﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke54 ayetHate Ravekirin
Sûreya Fussîlet, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û pêncî û çar (54) ayet e. Di Qur’anê de sûreya çil û yekemîn e. Sûreya Fussîlet navê xwe ji kelîmeya “Fussîlet” yanê ‘bi tefsîlat hate ravekirin’ ku di ayeta sêyemîn de dibore sitendîye. Di sûreya Fussîlet de ji taybetîyên Qur’ana ku ji alî Allahê Rahmân û Rahîm ve hatîye daxistin tê behskirin. Ligel vê, mijarên xelatkirina mûmînan û qûdreta Allah (ac) û aqûbeta xerab ên qewmên kafir ya li dinya û axîretê û menkirina ji marûfê tê vegotin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
حٰمٓۜ
Hâ, Mîm.
تَنْز۪يلٌ مِنَ الرَّحْمٰنِ الرَّح۪يمِۚ
(Ev Kitêb,) ji hêla/ji alîyê (Allahê ku di nefsa xwe de xwedî merhamet) Rahmân û (yê ku rahmeta xwe radigihîne evdên xwe) Rahîm ve hatîye daxistin.
كِتَابٌ فُصِّلَتْ اٰيَاتُهُ قُرْاٰنًا عَرَبِيًّا لِقَوْمٍ يَعْلَمُونَۙ
(Ev,) ji qewmekî zana re Kitêbek e ku ayetên wê bi Erebî tên xwendin û wek mufesselbûyî/kitekitbûyî hatîye ravekirin.
بَش۪يرًا وَنَذ۪يرًاۚ فَاَعْرَضَ اَكْثَرُهُمْ فَهُمْ لَا يَسْمَعُونَ
Wek mizgînvan û hişyarker… Pirên wan rû vegerandin. Ew guhdarî nakin.
وَقَالُوا قُلُوبُنَا ف۪ٓي اَكِنَّةٍ مِمَّا تَدْعُونَٓا اِلَيْهِ وَف۪ٓي اٰذَانِنَا وَقْرٌ وَمِنْ بَيْنِنَا وَبَيْنِكَ حِجَابٌ فَاعْمَلْ اِنَّنَا عَامِلُونَ
Gotin: “Qelbên me ji wê tiştê ku tu me lê vedixwînî re nuxamtî ye. Di guhên me de jî giranîyek heye. Di navbera me û te de perdeyek heye. Êdî tu (çi ji destê te bê) bike. Bêguman (tiştê ku ji destê me tê) em ê jî bikin.
قُلْ اِنَّمَٓا اَنَا۬ بَشَرٌ مِثْلُكُمْ يُوحٰٓى اِلَيَّ اَنَّمَٓا اِلٰهُكُمْ اِلٰهٌ وَاحِدٌ فَاسْتَق۪يمُٓوا اِلَيْهِ وَاسْتَغْفِرُوهُۜ وَوَيْلٌ لِلْمُشْرِك۪ينَۙ
Bibêje: “Ez, enceq weke we mirovek im. Ji min re tê wehîykirin ku îlâhê we yek îlâhek tenê ye. (Herwiha) berê xwe bidin wî û jê mexfîret bixwazin. Weyl li wan muşrîkan…”
اَلَّذ۪ينَ لَا يُؤْتُونَ الزَّكٰوةَ وَهُمْ بِالْاٰخِرَةِ هُمْ كَافِرُونَ
Ew in ku; zekâtê nadin û ew biqethî axîretê jî înkar dikin.
اِنَّ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَهُمْ اَجْرٌ غَيْرُ مَمْنُونٍ۟
Bêşik ji wan ên ku îman anîne û amelên salih kirine re jî xelatekî bêkêmasî/bênavber heye.
