Sure 57

Sûreya Hadîd

Medîne29 ayetHesin

الحديد
Der barê Sûreyê de

Sûreya Hadîd, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û bîst û neh (29) ayet e. Di Qur’anê de sûreya pêncî û heftemîn e. Hadîd, tê ser maneya hesin. Ev peyv di ayeta 25. de dibore û sûre jî bi vê peyvê binav bûye. Sifetên Allah (ac) û delîlên ilim û qûdreta wî û pêdivîtîya îman anîn û qencîkarî û rewşa mûmînan û munafiqan ya li axîretê û maneya jiyana dinyayê û têgihana rûhbantîya di Xirîstanîyê de tê vegotin.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

سَبَّحَ لِلّٰهِ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۚ وَهُوَ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُ

Her çi tiştên li erd û esmanan hene, Allah tesbîh dikin. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

لَهُ مُلْكُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۚ يُحْي۪ وَيُم۪يتُۚ وَهُوَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ

Serwerîya/hakimîyeta erd û esmanan aîdê wî ye. Divejîne û dimirîne. Ew, qadirê her tiştî ye.

هُوَ الْاَوَّلُ وَالْاٰخِرُ وَالظَّاهِرُ وَالْبَاطِنُۚ وَهُوَ بِكُلِّ شَيْءٍ عَل۪يمٌ

Ew, (yê ku qadîm û ezelî) Ewwel û (yê ku mayînde û bêdawî) Axîr û (yê ku delîlên hebûna wî vikîvekirî ye) Zahîr û (yê ku aqil heqîqeta wî bitemamî nikare îdraq bike û nêzî evdên xwe ye) Batin e û ew zanayê her tiştî ye.

هُوَ الَّذ۪ي خَلَقَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ ف۪ي سِتَّةِ اَيَّامٍ ثُمَّ اسْتَوٰى عَلَى الْعَرْشِۜ يَعْلَمُ مَا يَلِجُ فِي الْاَرْضِ وَمَا يَخْرُجُ مِنْهَا وَمَا يَنْزِلُ مِنَ السَّمَٓاءِ وَمَا يَعْرُجُ ف۪يهَاۜ وَهُوَ مَعَكُمْ اَيْنَ مَا كُنْتُمْۜ وَاللّٰهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَص۪يرٌ

Ew ê ku erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye û piştre li ser arşê îstîwa kiriye ew e. Ew, bi ya ku dikeve erdê û bi ya ku jê derdikeve û bi ya ku ji esman tê xwarê û bi ya ku hildikişe esman jî dizane. Hûn li ku derê bin ew, ligel we ye. Allah, li ser karûkirinên we bîner e.

Jêrenot
(Îstîwa kirina Allah (ac) ya li ser erşê, çawa nabe asteng ku her daîm bi ilmê xwe û bi dîtina xwe û bi dorpêçkirina xwe ligel evdên xwe ye, weke vê, ji bo bi zat û sifetên xwe ji herî berz/bilind (Alîy) bûna wî re jî nabe asteng. Ji hevgirtina/bitûnîya Qur'an û sunnetê em fêm dikin ku; Allah (ac) li ser heft qet esman de îstîwayê erşê kiriye; bi dîtina xwe û bi sehkirina xwe û bi ilmê xwe her daîm ligel evdên xwe ye. Wekî din, der heqê nav û sifetên Allah (ac) de bnr. 3/Âl-î Îmran, 181; 7/A’râf, 180; 42/Şûrâ, 11)

لَهُ مُلْكُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ وَاِلَى اللّٰهِ تُرْجَعُ الْاُمُورُ

Serwerîya/hakimîyeta erd û esmanan aîdê wî ye. Hemû kar bi bal Allah ve tên vegerandin.

يُولِجُ الَّيْلَ فِي النَّهَارِ وَيُولِجُ النَّهَارَ فِي الَّيْلِۜ وَهُوَ عَل۪يمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ

Şevê bi rojê ve û rojê jî bi şevê ve dixe. Ew, bi ya ku di singan de veşartîye dizane.

اٰمِنُوا بِاللّٰهِ وَرَسُولِه۪ وَاَنْفِقُوا مِمَّا جَعَلَكُمْ مُسْتَخْلَف۪ينَ ف۪يهِۜ فَالَّذ۪ينَ اٰمَنُوا مِنْكُمْ وَاَنْفَقُوا لَهُمْ اَجْرٌ كَب۪يرٌ

Îman bi Allah û bi rasûlê wî bînin. Ji (mal) ên ku we li ser wan kiriye xwedî raye înfaq bikin. Ji we, yên ku îman anîne û înfaq dikin re xelateke mezin heye.

وَمَا لَكُمْ لَا تُؤْمِنُونَ بِاللّٰهِۚ وَالرَّسُولُ يَدْعُوكُمْ لِتُؤْمِنُوا بِرَبِّكُمْ وَقَدْ اَخَذَ م۪يثَاقَكُمْ اِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِن۪ينَ

Çi dibe ji we; digel ku pêxember hûn gazî bawerîya bi Rabbê we ve dike lê hûn îman bi Allah naynin? Jixwe (li ser îman anîna we) peymaneke asê ji we stendibû. Eger hûn mûmîn bin (pêwistîya vê vexwendinê û ehda xwe pêk bînin).

هُوَ الَّذ۪ي يُنَزِّلُ عَلٰى عَبْدِه۪ٓ اٰيَاتٍ بَيِّنَاتٍ لِيُخْرِجَكُمْ مِنَ الظُّلُمَاتِ اِلَى النُّورِۜ وَاِنَّ اللّٰهَ بِكُمْ لَرَؤُ۫فٌ رَح۪يمٌ

Ji bo ku we ji tarîtîyan bi bal ronahîyê ve derxîne, ayetên vikîvekirî li ser evdê xwe daxistîye ew e. Bêguman Allah, li ser we (yê bi şefqet) Raûf û (yê bi merhamet) Rahîm e.

Tefsîrên Sûreya Hadîd

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.