23Sûreya Hadîd
لِكَيْلَا تَأْسَوْا عَلٰى مَا فَاتَكُمْ وَلَا تَفْرَحُوا بِمَٓا اٰتٰيكُمْۜ وَاللّٰهُ لَا يُحِبُّ كُلَّ مُخْتَالٍ فَخُورٍۙ
(Nivîsandina her tiştê di Lewhê Mehfûz de) ji bo vê ye ku; bi ya ji destê we derket hûn pê xemgîn nebin û bi ya ku ji we re hate dayîn jî hûn (bi wê) bi ser xwe de neçin. Allah, hez wan kesên qure û yê xwe dinepixînin nake.
Jêrenot
(Îmana bi qederê, mirovan ji evdîtîya eşyayan û bûyeran û ji nexweş ketina şaqizîtîya hebûnîyê û jibîr kirina tûnetîyê diparêze. Ew kesê bizanibe ku hebûn û tûnebûn û nîmet û musîbet ji hêla/ji alîyê Allah ve hatine teqdîrkirin û ya ku hatîye nivîsandin teqez pêk tê, ji ya ku jê re hatîye teqdîrkirin razî ye û teslîmî Allah (ac) dibe. Şikur a ku îmtîhana nîmetan e û sebir a ku îmtîhana musîbetan e wê bi heqî pêk tîne/dihêne.)