148Sûreya En’am
سَيَقُولُ الَّذ۪ينَ اَشْرَكُوا لَوْ شَٓاءَ اللّٰهُ مَٓا اَشْرَكْنَا وَلَٓا اٰبَٓاؤُ۬نَا وَلَا حَرَّمْنَا مِنْ شَيْءٍۜ كَذٰلِكَ كَذَّبَ الَّذ۪ينَ مِنْ قَبْلِهِمْ حَتّٰى ذَاقُوا بَأْسَنَاۜ قُلْ هَلْ عِنْدَكُمْ مِنْ عِلْمٍ فَتُخْرِجُوهُ لَنَاۜ اِنْ تَتَّبِعُونَ اِلَّا الظَّنَّ وَاِنْ اَنْتُمْ اِلَّا تَخْرُصُونَ
Ew ên ji Allah re şirîkan çêdikin wê bibêjin: “Eger Allah bixwesta ne me û ne jî bav û kalên me (jê re) şirîk çêdikir. Û me tiştek jî heram nedikir. Ew (muşrîk) ên berî wan (jiyîbûn) jî heta ezabê me tehm kirin bi vê awayê derewandin. Bibêje: “Li cem we ilmekî ku hûn ji me re têxin holê heye? Hûn bitenê didin pey zenê û hûn tenê bi texmîn kar/îş dikin.”
Jêrenot
(Ji bo bersiva nêzikayîya/berpêbûyîna muşrîkan ya bextparêz/qederparêz bnr. 16/Nahl, 35. Li ser lêgerîna heqîqetê di derê wehîyê ku bi “tabîbûna zennê” tê binavkirin bnr. 10/Yûnus, 36.)