قُلْ اَئِنَّكُمْ لَتَكْفُرُونَ بِالَّذ۪ي خَلَقَ الْاَرْضَ ف۪ي يَوْمَيْنِ وَتَجْعَلُونَ لَهُٓ اَنْدَادًاۜ ذٰلِكَ رَبُّ الْعَالَم۪ينَۚ
Bibêje: “Nexwe hûn in, ji wî (Allah) ê ku erd di du rojan de xuliqandîye re kafirtî dikin û jê re hemkûfan/şirîkan çêdikin? Ew, Rabbê aleman e.”
وَجَعَلَ ف۪يهَا رَوَاسِيَ مِنْ فَوْقِهَا وَبَارَكَ ف۪يهَا وَقَدَّرَ ف۪يهَٓا اَقْوَاتَهَا ف۪ٓي اَرْبَعَةِ اَيَّامٍۜ سَوَٓاءً لِلسَّٓائِل۪ينَ
Li ser (erdê) de (ji çiyan) singên sabît çikandîye û bereketê xistîye wê derê û di çar rojên hevber de ji bo yên ku tê de li rizqê xwe digerin re (qûtê wan) teqdîr kiriye.
ثُمَّ اسْتَوٰٓى اِلَى السَّمَٓاءِ وَهِيَ دُخَانٌ فَقَالَ لَهَا وَلِلْاَرْضِ ائْتِيَا طَوْعًا اَوْ كَرْهًاۜ قَالَتَٓا اَتَيْنَا طَٓائِع۪ينَ
Paşê berê xwe da esmanê ku ew hêj dûman bû. Jê re û ji erdê re got: “Bi dilê xwe yan jî bê dilê xwe werin.” (Her duyan jî) gotin: “Em bi daxwaza xwe hatin.”
فَقَضٰيهُنَّ سَبْعَ سَمٰوَاتٍ ف۪ي يَوْمَيْنِ وَاَوْحٰى ف۪ي كُلِّ سَمَٓاءٍ اَمْرَهَاۜ وَزَيَّنَّا السَّمَٓاءَ الدُّنْيَا بِمَصَاب۪يحَۗ وَحِفْظًاۜ ذٰلِكَ تَقْد۪يرُ الْعَز۪يزِ الْعَل۪يمِ
Di du rojan de wan wek heft esman xuliqand. Ji her (tebeqeya) esmanê re emrê xwe wehîy kir. Me esmana dinyayê bi qendîlan xemiland û (li dij şeytanan) parast. Ev, teqdîra (Allahê ku xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (zanayê her tiştî) Alîm e.
فَاِنْ اَعْرَضُوا فَقُلْ اَنْذَرْتُكُمْ صَاعِقَةً مِثْلَ صَاعِقَةِ عَادٍ وَثَمُودَۜ
Eger rû vegerînin bibêje: “Ez, we bi birûskeke wekî birûska qewmê Ad û Semud hişyar dikim.”
اِذْ جَٓاءَتْهُمُ الرُّسُلُ مِنْ بَيْنِ اَيْد۪يهِمْ وَمِنْ خَلْفِهِمْ اَلَّا تَعْبُدُٓوا اِلَّا اللّٰهَۜ قَالُوا لَوْ شَٓاءَ رَبُّنَا لَاَنْزَلَ مَلٰٓئِكَةً فَاِنَّا بِمَٓا اُرْسِلْتُمْ بِه۪ كَافِرُونَ
Dema ku pêxember bi vê gotina “Bitenê îbadetê Allah bikin” li pêşîya wan û li dû wan hatin, wan wiha gotin: “Eger Rabbê me bixwestana (wek qasid) wê melaîketan daxistana. Bêguman em, tiştê ku hûn pê hatine şandin înkar dikin.”
فَاَمَّا عَادٌ فَاسْتَكْبَرُوا فِي الْاَرْضِ بِغَيْرِ الْحَقِّ وَقَالُوا مَنْ اَشَدُّ مِنَّا قُوَّةًۜ اَوَلَمْ يَرَوْا اَنَّ اللّٰهَ الَّذ۪ي خَلَقَهُمْ هُوَ اَشَدُّ مِنْهُمْ قُوَّةًۜ وَكَانُوا بِاٰيَاتِنَا يَجْحَدُونَ
Heçî qewmê Ad, li ser rûyê erdê bi neheqî quretîyê kirin û wiha gotin: “Ma ji me bi hêztir kî heye?” Ma qey nedîtin Allahê ku ew xuliqandine ji wan bi hêztir e. Wan, ayetên me înkar dikirin.
