25Sûreya En’am
وَمِنْهُمْ مَنْ يَسْتَمِعُ اِلَيْكَۚ وَجَعَلْنَا عَلٰى قُلُوبِهِمْ اَكِنَّةً اَنْ يَفْقَهُوهُ وَف۪ٓي اٰذَانِهِمْ وَقْرًاۜ وَاِنْ يَرَوْا كُلَّ اٰيَةٍ لَا يُؤْمِنُوا بِهَاۜ حَتّٰٓى اِذَا جَٓاؤُ۫كَ يُجَادِلُونَكَ يَقُولُ الَّذ۪ينَ كَفَرُٓوا اِنْ هٰذَٓا اِلَّٓا اَسَاط۪يرُ الْاَوَّل۪ينَ
Ji nav wan yên ku li te guhdarî dikin hene. Ji bo ku ew (wehîyê) fêm nekin me li ser qelbê wan perde û di guhên wan de jî giranî danîye. Ew hemû ayetan/mûcîzeyan bibînin jî dîsa îmân naynin. Wisan ku; eger bêne cem te bi te re nîqaş dikin û ew ên bûne kafir (wiha) dibêjin: “Ev, ji çîrokên pêşîyan pê ve ne tiştekî din e.”
Jêrenot
(Ji ber gengeşîkerîya/nîqaşkerîya wan (6/En’âm, 25) û bêpêwendîtî (bêeleqetî/guhnedarî) û rûvegerandina wan (18/Kehf, 57) û quretîya wan (7/A’râf, 146) û bêîtaetîya emrên Rasûlullah (ass) (9/Tewbe, 87, 93) wek ceza, Allah (ac)ewana ji fêmkirina heqê men kiriye.)