Vegere Sûreya En’am

En’amالأنعام

19. Ayet

19Sûreya En’am
Di Mushefê de Veke

قُلْ اَيُّ شَيْءٍ اَكْبَرُ شَهَادَةًۜ قُلِ اللّٰهُ شَه۪يدٌ بَيْن۪ي وَبَيْنَكُمْ وَاُو۫حِيَ اِلَيَّ هٰذَا الْقُرْاٰنُ لِاُنْذِرَكُمْ بِه۪ وَمَنْ بَلَغَۜ اَئِنَّكُمْ لَتَشْهَدُونَ اَنَّ مَعَ اللّٰهِ اٰلِهَةً اُخْرٰىۜ قُلْ لَٓا اَشْهَدُۚ قُلْ اِنَّمَا هُوَ اِلٰهٌ وَاحِدٌ وَاِنَّن۪ي بَر۪ٓيءٌ مِمَّا تُشْرِكُونَۢ

Bibêje: “Ma şahidîya kî herî mezin e?” Bibêje: “Di navbera min û we de Allah şahid e. Ev Qur'ana ji min re hatîye wehîykirin ku ez we û kesên deng bigihîje wan, pê hişyar bikim. Nexwe hûn şahidî dikin ku ji xeynî Allah hin îlâhên din hene?” Bibêje: "Ez tu carî şahidî li vêya nakim.” Bibêje: “Bêguman ew yek îlâhekî bi tenê ye. Ez ji tiştên ku hûn jê re dikin şirîk, berî me.”

Jêrenot
(Giregirên Qureyşîyan hatin cem Rasûlullah (ass) û wiha gotin: “Ya Muhammed! Tu kes şahidîya rastîya te nake. Me ji Cihûyan û ji Filleyan jî pirs kir. Ji me re gotin der heqê (pêxemberîya) wî de di destê me de qet tu delîl tune. Ka bêje, şahidê te kî ye?” Li ser vê bûyerê ev ayet nazil bû. (Bnr.Zadu’l Mesîr) Şahidê dawa tewhîdê Allah e. Ji xeynî vê, hewcedarîya tu şahidî û delîl û tesdîqê tune. Di dirêjahîya Qur'anê de ku Allah (di maneyekî de) bi evdên xwe re diaxive, li ser vê şahidîyê disekine. Allah (ac) bi wan delîlên bibandor/bi tesîr ku xîtaba aqil û fitreta însan dikin piştevanîya dawa tewhîdê kiriye. Her wiha kesên ehlê tewhîd, şahidîya navê Eş-Şehîd ku ji navên Allah e, divê ji kûrahîya qelbê xwe hest bike û bi vê jî şanaz be. Wekî din ev ayet, ji wan ayetan e ku Kelîmeya Tewhîdê tefsîr dike. Şahidîya bilêvkirina Kelîmeya Tewhîdê; îlankirina wê tiştê ye ku Allah wek îlâhê heq û yekane bê pejirandin û berîbûna/dûr bûna ji wan taxût û îlâhên sexte ye. (Bnr. 21/Enbîya, 25; 3/Âl-î Îmran, 64))

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.