فَاَرْسَلْنَا عَلَيْهِمْ ر۪يحًا صَرْصَرًا ف۪ٓي اَيَّامٍ نَحِسَاتٍ لِنُذ۪يقَهُمْ عَذَابَ الْخِزْيِ فِي الْحَيٰوةِ الدُّنْيَاۜ وَلَعَذَابُ الْاٰخِرَةِ اَخْزٰى وَهُمْ لَا يُنْصَرُونَ
Me jî di jiyana dinyayê de ji bo ezabeke riswaker bitamînin di rojên bêyom/bêoxir de bahozekî/bagerekî bi ser wan de şand. Qet tu guman tune ku ezabê axîretê hêj zêdetir kêm dixîne û riswakertir e. Alîkarî jî ji wan re nayê kirin.
وَاَمَّا ثَمُودُ فَهَدَيْنَاهُمْ فَاسْتَحَبُّوا الْعَمٰى عَلَى الْهُدٰى فَاَخَذَتْهُمْ صَاعِقَةُ الْعَذَابِ الْهُونِ بِمَا كَانُوا يَكْسِبُونَۚ
Heçî qewmê Semud, me ew hîdayet kirin. (Lê belê) wan korîtîyê/dalaletê li ser hîdayetê girtin. Di berdêla karûkirinên (masîyetên) wan de, ezaba riswaker ya birûskan ew zeft kirin.
وَنَجَّيْنَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَكَانُوا يَتَّقُونَ۟
Me ew ên îman anîne û (ji Allah) ditirsin û xwe diparêzin jî xelas kirin.
وَيَوْمَ يُحْشَرُ اَعْدَٓاءُ اللّٰهِ اِلَى النَّارِ فَهُمْ يُوزَعُونَ
Roja dijminên Allah tên vejandin û li hevdu tên civandin, ew bi awayê di kontrolê de ber bi agir ve tên sewqkirin.
حَتّٰٓى اِذَا مَا جَٓاؤُ۫هَا شَهِدَ عَلَيْهِمْ سَمْعُهُمْ وَاَبْصَارُهُمْ وَجُلُودُهُمْ بِمَا كَانُوا يَعْمَلُونَ
Dema ku ew têne wê derê, guhên wan û çavên wan û çermên wan der barê amelên (li ser xerabîyên) wan di aleyha wan de şahidîyê dikin.
وَقَالُوا لِجُلُودِهِمْ لِمَ شَهِدْتُمْ عَلَيْنَاۜ قَالُٓوا اَنْطَقَنَا اللّٰهُ الَّذ۪ٓي اَنْطَقَ كُلَّ شَيْءٍ وَهُوَ خَلَقَكُمْ اَوَّلَ مَرَّةٍ وَاِلَيْهِ تُرْجَعُونَ
Ew ji çermên xwe re dibêjin: “We çima di aleyha me de şahidî kir?” Dibêjin: “Ew Allahê ku her tiştî dide axaftin em jî dane axaftin. Yê ku cara pêşîn hûn xuliqandin ew e û hûn ê bi bal wî ve bên vegerandin.”
وَمَا كُنْتُمْ تَسْتَتِرُونَ اَنْ يَشْهَدَ عَلَيْكُمْ سَمْعُكُمْ وَلَٓا اَبْصَارُكُمْ وَلَا جُلُودُكُمْ وَلٰكِنْ ظَنَنْتُمْ اَنَّ اللّٰهَ لَا يَعْلَمُ كَث۪يرًا مِمَّا تَعْمَلُونَ
We (dema îsyan dikir) xwe ji guhên xwe û çavên xwe û çermên xwe nediparast (û hûn tênedigihiştin) ku ew ê şahidî li ser we bidin. Lê belê (ya rast) we wiha zen dikir ku Allah bi piranîya wan tiştên ku we dikir ne agahdar e.
