90Sûreya Hîcr
كَمَٓا اَنْزَلْنَا عَلَى الْمُقْتَسِم۪ينَۙ
Çawa ku me ji wan ên parve kiribûn re daxistibû.
Jêrenot
(Di hevoka “ên parve kiribûn...” de meqset ev e; dibe ku muxetebê yekem a vê ayetê Qureyş e. Lewre ew (Qewmê Qureyşîyan) der heqê Qur'anê de kom bi kom ji hev cuda bibûn û xwedî ramanên curbicur bûn. Hin ji wan Qur'anê wek sêhr binav dikirin û hinan digotin ev şiîr e/helbest e û hinan digotin ev berbêjî ye û hinan jî digotin ev çîrokên berê ne...
Di heman demê de qesta vê ayetê dibe ku Ehlê Kitêb in. Lewre ewana ji xeynî wehîyê hin Kitêban nivîsandibûn û paşê li dor van Kitêban kom bi kom ji hevdû veqetîya bûn.
(Bnr. 23/Mu’mînûn, 53))