ زَيَّنَ لِكَث۪يرٍ مِنَ الْمُشْرِك۪ينَ قَتْلَ اَوْلَادِهِمْ شُرَكَٓاؤُ۬هُمْ لِيُرْدُوهُمْ وَلِيَلْبِسُوا عَلَيْهِمْ د۪ينَهُمْۜ وَلَوْ شَٓاءَ اللّٰهُ مَا فَعَلُوهُ فَذَرْهُمْ وَمَا يَفْتَرُونَ

Weke vê, şirîkên wan ji pirên muşrîkan re kuştina zarokên wan da xemilandin. Ji bo ku hem wan helak bike û hem jî dînê wan di aleyha wan de têr guman/tevlîhev bike. Eger Allah bixwesta nikaribûn vêya bikin. Tu wan û bêbextîyên ji ber xwe lihev anîne bi serê xwe bihêle.

Jêrenot
(Muşrîkan zaroyên xwe yên qîzîn bi sedema endîşeya/fikara rizqê wan (6/En’âm, 151) û hetîketîya bi dîl ketina/êsîr bûna wan (16/Nahl, 58-59) û di şer û nîqaşan de bêalîkarîya malbatên xwe (43/Zuxruf, 18) ewana dikuştin. Ev adeta cahiltîyê îro hêj bi şerm/bi nexwestin û bi zarokjiberbirinê/bi kurtajê heyîna xwe didomîne. Zarokên xwe yên kurîn jî ji pûtên xwe re qurban dikirin. Ev adeta cahiltîyê jî bi vê awayê didome ku; gelek malbat zarokên xwe yên kurîn ji bo armanc û rûmetên li cem wan pîroz û qudsî ne (29/Ankebût,25) dişînin mirinê û qurban dikin.)

Tefsîr

Fî Zılâli'l-Kur'ân

Ji bo vê ayetê di vê çavkaniyê de tefsîr nehat dîtin.