وَذٰلِكُمْ ظَنُّكُمُ الَّذ۪ي ظَنَنْتُمْ بِرَبِّكُمْ اَرْدٰيكُمْ فَاَصْبَحْتُمْ مِنَ الْخَاسِر۪ينَ
Ha ev zenna we ya ku we der barê Rabbê xwe de dikir, hûn birin helake. Bi vî awayî hûn bûne ji wan ên li ber xusranê ketine.
فَاِنْ يَصْبِرُوا فَالنَّارُ مَثْوًى لَهُمْۚ وَاِنْ يَسْتَعْتِبُوا فَمَا هُمْ مِنَ الْمُعْتَب۪ينَ
Eger bikaribin xwe ragirin, cihwarê wan agir e. Na, eger (dîsa li dinyayê bên vegerandin û) qayîlbûna xwe bivên, (qet tu daxwaza wan nayê cî) û nayên razîkirin jî.
وَقَيَّضْنَا لَهُمْ قُرَنَٓاءَ فَزَيَّنُوا لَهُمْ مَا بَيْنَ اَيْد۪يهِمْ وَمَا خَلْفَهُمْ وَحَقَّ عَلَيْهِمُ الْقَوْلُ ف۪ٓي اُمَمٍ قَدْ خَلَتْ مِنْ قَبْلِهِمْ مِنَ الْجِنِّ وَالْاِنْسِۚ اِنَّهُمْ كَانُوا خَاسِر۪ينَ۟
Ji bo wan hevalên xerab çêkirin (ku bênavber bihevre ne). Tiştê li pêşîya wan (Bawerîya tunebûna axîretê) û ya li pişt wan (ramana ji heyata dinyayê pê ve tiştekî din tune) ji wan re xemilandî nîşan dan. Çawa ku (hukmê ezabê) li ser cin û însanên ji qewmên berê heq bibû, li ser van jî heq bû. Lewre ew, bûne ji wan ên li ber xusranê ketine.
وَقَالَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا لَا تَسْمَعُوا لِهٰذَا الْقُرْاٰنِ وَالْغَوْا ف۪يهِ لَعَلَّكُمْ تَغْلِبُونَ
Kafiran gotin: “Qur'anê guhdarî nekin û dema ew tê xwendin (ji bo fêm nebe) dengan derêxin. Hêvî heye ku hûn bi ser bikevin.”
فَلَنُذ۪يقَنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا عَذَابًا شَد۪يدًا وَلَنَجْزِيَنَّهُمْ اَسْوَاَ الَّذ۪ي كَانُوا يَعْمَلُونَ
Bêguman, em ê ezabekî dijwar bi kafiran bitamînin û wan bi kirinên xwe yên herî xerab ceza bikin.
ذٰلِكَ جَزَٓاءُ اَعْدَٓاءِ اللّٰهِ النَّارُۚ لَهُمْ ف۪يهَا دَارُ الْخُلْدِۜ جَزَٓاءً بِمَا كَانُوا بِاٰيَاتِنَا يَجْحَدُونَ
Ha ev agir, cezayê dijminên Allah e. Ji ber ku ayetên me înkar kirine, ji wan re wek ceza warekî ku wê tê de ebedî bimînin heye.
وَقَالَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا رَبَّنَٓا اَرِنَا الَّذَيْنِ اَضَلَّانَا مِنَ الْجِنِّ وَالْاِنْسِ نَجْعَلْهُمَا تَحْتَ اَقْدَامِنَا لِيَكُونَا مِنَ الْاَسْفَل۪ينَ
Kafir dibêjin: “Rabbê me! Ji cin û însanan ew ên ku me xerifandine nîşanî me bide. Ji bo ku bibin ji wan ên herî kêmxistî/riswaker em ê wan binpê bikin.
