81Sûreya En’am
وَكَيْفَ اَخَافُ مَٓا اَشْرَكْتُمْ وَلَا تَخَافُونَ اَنَّكُمْ اَشْرَكْتُمْ بِاللّٰهِ مَا لَمْ يُنَزِّلْ بِه۪ عَلَيْكُمْ سُلْطَانًاۜ فَاَيُّ الْفَر۪يقَيْنِ اَحَقُّ بِالْاَمْنِۚ اِنْ كُنْتُمْ تَعْلَمُونَۢ
“Digel ew tiştên ku (li ser meşrûîyeta wan) Allah der heqê wan de qet tu delîl ne şandiye hûn ji şirîkçêkirina Allah natirsin, ma ez ê ji tiştên ku hûn jê re dikin şirîk (ji wan îlâhên sexte) çawa bitirsim! Eger hûn dizanin bibêjin: “Ji her du alîyan kîjan, (ji ezaba Allah) di ewlehîyê de xwedî heq e?”
Jêrenot
(Li ser mijara tunebûna delîlên şirke bnr. 3/Âl-î Îmran, 151.)