101Sûreya Enbîya
اِنَّ الَّذ۪ينَ سَبَقَتْ لَهُمْ مِنَّا الْحُسْنٰٓىۙ اُو۬لٰٓئِكَ عَنْهَا مُبْعَدُونَۙ
Bêşik ew ên ku me ji bo wan peymana xweşîyê daye; ew dê ji cehennemê bên dûrkirin.
Jêrenot
(Yanê; mirovên salih û melâîket û pêxember ên ku muşrîkan perestîyê ji wan re dikirin dê nebin ardûyê cehennemê. Lewre ev ên têne rêzkirin, ew in ku muşrîkan berî wan û digel nerazîbûna wan perestî ji wan re kirine. Bnr. 5/Maîde, 116-117; 34/Sebe’, 40-41)