اِنَّ الَّذ۪ينَ قَالُوا رَبُّنَا اللّٰهُ ثُمَّ اسْتَقَامُوا تَتَنَزَّلُ عَلَيْهِمُ الْمَلٰٓئِكَةُ اَلَّا تَخَافُوا وَلَا تَحْزَنُوا وَاَبْشِرُوا بِالْجَنَّةِ الَّت۪ي كُنْتُمْ تُوعَدُونَ
Bêguman ew ên dibêjin: “Rabbê me Allah e” û paşê li ser îstîqametê ne, di ser wan de melaîket dadikevin (û dibêjin): “Netirsin, xemgîn jî nebin û bi wê cenneta ku li we hatîye weadkirin re kêfxweş bibin.”
نَحْنُ اَوْلِيَٓاؤُ۬كُمْ فِي الْحَيٰوةِ الدُّنْيَا وَفِي الْاٰخِرَةِۚ وَلَكُمْ ف۪يهَا مَا تَشْتَه۪ٓي اَنْفُسُكُمْ وَلَكُمْ ف۪يهَا مَا تَدَّعُونَۜ
“Em di jiyana dinyayê de jî û li axîretê jî dostên we ne. Li wê derê dilê we her çi bixwaze ji we re ye û hûn li wê derê her çi daxwaz bikin jî yê we ye.”
نُزُلًا مِنْ غَفُورٍ رَح۪يمٍ۟
“Wek ezimandineke/îkrameke ji (Allahê) Xafûr û Rahîm (bikevin wê derê).”
وَمَنْ اَحْسَنُ قَوْلًا مِمَّنْ دَعَٓا اِلَى اللّٰهِ وَعَمِلَ صَالِحًا وَقَالَ اِنَّن۪ي مِنَ الْمُسْلِم۪ينَ
Ji wî yê ku bi bal Allah ve gazî dike/vedixwîne û amelê salih dike û dibêje: “Ez ji muslîman im/ji evdên ku şirkê terk kirine û berê xwe bi tewhîdê dane Allah (yek ji wan) im.” gotinxweştir kî heye?
وَلَا تَسْتَوِي الْحَسَنَةُ وَلَا السَّيِّئَةُۜ اِدْفَعْ بِالَّت۪ي هِيَ اَحْسَنُ فَاِذَا الَّذ۪ي بَيْنَكَ وَبَيْنَهُ عَدَاوَةٌ كَاَنَّهُ وَلِيٌّ حَم۪يمٌ
Qencî û xerabî nabin weke hev. Tu (xerabîyê) bi awayekî xweşik def bike/biqewirîne. Wê demê tu yê bibînî ku ew kesê di navbera te û wî de dijminantî heye ji te re bûye dostekî dilgerm/dilsoz.
وَمَا يُلَقّٰيهَٓا اِلَّا الَّذ۪ينَ صَبَرُواۚ وَمَا يُلَقّٰيهَٓا اِلَّا ذُو حَظٍّ عَظ۪يمٍ
Ji wan ew ên sebirvan pê ve tu kesekî din nagihîje vê (exlâqê/mezîyetê). Ji xeynî kesên ku (ji xêrê) xwedî pareke mezin in pê ve kes nagihîje vê (exlâqê/mezîyetê).
وَاِمَّا يَنْزَغَنَّكَ مِنَ الشَّيْطَانِ نَزْغٌ فَاسْتَعِذْ بِاللّٰهِۜ اِنَّهُ هُوَ السَّم۪يعُ الْعَل۪يمُ
Eger ji şeytan niçkek/weweseyek ji te re were, xwe bispêre Allah. Bêguman ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
وَمِنْ اٰيَاتِهِ الَّيْلُ وَالنَّهَارُ وَالشَّمْسُ وَالْقَمَرُۜ لَا تَسْجُدُوا لِلشَّمْسِ وَلَا لِلْقَمَرِ وَاسْجُدُوا لِلّٰهِ الَّذ۪ي خَلَقَهُنَّ اِنْ كُنْتُمْ اِيَّاهُ تَعْبُدُونَ
Şev û roj, Tav (roj) û hîv jî ji ayetên Allah in. Eger hûn bitenê îbadetê wî dikin ji roj û hîvê re secde nekin. Ji Allahê xaliqê wan re secde bikin.
