Sure 25

Sûreya Furqân

Mekke77 ayetFurqan

الفرقان
Der barê Sûreyê de

Sûreya Furqân, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û heftê û heft (77) ayet e. Di Qur’anê de sûreya bîst û pêncemîn e. Sûreya Furqân navê xwe ji peyva “Furqân” ya di ayeta yekemîn de dibore û navek ji navên Qur’anê ye sitendîye. “Furqân” tê ser maneya ‘ji hevdu veqetandina heq û batil.’ Di vê sûreyê de mijarên bingehîn ev in: Muhammed (ass) ji hemû însanan re wek pêxember hatîye şandin, dema teblîx û vexwendinê de zorahîyên ku rastî wan hatîye, kok qelandina şirkê û hin mînakên ji serpêhatîyên qewmên berê.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

تَبَارَكَ الَّذ۪ي نَزَّلَ الْفُرْقَانَ عَلٰى عَبْدِه۪ لِيَكُونَ لِلْعَالَم۪ينَ نَذ۪يرًاۙ

Ew (Allah) ê ji bo ku ji aleman re bibe hişyarker Furqan (Kitêba heq û batil ji hevdu vediqetîne) li ser evdê xwe daxistîye çiqas berz û çiqas mubarek e.

Jêrenot
(Ji bo meqseda nazil kirina Kitêbê bnr. 4/Nîsa, 105)

اَلَّذ۪ي لَهُ مُلْكُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ وَلَمْ يَتَّخِذْ وَلَدًا وَلَمْ يَكُنْ لَهُ شَر۪يكٌ فِي الْمُلْكِ وَخَلَقَ كُلَّ شَيْءٍ فَقَدَّرَهُ تَقْد۪يرًا

Ew (Allah) e ku; serwerîya/hakimîyeta erd û esmanan aîdê wî ye. Wî, ji xwe re zarok negirtîye. Di milk/hakimîyet/serwerîyê de jî şirîkê wî tunin. Her tiştî xuliqandîye û (mexluqên xwe li ser pergalek û pîvanek) teqdîr kiriye.

وَاتَّخَذُوا مِنْ دُونِه۪ٓ اٰلِهَةً لَا يَخْلُقُونَ شَيْـًٔا وَهُمْ يُخْلَقُونَ وَلَا يَمْلِكُونَ لِاَنْفُسِهِمْ ضَرًّا وَلَا نَفْعًا وَلَا يَمْلِكُونَ مَوْتًا وَلَا حَيٰوةً وَلَا نُشُورًا

(Digel vê) dev jê berdan û ji xwe re hinek îlâhên din girtin ku ewana qet tu tişt nexuliqandine lê ew bixwe hatine xuliqandin û tu feyde û zerara wan nagihîje wan û li ser mirin û jiyan û vejîna ji nû ve jî be xwedî hêz in.

وَقَالَ الَّذ۪ينَ كَفَرُٓوا اِنْ هٰذَٓا اِلَّٓا اِفْكٌۨ افْتَرٰيهُ وَاَعَانَهُ عَلَيْهِ قَوْمٌ اٰخَرُونَۚۛ فَقَدْ جَٓاؤُ۫ ظُلْمًا وَزُورًاۚۛ

Kafiran gotin: “Ev (Qur'an), îftîrayeke/dereweke ku wî li hev anîye û (di lihevanîn û rêzkirinê de) komeke din jî alîkarîya wî kiriye.” Birastî wan (bi vê gotina xwe) zilm û derew kirine.

وَقَالُٓوا اَسَاط۪يرُ الْاَوَّل۪ينَ اكْتَتَبَهَا فَهِيَ تُمْلٰى عَلَيْهِ بُكْرَةً وَاَص۪يلًا

Gotin: “Ev, çîrokên berê ne. (Bi hinekên din) daye nivîsandin û ew sibeh û êvar (ji alî hinekan ve) jê re tê xwendin.”

قُلْ اَنْزَلَهُ الَّذ۪ي يَعْلَمُ السِّرَّ فِي السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ اِنَّهُ كَانَ غَفُورًا رَح۪يمًا

Bibêje: “Ew ê ku bi sira erd û esmanan dizane nazil kiriye. Bêguman ew, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.

وَقَالُوا مَا لِ‌هٰذَا الرَّسُولِ يَأْكُلُ الطَّعَامَ وَيَمْش۪ي فِي الْاَسْوَاقِۜ لَوْلَٓا اُنْزِلَ اِلَيْهِ مَلَكٌ فَيَكُونَ مَعَهُ نَذ۪يرًاۙ

Gotin: “Ev pêxemberekî çawa ye? (wekî mirovên ji rêzê) xwarin dixwe û di sûk û bazaran de digere! Ma ne hewce bû ku melâîketeke hişyarker jî pê re daketa?”

اَوْ يُلْقٰٓى اِلَيْهِ كَنْزٌ اَوْ تَكُونُ لَهُ جَنَّةٌ يَأْكُلُ مِنْهَاۜ وَقَالَ الظَّالِمُونَ اِنْ تَتَّبِعُونَ اِلَّا رَجُلًا مَسْحُورًا

“Ma ne hewce bû ku xezîneyek jê re bihata dayîn an jî bexçeyekî wî hebûna da ku jê bixwara?” Zaliman gotin: “Hûn bitenê didin pey zilamekî bi sêhrê ketîye.”

اُنْظُرْ كَيْفَ ضَرَبُوا لَكَ الْاَمْثَالَ فَضَلُّوا فَلَا يَسْتَط۪يعُونَ سَب۪يلًا۟

De binêre ka çawa mîsalan didin te û averê dibin! Êdî qet tu rê (ya ku wan bigihîjîne heqîyê) nabînin.

Tefsîrên Sûreya Furqân

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.