4Sûreya Hadîd
هُوَ الَّذ۪ي خَلَقَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ ف۪ي سِتَّةِ اَيَّامٍ ثُمَّ اسْتَوٰى عَلَى الْعَرْشِۜ يَعْلَمُ مَا يَلِجُ فِي الْاَرْضِ وَمَا يَخْرُجُ مِنْهَا وَمَا يَنْزِلُ مِنَ السَّمَٓاءِ وَمَا يَعْرُجُ ف۪يهَاۜ وَهُوَ مَعَكُمْ اَيْنَ مَا كُنْتُمْۜ وَاللّٰهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَص۪يرٌ
Ew ê ku erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye û piştre li ser arşê îstîwa kiriye ew e. Ew, bi ya ku dikeve erdê û bi ya ku jê derdikeve û bi ya ku ji esman tê xwarê û bi ya ku hildikişe esman jî dizane. Hûn li ku derê bin ew, ligel we ye. Allah, li ser karûkirinên we bîner e.
Jêrenot
(Îstîwa kirina Allah (ac) ya li ser erşê, çawa nabe asteng ku her daîm bi ilmê xwe û bi dîtina xwe û bi dorpêçkirina xwe ligel evdên xwe ye, weke vê, ji bo bi zat û sifetên xwe ji herî berz/bilind (Alîy) bûna wî re jî nabe asteng. Ji hevgirtina/bitûnîya Qur'an û sunnetê em fêm dikin ku; Allah (ac) li ser heft qet esman de îstîwayê erşê kiriye; bi dîtina xwe û bi sehkirina xwe û bi ilmê xwe her daîm ligel evdên xwe ye. Wekî din, der heqê nav û sifetên Allah (ac) de bnr. 3/Âl-î Îmran, 181; 7/A’râf, 180; 42/Şûrâ, 11)