فَاِنِ اسْتَكْبَرُوا فَالَّذ۪ينَ عِنْدَ رَبِّكَ يُسَبِّحُونَ لَهُ بِالَّيْلِ وَالنَّهَارِ وَهُمْ لَا يَسْـَٔمُونَ
Eger xwe qure bikin (û nêzî secdekirina ji Allah re nebin), ew (melaîket) ên li cem Rabbê te wî bi şev û roj tesbîh dikin û aciz nabin/nakerixin.
وَمِنْ اٰيَاتِه۪ٓ اَنَّكَ تَرَى الْاَرْضَ خَاشِعَةً فَاِذَٓا اَنْزَلْنَا عَلَيْهَا الْمَٓاءَ اهْتَزَّتْ وَرَبَتْۜ اِنَّ الَّذ۪ٓي اَحْيَاهَا لَمُحْيِ الْمَوْتٰىۜ اِنَّهُ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ
Ji ayetên wî yek jî (ev e): Tu, ser rûyê erdê hişkeber/şorak/bêlebat dibînî. Dema ku em li ser wê avê/baranê dadixînin dilebite û hildipeke. Bêguman ew ê heyat dide (wê erda hişkeber), helbet wê mirîyan jî bivejîne/sax bike. Lewre ew qadirê her tiştî ye.
اِنَّ الَّذ۪ينَ يُلْحِدُونَ ف۪ٓي اٰيَاتِنَا لَا يَخْفَوْنَ عَلَيْنَاۜ اَفَمَنْ يُلْقٰى فِي النَّارِ خَيْرٌ اَمْ مَنْ يَأْت۪ٓي اٰمِنًا يَوْمَ الْقِيٰمَةِۜ اِعْمَلُوا مَا شِئْتُمْۙ اِنَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَص۪يرٌ
Ew ên der heqê ayetên me de meyldarî (ya batilê) dikin, ji me re veşartî namînin. Erê ma ew ê ku bi nava agir ve wê bê avêtin bixêrtir e an ew ê roja qiyametê bi ewlehî tê (bixêrtir e)? Hûn çi divên wê bikin. Bêşik ew, karûkirinên we dibîne.
اِنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا بِالذِّكْرِ لَمَّا جَٓاءَهُمْۚ وَاِنَّهُ لَكِتَابٌ عَز۪يزٌۙ
Bêguman, dema ji wan re Zikir/Qur'an hat û wê înkar kirine (dê berdêla van helwestên xwe bibînin). Hal ev e ku ew, Kitêbeke bi îzzet/bi şeref/bi rûmet e.
لَا يَأْت۪يهِ الْبَاطِلُ مِنْ بَيْنِ يَدَيْهِ وَلَا مِنْ خَلْفِه۪ۜ تَنْز۪يلٌ مِنْ حَك۪يمٍ حَم۪يدٍ
Ne ji pêş ve û ne ji paş ve batil nikare nêzî wê bibe. Ji hêla/ji alîyê (Allahê ku xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd ve hatîye daxistin.
مَا يُقَالُ لَكَ اِلَّا مَا قَدْ ق۪يلَ لِلرُّسُلِ مِنْ قَبْلِكَۜ اِنَّ رَبَّكَ لَذُو مَغْفِرَةٍ وَذُو عِقَابٍ اَل۪يمٍ
Tiştên ji te re têne gotin, ji wan ên ji pêxemberên berê re hatine gotin pê ve ne tiştekî din in. Bêguman Rabbê te xwedî mexfîret û xwedîyê ezaba biêş û jan e.
