Sure 42

Sûreya Şûrâ

Mekke53 ayetŞêwir

الشورى
Der barê Sûreyê de

Sûreya Şûrâ, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û pêncî û sê (53) ayet e. Di Qur’anê de sûreya çil û duyemîn e. Sûreya Şûrâ, navê xwe ji ayeta 38. sitendîye. Di vê ayetê de peyva Şûrâ dibore û behsa ji bo hemû muslîman di her mijarî de divê ku di navbera xwe de bi şêwr tevbigerin dike. Temasa mijara wehîyê dike. Pey re li ser aîdîyeta rêveberîya wî ya mutleq û serwerîya Allah (ac) ya di erd û esmanan de disekine. Bal li ser vê mijarê dikişine ku Qur’an bi zimanê Erebî ye û teqez berhema wehîyê ye. Ligel vê, emrê vexwendina aqîdeya tewhîdê li Rasûlullah (ass) tê kirin.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

كَذٰلِكَ يُوح۪ٓي اِلَيْكَ وَاِلَى الَّذ۪ينَ مِنْ قَبْلِكَۙ اللّٰهُ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُ

Ew Allahê (xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm, ji te re û ji (pêxember) ên berî te re bi vî awayî wehîy dike.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

لَهُ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَمَا فِي الْاَرْضِۜ وَهُوَ الْعَلِيُّ الْعَظ۪يمُ

Tiştên li erd û esmanan bi tevahî aîdê Allah in. Û ew, (bi zat û sifetên xwe pir bilind) Alîy û (bi zat û sifetên xwe pir mezin) Azîm e.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

تَكَادُ السَّمٰوَاتُ يَتَفَطَّرْنَ مِنْ فَوْقِهِنَّ وَالْمَلٰٓئِكَةُ يُسَبِّحُونَ بِحَمْدِ رَبِّهِمْ وَيَسْتَغْفِرُونَ لِمَنْ فِي الْاَرْضِۜ اَلَٓا اِنَّ اللّٰهَ هُوَ الْغَفُورُ الرَّح۪يمُ

Hema mabû ku esman (ji ber ezameta Allah) biqelişe. Melaîket jî Rabbê xwe bi hemd tesbîh dikin û ji bo yên li erdê re mexfîret daxwaz dikin. Baldar bin/Dîqat bikin! Bêguman Allah, (belê) ew, Bêguman Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên we pir bi merhamet) Rahîm e.

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَالَّذ۪ينَ اتَّخَذُوا مِنْ دُونِه۪ٓ اَوْلِيَٓاءَ اللّٰهُ حَف۪يظٌ عَلَيْهِمْۘ وَمَٓا اَنْتَ عَلَيْهِمْ بِوَك۪يلٍ

Ew ên dev ji Allah berdane û ji xwe re dostên din girtine (hene!) Allah li ser wan çavnêr e. Tu li ser wan ne wekîl î.

Jêrenot
(Li ser mijara dost û welî girtina heyînên ji xeynî Allah bnr. 6/En’am, 14; 29/ Ankebût, 41)
7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَكَذٰلِكَ اَوْحَيْنَٓا اِلَيْكَ قُرْاٰنًا عَرَبِيًّا لِتُنْذِرَ اُمَّ الْقُرٰى وَمَنْ حَوْلَهَا وَتُنْذِرَ يَوْمَ الْجَمْعِ لَا رَيْبَ ف۪يهِۜ فَر۪يقٌ فِي الْجَنَّةِ وَفَر۪يقٌ فِي السَّع۪يرِ

Herwiha ji bo ku tu Ummu’l Qurâ/Dêya Bajaran (Mekke) û hawîrdorê wê hişyar bikî û (însanan) bi wê Roja Civînê hişyar bikî me ji te re Qur'aneke Erebî wehîy kir. (Roja Qiyametê) komek li cennetê ye û komek jî di nav agirê ku alavên bi erjeng/bi dehşet direşîne de ne.

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَلَوْ شَٓاءَ اللّٰهُ لَجَعَلَهُمْ اُمَّةً وَاحِدَةً وَلٰكِنْ يُدْخِلُ مَنْ يَشَٓاءُ ف۪ي رَحْمَتِه۪ۜ وَالظَّالِمُونَ مَا لَهُمْ مِنْ وَلِيٍّ وَلَا نَص۪يرٍ

Eger Allah bixwesta, wê wan bikira yek ummetek. Lê ew kîjanî bixwaze daxilê rahmeta xwe dike. Heçî ji bo zilimkaran ne tu dostek û ne jî alîkarek heye.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَمِ اتَّخَذُوا مِنْ دُونِه۪ٓ اَوْلِيَٓاءَۚ فَاللّٰهُ هُوَ الْوَلِيُّ وَهُوَ يُحْيِ الْمَوْتٰىۘ وَهُوَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ۟

Nexwe, ji xeynî Allah dostan/welîyan girtin? Dostê/Welîyê heqîqî Allah e. Ew, mirîyan vedijîne. Ew, qadirê her tiştî ye.

Jêrenot
(Li ser mijara dost û welî girtina heyînên ji xeynî Allah bnr. 6/En’am, 14; 29/ Ankebût, 41)