Vegere Sûreya En’am

En’amالأنعام

3. Ayet

3Sûreya En’am
Di Mushefê de Veke

وَهُوَ اللّٰهُ فِي السَّمٰوَاتِ وَفِي الْاَرْضِۜ يَعْلَمُ سِرَّكُمْ وَجَهْرَكُمْ وَيَعْلَمُ مَا تَكْسِبُونَ

Allahê ku li erd û esmanan (evdîtî lê te kirin) ew e. Bi veşarîtîyên we jî û bi eşkerehîyên we jî dizane. Bi tiştên we qezenc kiriye jî dizane.

Jêrenot
(Sûreya En’am, Mekkî ye. Ev sûre ji ser de heta dawîyê behsa pirsgirêkên Bawerîya muşrîkan dike û li ser disekine. Di heman demê de ew aqîda wan a batil dirizîne/pûç dike û aqîda sehîh (aqîda tewhîdê) têxe holê. Di aqîda muşrîkan de hin xeletîyên eşkere ev in: Muşrîkên Mekkeyê bi vê bawer bûn ku Allah (ac) Rabbê asîmanan e û xaliqê her tiştên li ser rûyê erdê ye. Lê belê li cem xwe qîma xwe ne dianîn ku Allah li ser dîn û jiyan û aborîya/ekonomîya wan jî hâkim be. Ewana li gorî tesewwûra xwe îlâhekî wisan daxwaz dikirin ku ew îlâh (Allah) di navbera mirov û wîjdana wî de girtî be û li hember hemû pût û dîn û Bawerîyan re di mesafeyeke wekhev de be. Allahekî ku serwerê kaînatê ye lê belê li ser însanan ne hâkim e... Der heqê Allah de daxwaza muşrîkan ev bû. Allah (ac) bi gelemperî di vê surê de û bi taybetî jî di vê ayetê de dîqat li ser vê mijarê dikişine; Allah (ac) bi eşkerehî beyan dike îlâhê erd û esmanan ku evdîtî bi tenê lê te kirin ew e. Ew e ku sitû jê re ditewin û teslîmîyet bi tenê lê te kirin. Li ser rûyê erdê enceq qanûnên wî rewacdar û muteber in û serwerî jî bi tenê aîdê Allah e. Ev sûre û bi taybetî ev ayet, tesewwûra muşrîkan a xelet ji bingehê dirizîne. (Bnr: 11/Hûd, 87))

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.