وَلَوْ جَعَلْنَاهُ قُرْاٰنًا اَعْجَمِيًّا لَقَالُوا لَوْلَا فُصِّلَتْ اٰيَاتُهُۜ ءَاَۭۘعْجَمِيٌّ وَعَرَبِيٌّۜ قُلْ هُوَ لِلَّذ۪ينَ اٰمَنُوا هُدًى وَشِفَٓاءٌۜ وَالَّذ۪ينَ لَا يُؤْمِنُونَ ف۪ٓي اٰذَانِهِمْ وَقْرٌ وَهُوَ عَلَيْهِمْ عَمًىۜ اُو۬لٰٓئِكَ يُنَادَوْنَ مِنْ مَكَانٍ بَع۪يدٍ۟
Eger me ew Qur'an li ser zimanekî ne Erebî daxistana wê wiha bigotana: “Ma ne pêwist/ne hewce bû ku ayetên wê bihata ravekirin? Kitêbeke Erebî û (pêxemberekî) Ereb!” Bibêje: “Ew, ji bo ew ên îman anîne re hîdayet û şîfa ye. Di guhên wan ên îman neanîne de jî giranî heye û ew (Qur'an) ji bo wan korîtî ye. Ha ew ên hanê, wekî wan (însanan) in ku ji ciheke dûr tên gazîkirin (Qur'anê nabihîzin û fêm nakin).”
وَلَقَدْ اٰتَيْنَا مُوسَى الْكِتَابَ فَاخْتُلِفَ ف۪يهِۜ وَلَوْلَا كَلِمَةٌ سَبَقَتْ مِنْ رَبِّكَ لَقُضِيَ بَيْنَهُمْۜ وَاِنَّهُمْ لَف۪ي شَكٍّ مِنْهُ مُر۪يبٍ
Sond be, me Kitêb da Mûsa. Li ser wê ketin îxtîlafê. Eger ji Rabbê te sozêke di berê de nebûya, helbet wê der heqê wan de hukim bihata dayîn. Bêguman ew, (li dij Kitêbê) di nava gumanekî de ne ku bêaramîtî dide wan.
مَنْ عَمِلَ صَالِحًا فَلِنَفْسِه۪ وَمَنْ اَسَٓاءَ فَعَلَيْهَاۜ وَمَا رَبُّكَ بِظَلَّامٍ لِلْعَب۪يدِ
Her kî amelê salih bike, ew di leha wî de ye/jê re baş e. Kî jî xerabî bike, di aleyha wî de ye. Rabbê te li ser evdên xwe ne zilimkar e.
اِلَيْهِ يُرَدُّ عِلْمُ السَّاعَةِۜ وَمَا تَخْرُجُ مِنْ ثَمَرَاتٍ مِنْ اَكْمَامِهَا وَمَا تَحْمِلُ مِنْ اُنْثٰى وَلَا تَضَعُ اِلَّا بِعِلْمِه۪ۜ وَيَوْمَ يُنَاد۪يهِمْ اَيْنَ شُرَكَٓاء۪يۙ قَالُٓوا اٰذَنَّاكَۙ مَا مِنَّا مِنْ شَه۪يدٍۚ
Agahîya qiyametê bi bal Allah ve tê sipartin/hewaleyê wî ye. Beyî ilma wî fêkî ji bûtika xwe/ji gulpika xwe dernakeve. Qet tu jin hamîle namîne û nawelidîne/zarok nayne. Wê roja ku (Allah) wiha gazî wan dike: “Ka, li ku ne ew şirîkên min?” wê wiha bibêjin: “Em ji te re îlân dikin û radigihînin ku (li ser hebûna şirîkên te) kesekî ji me ku şahidî bike tune.”
وَضَلَّ عَنْهُمْ مَا كَانُوا يَدْعُونَ مِنْ قَبْلُ وَظَنُّوا مَا لَهُمْ مِنْ مَح۪يصٍ
Ew tiştên ku berê de ji wan re dûa dikirin bitevahî winda bûn, çûn. Û wan bi agahîyeke qethî fêm kir ku ji wan re cihê revê jî tune.
