Sure 59

Sûreya Haşr

Medîne24 ayetCivîn

الحشر
Der barê Sûreyê de

Sûreya Haşr, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û bîst û çar (24) ayet e. Di Qur’anê de sûreya pêncî û nehemîn e. Sûre, navê xwe ji peyva Haşr sitendîye. Haşr, tê ser maneya civandin. Sûre, bi gelemperî behsa nefîya Benî Nadr dike ku ew, qewmekî Cihû bûn û bi xerakirina peymana xwe îxanet li Rasûlullah (ass) kiribûn. Meqseda vê sûreyê rohekî wisan bi mûmînan bide qezenckirin ku; bibin xwedî îmanekî li ser yeqînê û exlaqekî serdest û şiûra alîkarî û piştevanîyekî bi manewîyateke qewîn.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

سَبَّحَ لِلّٰهِ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَمَا فِي الْاَرْضِۚ وَهُوَ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُ

Her çi tiştên li erd û esmanan hene, Allah tesbîh dikin. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

هُوَ الَّذ۪ٓي اَخْرَجَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا مِنْ اَهْلِ الْكِتَابِ مِنْ دِيَارِهِمْ لِاَوَّلِ الْحَشْرِۜ مَا ظَنَنْتُمْ اَنْ يَخْرُجُوا وَظَنُّٓوا اَنَّهُمْ مَانِعَتُهُمْ حُصُونُهُمْ مِنَ اللّٰهِ فَاَتٰيهُمُ اللّٰهُ مِنْ حَيْثُ لَمْ يَحْتَسِبُوا وَقَذَفَ ف۪ي قُلُوبِهِمُ الرُّعْبَ يُخْرِبُونَ بُيُوتَهُمْ بِاَيْد۪يهِمْ وَاَيْدِي الْمُؤْمِن۪ينَ فَاعْتَبِرُوا يَٓا اُو۬لِي الْاَبْصَارِ

Ew e, yê ku kafirên ji ehlêkitêb di nefîya ewil de ew ji warên wan derxistibû. We ne difikirî ku wê ew derkevin. Wan jî zen dikirin ku wê kelhên wan dê ew ji Allah biparêzin. Lê belê Allah, ji cihekî ku wan qet bîra wê nedibir ve hate wan û tirsekî bişîdet xiste qelbên wan. Xanîyên xwe bi destên xwe û bi destên mûmînan xerab dikirin. Gelî ew ên xwedî besîret, îbretê bigirin!

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَلَوْلَٓا اَنْ كَتَبَ اللّٰهُ عَلَيْهِمُ الْجَلَٓاءَ لَعَذَّبَهُمْ فِي الدُّنْيَاۜ وَلَهُمْ فِي الْاٰخِرَةِ عَذَابُ النَّارِ

Eger Allah, nefiykirinê li ser wan nenivîsîba teqez wê li dinyayê (bi awayekî din) ezab li wan bikira. Ji bo wan li axîretê ezabê agir heye.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

ذٰلِكَ بِاَنَّهُمْ شَٓاقُّوا اللّٰهَ وَرَسُولَهُۚ وَمَنْ يُشَٓاقِّ اللّٰهَ فَاِنَّ اللّٰهَ شَد۪يدُ الْعِقَابِ

Ev, ji ber vê ye ku wan li dij Allah û Rasûlê wî re serî hildane û di sefên li hemberê wan de cih girtine. Her kî ji Allah re serî rake/di sefên li dij de cih bigire bêguman Allah, yê ku cezayê wî pir dijwar e.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

مَا قَطَعْتُمْ مِنْ ل۪ينَةٍ اَوْ تَرَكْتُمُوهَا قَٓائِمَةً عَلٰٓى اُصُولِهَا فَبِاِذْنِ اللّٰهِ وَلِيُخْزِيَ الْفَاسِق۪ينَ

We ji darên xurmeyan çi birîbin an jî li ser qurmê wan li pîya hiştibin, ew (hemû) bi destûra Allah e. Û ji bo wê ye ku, fasiqan kêmxistî û riswa bike.

