Vegere Sûreya En’am

En’amالأنعام

163. Ayet

163Sûreya En’am
Di Mushefê de Veke

لَا شَر۪يكَ لَهُۚ وَبِذٰلِكَ اُمِرْتُ وَاَنَا۬ اَوَّلُ الْمُسْلِم۪ينَ

“Qet tu şirîkê wî tune. Ez bi vêya hatime emirkirin û ez ji muslîmên/ew evdên ku şirkê terk kirine û bi tewhîdê berê xwe dane Allah ya pêşîn im.”

Jêrenot
(Ev ayetên hanê, tefsîr û îzaha tewhîdê û evdîtîyê û milletê Îbrahîm dikin. Kesê mumîn, sereta nimêj û qurban hemû îbadetên xwe yê bedenî û qelbî tenê bitenê ji Allah (ac) re dike. Di îbadetên wî de ji xeynî Allah (ac) ji tu heyînekî re qet tu par tune. Heyat û mirin ser de her tişt di destê Allah (ac) de ye. Qet tu heyînekî ku bi Allah (ac) re di kaînatê de teserrûfê dike an jî di vê rayeyê de ji xwe re hevpar kiribe tune. Ne bitenê îbadetên mumîn, jiyan û mirina wî jî bi tevahî ji Allah (ac) re ye. Ew, ji bo Allah (ac) dijî û ji bo Allah dimire. Qet tu meqsed û armanceke ji xeynî Allah (ac) ku ji bo wê heyata xwe bidomîne û di wê oxirê de bimire tune. Ji bo îzahata tewhîdê ya berfirehî bnr. 1/Fatîhe, 5.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.