Vegere Sûreya En’am

En’amالأنعام

52. Ayet

52Sûreya En’am
Di Mushefê de Veke

وَلَا تَطْرُدِ الَّذ۪ينَ يَدْعُونَ رَبَّهُمْ بِالْغَدٰوةِ وَالْعَشِيِّ يُر۪يدُونَ وَجْهَهُۜ مَا عَلَيْكَ مِنْ حِسَابِهِمْ مِنْ شَيْءٍ وَمَا مِنْ حِسَابِكَ عَلَيْهِمْ مِنْ شَيْءٍ فَتَطْرُدَهُمْ فَتَكُونَ مِنَ الظَّالِم۪ينَ

Tu ew ên sibeh û êvarê bi hêvîya razîbûna Rabbê xwe dûa dikin ji cem xwe neqewirîne! Ne ji hisabê wan mesûlîyetek/berpirsîyarîyek li ser te heye û ne jî ji hisabê te (ji bo ku tu wan bi qewirînî) berpirsîyarîyek li ser wan heye. (Digel vê eger tu wan ji cîvata xwe biqewirînî) tu yê bibî ji zilimkaran.

Jêrenot
(Ji Sa’d b. Ebî Weqqas (ra.) hatîye rîwayetkirin, wiha qotîye: “Em şeş kes bi hev re li cem Rasûlullah (ass) bûn. Muşrîkan wiha gotin: “Tu van kesên bi te re ji xwe dûr bike da ku bi me re rûnenin û wê wêrekîya ku xwe bi me re wekhev hisab bikin nîşan nedin. Ji bo li vê daxwaza muşrîkan muqabeleyekî erênî bide, bi meşîeta Allah (ac) ramînek ket dilê Rasûlullah (ass). Li ser vê bûyerê Allah (ac) di wesfê hîşyarîyê de ev ayet nazil kir.” (Mûslîm, 2413))

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.