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَمَٓا اَفَٓاءَ اللّٰهُ عَلٰى رَسُولِه۪ مِنْهُمْ فَمَٓا اَوْجَفْتُمْ عَلَيْهِ مِنْ خَيْلٍ وَلَا رِكَابٍ وَلٰكِنَّ اللّٰهَ يُسَلِّطُ رُسُلَهُ عَلٰى مَنْ يَشَٓاءُۜ وَاللّٰهُ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ

Ew fey a ku Allah ji wan (sitend û) da pêxemberê xwe, ji bo bi dest xistina wê (feyê), we ne hespek û ne jî deveyek ajotibû. Lê belê Allah, kî bivê dê li dijî wan pêxemberê xwe muselletê wan bike. Allah, li ser her tiştî qadir e.

Jêrenot
(Ji wê malê xenîmetê ya ku bê şer bi dest dikeve jê re “Fey” tê gotin. Ev, wekî xenîmeta ku di şer de tê bi destxistin di navbera mucahîdan de nayê parvekirin.)
7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

مَٓا اَفَٓاءَ اللّٰهُ عَلٰى رَسُولِه۪ مِنْ اَهْلِ الْقُرٰى فَلِلّٰهِ وَلِلرَّسُولِ وَلِذِي الْقُرْبٰى وَالْيَتَامٰى وَالْمَسَاك۪ينِ وَابْنِ السَّب۪يلِۙ كَيْ لَا يَكُونَ دُولَةً بَيْنَ الْاَغْنِيَٓاءِ مِنْكُمْۜ وَمَٓا اٰتٰيكُمُ الرَّسُولُ فَخُذُوهُ وَمَا نَهٰيكُمْ عَنْهُ فَانْتَهُواۚ وَاتَّقُوا اللّٰهَۜ اِنَّ اللّٰهَ شَد۪يدُ الْعِقَابِۢ

Fey ên ku Allah ji welatên (fetihkirî) ji pêxemberê xwe re (îhsan kiriye); ji bo Allah û Rasûlê wî û eqrebayên nêz û sêwîyan û feqîrên miskîn/hewcedar û rêwingên di rê de mayî ne. Bi vî awayî bila (malê xenîmetê) nebe malekî ku bitenê di destê dewlemendan de digere (û ew ên maldar jî bi vî awayî li ser xîzanan serdestîyeke daîmî bi dest nexin). Pêxember, her çi bide ber we pê bigirin û ji bo we her çi qedexe kiribe jî hûn dev jê berdin. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Qet guman tune Allah ew e ku, cezadayina wî dijwar e.

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

لِلْفُقَرَٓاءِ الْمُهَاجِر۪ينَ الَّذ۪ينَ اُخْرِجُوا مِنْ دِيَارِهِمْ وَاَمْوَالِهِمْ يَبْتَغُونَ فَضْلًا مِنَ اللّٰهِ وَرِضْوَانًا وَيَنْصُرُونَ اللّٰهَ وَرَسُولَهُۜ اُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الصَّادِقُونَۚ

(Wekî din fey,) ji feqîrên muhaciran ku ji welatên xwe hatine derxistin û malên wan jî (ji dest wan hatîye sitendin) û ew ên li lutf û razîbûna Rabbê xwe digerin û alîkarîya Allah û rasûlê wî dikin re ye. Ha ewana yên sadiq/rast bixwe ne.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَالَّذ۪ينَ تَبَوَّؤُ الدَّارَ وَالْا۪يمَانَ مِنْ قَبْلِهِمْ يُحِبُّونَ مَنْ هَاجَرَ اِلَيْهِمْ وَلَا يَجِدُونَ ف۪ي صُدُورِهِمْ حَاجَةً مِمَّٓا اُو۫تُوا وَيُؤْثِرُونَ عَلٰٓى اَنْفُسِهِمْ وَلَوْ كَانَ بِهِمْ خَصَاصَةٌۜ وَمَنْ يُوقَ شُحَّ نَفْسِه۪ فَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَۚ

Ew (Ensar); ên ehlê îmanê ne ku berîya wan (ên muhacir) warê (Medîne) amade kiribûn, hez hîcretkirîyan dikin û ji ber tiştên ku ji wan (muhaciran) re tê dayîn çavnebarîyê nakin. Digel ku bi şîdet hewcedarin jî (birayên xwe) li ser xwe çêtir digirin. Her kî xwe ji xwedbînîya/bexîlîya nefsa xwe biparêze ha ew, yên ku gihîştine xelasîyê bixwe ne.