21Sûreya Furqân
وَقَالَ الَّذ۪ينَ لَا يَرْجُونَ لِقَٓاءَنَا لَوْلَٓا اُنْزِلَ عَلَيْنَا الْمَلٰٓئِكَةُ اَوْ نَرٰى رَبَّنَاۜ لَقَدِ اسْتَكْبَرُوا ف۪ٓي اَنْفُسِهِمْ وَعَتَوْ عُتُوًّا كَب۪يرًا
Ew ên hêvî nedikirin ku wê leqayî me bên wiha gotin: “De bila melâîket di ser me de dakevin an jî me Rabbê xwe bidîta!” Sond be wan (bi pirskirina vê sualê) quretîyê kirin û bi bitirbûneke/bi harîtîyeke mezin ji hedê xwe borîn.