لَا يَسْـَٔمُ الْاِنْسَانُ مِنْ دُعَٓاءِ الْخَيْرِۘ وَاِنْ مَسَّهُ الشَّرُّ فَيَؤُ۫سٌ قَنُوطٌ
Însan, ji daxwazîya xêrê qet naweste/nabetile. (Lê belê) dema ku serwerîya bi ser de bê hema hêvîya xwe winda dike û bê umîd dimîne.
وَلَئِنْ اَذَقْنَاهُ رَحْمَةً مِنَّا مِنْ بَعْدِ ضَرَّٓاءَ مَسَّتْهُ لَيَقُولَنَّ هٰذَا ل۪يۙ وَمَٓا اَظُنُّ السَّاعَةَ قَٓائِمَةًۙ وَلَئِنْ رُجِعْتُ اِلٰى رَبّ۪ٓي اِنَّ ل۪ي عِنْدَهُ لَلْحُسْنٰىۚ فَلَنُنَبِّئَنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا بِمَا عَمِلُواۘ وَلَنُذ۪يقَنَّهُمْ مِنْ عَذَابٍ غَل۪يظٍ
Eger zerarek bi ser wî de bê û paşê em rahmetekê ji cem xwe bi wî bitamînin muheqeq wê bibêje: “Ev (heq) ê min e û ez ne bawer im ku qiyamet jî rabe. Eger ez bi bal Rabbê xwe ve bêm vegerandin jî li cem wî ji bo min ya herî xweşiktir heye.” Sond be ku em ê kafiran bi karûkirinên wan agahdar bikin û dîsa sond be ku em ê ezabê herî giran/dijwar bi wan bitamînin.
وَاِذَٓا اَنْعَمْنَا عَلَى الْاِنْسَانِ اَعْرَضَ وَنَاٰ بِجَانِبِه۪ۚ وَاِذَا مَسَّهُ الشَّرُّ فَذُو دُعَٓاءٍ عَر۪يضٍ
Dema ku em nîmetek didin însan (ji şikirdarîyê) rû vedigerîne û (şûna ku ji bo nîmetê şikur bike ji me) dûr dibe. Dema ku şerek pê bigire jî dest bi dûayên duvedirêj dike.
قُلْ اَرَاَيْتُمْ اِنْ كَانَ مِنْ عِنْدِ اللّٰهِ ثُمَّ كَفَرْتُمْ بِه۪ مَنْ اَضَلُّ مِمَّنْ هُوَ ف۪ي شِقَاقٍ بَع۪يدٍ
Bibêje: “Fikrê we/ramana we çî ye? (Ka bibêjin! Eger ew Qur'an) ji îndallah be û paşê we ew înkar kiribe! (Di vê rewşê de) ji wî kesî ku di nav cihêbûneke dûr de ye xerifîtir kî heye?”
سَنُر۪يهِمْ اٰيَاتِنَا فِي الْاٰفَاقِ وَف۪ٓي اَنْفُسِهِمْ حَتّٰى يَتَبَيَّنَ لَهُمْ اَنَّهُ الْحَقُّۜ اَوَلَمْ يَكْفِ بِرَبِّكَ اَنَّهُ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ شَه۪يدٌ
Em ê ayetên xwe hem di ufûqê de hem jî di nefsa wan de nîşanî wan bidin da ku bi awayekî teqez ji wan re diyar bibe ku ew (Qur'an) heq e. Şahidbûna Rabbê te ya li ser her tiştî ne bes e?
اَلَٓا اِنَّهُمْ ف۪ي مِرْيَةٍ مِنْ لِقَٓاءِ رَبِّهِمْۜ اَلَٓا اِنَّهُ بِكُلِّ شَيْءٍ مُح۪يطٌ
Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman ew, ji leqayîhatina Rabbê xwe di şubhê de ne. Dîqat bikin! Bêguman ew (Allah), yê ku her tiştî (hawîrdor zeft kiriye) Muhît e.