ثُمَّ قَفَّيْنَا عَلٰٓى اٰثَارِهِمْ بِرُسُلِنَا وَقَفَّيْنَا بِع۪يسَى ابْنِ مَرْيَمَ وَاٰتَيْنَاهُ الْاِنْج۪يلَ وَجَعَلْنَا ف۪ي قُلُوبِ الَّذ۪ينَ اتَّبَعُوهُ رَأْفَةً وَرَحْمَةًۜ وَرَهْبَانِيَّةًۨ ابْتَدَعُوهَا مَا كَتَبْنَاهَا عَلَيْهِمْ اِلَّا ابْتِغَٓاءَ رِضْوَانِ اللّٰهِ فَمَا رَعَوْهَا حَقَّ رِعَايَتِهَاۚ فَاٰتَيْنَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا مِنْهُمْ اَجْرَهُمْۚ وَكَث۪يرٌ مِنْهُمْ فَاسِقُونَ
Piştre, rasûlên xwe yên peyrevên wan in di pey hevdu de şandin. Me Îsayê kurê Meryem jî di pey wan de şand. Me Încîl dabû wî û di qelbên wan ên bibûn tabiê wî de şefqet û merhamet çêkir. Ew ruhbanîtî (ya dest kişandina ji heyatê û bitenê meşxulîyeta bi îbadetan) wek bîdet xistine holê, me li ser wan ferz nekiribû. Ji bo bi dest xistina razîbûna Allah (di dîn de wek nûyîtîyek/nûjenîyek) kirin lê heqê wê jî pêk neanîn. Me ecira mûmînên ji nava wan daye. Pirên wan fasiq in.
Jêrenot
(Allah (ac); rasûlên xwe ji bo ku civak bi tewhîdê islah bikin û ser rûyê erdê bi xêr ava/îmar bikin û edaletê qayîm bikin şandîye. Hilkişîna şikeftan û di nav civaka îslâmê de terikandina cemaetê, yanê terka isleha civakê û pirzêde sekna li ser isleha ferdî ne rêya pêxemberan e. Filleyan, ji ber ku zehmetîya isleha civaka xerabûyî ne didan ber çavê xwe, rabûn ruhbanîtî îcat kirin û bîdet derxistin. Berê xwe bi birçîbûnê û bi tenêbûnê dane jiyaneke xamoşan/munzewî ku ev rewş însanan li dij wesweseyên şeytanan bêsitar dihêle. Ji bo islehê ketibûn nava şikeftan, lê belê bi aqîdeya teslîsê û wek kahînan û bûne kesên ku bi cin û şeytanan re di têkilîyê de ne ji nav şikeftan derketin.
Li ser vê bingehê, ew kesê ku bixwaze nefsa xwe paqij bike û civakê isleh bike, mecbure ku bibe tabiê rêya pêxemberan. Her tetbîqa/kiryarîya derê sunnetê ya ku ne li gor rêbaza pêxemberan e, dijberîtîya rasûl (ass) bixwe ye. Û her dijberîtî jî mehkûmê encama ezaba axîretê û fitneyeke dînî-dinyewî ye. (Bnr. 24/Nûr, 63))