Sure 1

Sûreya Fatîhe

Mekke7 ayetDestpêk

الفاتحة
Der barê Sûreyê de

Sûreya Fatîhe, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û heft (7) ayet e. Di Qur’anê de sûreya yekemîn e.

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمٰنِ الرَّحِيمِ

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

Jêrenot

1. Sûreya Fatîhe, di mahîyeta muqaddîmeya/pêşgotina Qur’anê de ye. Vegotinên bi qasî dirêjahîya vê Kitêbê de têne qisekirin di sûreya Fatîhe de bi kurtahî xulase bûne. Ew mijar ev in:

- Bitenê û bi awayê lêhatî hemd û tazîma Allah (ac).

- Ji bo Nav û Sifetên Allah (ac) ên herî xweşik bên naskirin.

- Bawerîya axîretê.

- Tewhîd (Di zat û sifetên wî de yekgirtina Allah (ac) û qet bi tu awayî şirîk neçêkirina jê re û nedayîna hin sifetên wî ji heyînên din re.)

- Herûdaîm daxwazîya hîdayetê ji Allah (ac) û xebatkirina ji bo mayîna li ser rêya rast.

- Naskirin û mînak girtina rehber û rêzanên hîdayetê.

- Cihû û Filleh di ser de, danasîn û dûrketina pêşîvanên dalalet û rêşaşîyê.

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ رَبِّ الْعَالَم۪ينَۙ

Hemd (Pesn/Sena) bitenê aîdê Allah e ku ew Rabbê hemû aleman e.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِيَّاكَ نَعْبُدُ وَاِيَّاكَ نَسْتَع۪ينُۜ

Em, tenê ji te re îbadet dikin û em tenê ji te alîkarîyê dixwazin.

Jêrenot
(Ev ayet di aqîda tewhîdê de bîwara/boyûta amelê eşkere dike. Lewre tewhîd; bi dilsozî evdîtîya ji Allah (ac) re ye ku ew jî di zat û sifet û fiêlên wî de bi Bawerîya yekgirtina Allah (ac) pêk tê. Bi awayekî din, di ulûhîyetê de û di rubûbîyetê de û di nav û sifetan de bawerî anîna Allahê wahîdu’l ehed e. Her wiha bê şirîk çêkirin teqdîma evdîtîya ji Allah (ac) re ye. Di Qur’anê de ayetên ku tewhîdê vedibêjin/îzah dikin ev in: -Tewhîd; bawerî anîna ji Allah (ac) pê ve qet tu îlâh tune ku layiqê îbadetê bitenê ew e. (Bnr. 2/Baqara, 163; 21/Enbîya, 22) -Tewhîd; red kirin û dûr ketina ji wan taxûtan (û ji evdên wan taxûtan) ku ji Allah (ac) pê ve wek îlâh tên girtin û hin sifetên Allah (ac) didin wan û li dij Allah (ac) ji hedê xwe diborin. (Bnr. 2/Baqara, 256; 16/Nahl, 36; 60/Mumtehîne, 4) -Tewhîd; tenzih kirina Allah (ac) ji nisbeta zarokgirtinê û ji wê Bawerîya şirkê ku di karûbarên Allah (ac) de alîkarên/destekarên wî hene. (Bnr. 17/Îsra, 111; 34/Sebe, 22) -Tewhid; çawa ku di xuliqandinê de wahîdu’l ehed e; di qanûnçêkerî de û di mijara tesbîta helal û heraman de jî bawerî anîna yekîtîya Allah e. Gotina “Hakimîyet/Serwerî tenê bitenê aîdê Allah (ac) e”. (Bnr.7/A’raf, 54; 12/Yûsuf, 40; 18/Kehf, 26) - Tewhîd; teqdîm kirina amelên bi ziman û bi beden û bi qelb ji Allah (ac) re ye. Daxwazîya razîbûna wî û jê re neçêkirina şirîkan e. (Bnr. 6/En’am, 162-163) -Tewhîd; bawerî anîna wê ye ku feyde û zerar bi temamî di deste Allah (ac) de ye û di rihetî û di astengîyê de tenê bitenê ji Allah (ac) re dest vekirin û dûa ye. (Bnr. 6/En’am, 17; 2/Baqara, 186; 40/Mumîn, 60; 46/Ahqâf, 5-6) -Tewhîd; bi vê awayê bawerîyeke bi Allah (ac) ku ew bê heval û bê manend û bê mîsal e. Û ji teretureyên bê agahî û bêhûrmetî yên der heqê Allah (ac) de, xwe parastin e. (Bnr. 19/Meryem, 62; 42/Şûra, 11; 16/Nahl,74) - Tewhîd; di her kar û barî de dost û welî û wekîl girtina Allah (ac) e. Hestkirina bi xurtahî ku em feqîr in û hewceyê wî ne û di her îş û beralîbûnên xwe de îstîane/alîkarî xwestina jê ye. (Bnr. 6/En’âm, 14, 102; 21/Enbîya, 112, 35/Fâtir, 16; 73/Muzzemmil, 9))
6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِهْدِنَا الصِّرَاطَ الْمُسْتَق۪يمَۙ

Me bigihîne sîrate’l musteqîm (ser rêya rast).

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

صِرَاطَ الَّذ۪ينَ اَنْعَمْتَ عَلَيْهِمْۙ غَيْرِ الْمَغْضُوبِ عَلَيْهِمْ وَلَا الضَّٓالّ۪ينَ

(Me bigihîne) rêya wan kesên ku te nîmet daye wan, ne rêya wan kesên ku xezeb li wan hatîye kirin û ew ên ketine dalaletê/rêşaş in.

Jêrenot
(Ew ên xwedî nîmet; çawa ku di sûreya Nîsa di ayeta 69. de dibore, pêxember û siddîq û şehîd û kesên salih in. Di sunnetê de diyar bûye ku kesên xezeb li wan bûye Cihû ne; yên ehlê dalaletê jî Fille ne. (Tirmizî, 2954, Ji Adîy b. Hatîm))