9Sûreya Haşr
وَالَّذ۪ينَ تَبَوَّؤُ الدَّارَ وَالْا۪يمَانَ مِنْ قَبْلِهِمْ يُحِبُّونَ مَنْ هَاجَرَ اِلَيْهِمْ وَلَا يَجِدُونَ ف۪ي صُدُورِهِمْ حَاجَةً مِمَّٓا اُو۫تُوا وَيُؤْثِرُونَ عَلٰٓى اَنْفُسِهِمْ وَلَوْ كَانَ بِهِمْ خَصَاصَةٌۜ وَمَنْ يُوقَ شُحَّ نَفْسِه۪ فَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَۚ
Ew (Ensar); ên ehlê îmanê ne ku berîya wan (ên muhacir) warê (Medîne) amade kiribûn, hez hîcretkirîyan dikin û ji ber tiştên ku ji wan (muhaciran) re tê dayîn çavnebarîyê nakin. Digel ku bi şîdet hewcedarin jî (birayên xwe) li ser xwe çêtir digirin. Her kî xwe ji xwedbînîya/bexîlîya nefsa xwe biparêze ha ew, yên ku gihîştine xelasîyê bixwe ne.