Sure 21

Sûreya Enbîya

Mekke112 ayetPêxember

الأنبياء
Der barê Sûreyê de

Sûreya Enbîya, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sed û dozdeh (112) ayet e. Di Qur’anê de sûreya bîst û yekemîn e. Enbîya, tê ser maneya “Pexamberan”. Sûre, ji ber ku hin wesfên pêxemberan vedibêje û behsa dawet û teblîxa hijdeh (18) pêxemberên ku qewmên xwe bal bi tewhîdê ve vedixwînin dike bi navê sûreya Enbîya/Pêxemberan hatîye binav kirin. Aqîdeya muşrîkên Mekkeyê rexne dike. Herwisa li ser da’wa tewhîdê têkoşîna pêxemberan vedibêje. Ligel vê behsa Yecûc û Mecûc jî tê kirin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

اِقْتَرَبَ لِلنَّاسِ حِسَابُهُمْ وَهُمْ ف۪ي غَفْلَةٍ مُعْرِضُونَۚ

Ji bo însanan dema hisabê nêzîk bûye. (Hal ev e ku) ew, bi bêpêwendîtî û bi rûvegerandinê di xefletê de (jiyana xwe didomînin).

مَا يَأْت۪يهِمْ مِنْ ذِكْرٍ مِنْ رَبِّهِمْ مُحْدَثٍ اِلَّا اسْتَمَعُوهُ وَهُمْ يَلْعَبُونَۙ

Çi dema ji Rabbê wan ji wan re zikrekî/ayetekî nû were, teqez ew bi îstîhza/bi tinazkarî lê guhdarî dikin.

لَاهِيَةً قُلُوبُهُمْۜ وَاَسَرُّوا النَّجْوٰىۗ اَلَّذ۪ينَ ظَلَمُواۗ هَلْ هٰذَٓا اِلَّا بَشَرٌ مِثْلُكُمْۚ اَفَتَأْتُونَ السِّحْرَ وَاَنْتُمْ تُبْصِرُونَ

Qelbê wan di lîstikê de ye... Ew ên zilimkar (di navbera xwe de) bi dizîka pistepistê dikin: “Ma ev ê ha jî ne mirovekî wekî we ye? Qey hûn ê ber bi çavan re bi sihrê bikevin (hûn ê teslîm bibin)?

قَالَ رَبّ۪ي يَعْلَمُ الْقَوْلَ فِي السَّمَٓاءِ وَالْاَرْضِۘ وَهُوَ السَّم۪يعُ الْعَل۪يمُ

Got: “Rabbê min, bi hemû gotinên di erd û esmanan de (tên axaftin) dizane. Ew (yê ku hemû tiştan dibihîze) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.”

بَلْ قَالُٓوا اَضْغَاثُ اَحْلَامٍ بَلِ افْتَرٰيهُ بَلْ هُوَ شَاعِرٌۚ فَلْيَأْتِنَا بِاٰيَةٍ كَمَٓا اُرْسِلَ الْاَوَّلُونَ

Gotin: “(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, ev ên ha taxeyek/desteyek xewnerojk in/xewnên tevlîhev in. Wî ji ber xwe lihev anîye... Nexêr! (Bibe nebe) ew enceq şairek e. (Ger ne wisan be) çawa ku ji wan ên berê re hatibûn, bila ji me re jî ayetek/mucîzeyek bîne (de em bibînin).”

مَٓا اٰمَنَتْ قَبْلَهُمْ مِنْ قَرْيَةٍ اَهْلَكْنَاهَاۚ اَفَهُمْ يُؤْمِنُونَ

Qet tu war ên (xelk ên) ku me ew berî wan helak kiribûn jî îmân neanîbûn! Erê ma qey ew ê îmân bînin?

وَمَٓا اَرْسَلْنَا قَبْلَكَ اِلَّا رِجَالًا نُوح۪ٓي اِلَيْهِمْ فَسْـَٔلُٓوا اَهْلَ الذِّكْرِ اِنْ كُنْتُمْ لَا تَعْلَمُونَ

Me di berîya te de ew zilamên ku ji wan re wehîy şandîye jî her zilam bûn. Eger hûn nizanin ji ehlê zikir bipirsin.

وَمَا جَعَلْنَاهُمْ جَسَدًا لَا يَأْكُلُونَ الطَّعَامَ وَمَا كَانُوا خَالِد۪ينَ

Me ew nekirin cesedên ku xwarinê naxwin. Ew (li vê dinyayê) ebedî jî namînin.

ثُمَّ صَدَقْنَاهُمُ الْوَعْدَ فَاَنْجَيْنَاهُمْ وَمَنْ نَشَٓاءُ وَاَهْلَكْنَا الْمُسْرِف۪ينَ

Piştre me ew soza ku daye wan bi cih anî û me ew û yên me xwest xelas kirin. Me ew ên musrîf/pirole jî helak kirin.

Tefsîrên Sûreya Enbîya

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.