﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke99 ayetHîcr
Sûreya Hîcr, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û not û neh (99) ayet e. Di Qur’anê de sûreya pazdehem e. Di nava sûreyê de behsa qewmê (Hîcr) ku di nav teht û latên necirandine de rûdiniştin tê/dihê kirin. Ji ber vê yekê bi navê Hîcr hatîye navandin. Di ayeta 9. de li ser parastîbûna Qur’anê hatîye sekinandin. Herwisa behsa sedema xuliqandina çiyan û heşînahîyan û ba û baran tê kirin. Ligel vê xuliqandina însan û cinan û rewşa peyrevên şeytan û mêvanên Îbrahîm (as) û qiseya Lût (as) û qewmê wî jî tê vegotin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
الٓرٰ۠ تِلْكَ اٰيَاتُ الْكِتَابِ وَقُرْاٰنٍ مُب۪ينٍ
Elîf, Lâm, Râ. Ev, ayetên vê Kitêbê û Qur'an’a mûbîn/vikîvekirî ye.
رُبَمَا يَوَدُّ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا لَوْ كَانُوا مُسْلِم۪ينَ
Demeke wisan dibe ku; ew ên kafir wê gelek caran daxwaz bikin ku muslîm (ew evdên ku şirkê terk kirine û bi tewhîdê berê xwe dane Allah) bibûna.
ذَرْهُمْ يَأْكُلُوا وَيَتَمَتَّعُوا وَيُلْهِهِمُ الْاَمَلُ فَسَوْفَ يَعْلَمُونَ
Wan (di halê xwe de bihêle û) biterikîne! Bila bixwin û kêfa xwe bikin û bi hêvîyên pûç mijul bibin. (Çawa be jî ew dê heqîqetê) pir di nêz de bizanibin/fêm bikin.
وَمَٓا اَهْلَكْنَا مِنْ قَرْيَةٍ اِلَّا وَلَهَا كِتَابٌ مَعْلُومٌ
Hetanî nivîsekî pêzan (ku aqûbeta wan di pêş de biryarkirî ye) nebe, me tu welatekî helak nekiriye.
مَا تَسْبِقُ مِنْ اُمَّةٍ اَجَلَهَا وَمَا يَسْتَأْخِرُونَ
Tu ummetek ne dikare ecelê xwe pêş ve bide û ne jî dikare paş de bimîne.
وَقَالُوا يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ي نُزِّلَ عَلَيْهِ الذِّكْرُ اِنَّكَ لَمَجْنُونٌۜ
Gotin: “Hê ew ê ku zikir (Qur'an) li ser wî hatîye daxistin! Bi rastî tu dînekî ku bi cinan ketî yî.”
لَوْ مَا تَأْت۪ينَا بِالْمَلٰٓئِكَةِ اِنْ كُنْتَ مِنَ الصَّادِق۪ينَ
“Eger tu rast dibêjî ma ne hewce bû ku te ji me re melâîketan daxistana.”
مَا نُنَزِّلُ الْمَلٰٓئِكَةَ اِلَّا بِالْحَقِّ وَمَا كَانُٓوا اِذًا مُنْظَر۪ينَ
Em melâîketan her bi heqî dadixînin. Wê gavê ew nayên sekinandin (di lehzê de wê bên helakkirin).
اِنَّا نَحْنُ نَزَّلْنَا الذِّكْرَ وَاِنَّا لَهُ لَحَافِظُونَ
Bêguman me zikir/Qur'an nazil kiriye. Qet tu guman tune ku parêzvanê wê jî em bixwe ne.
وَلَقَدْ اَرْسَلْنَا مِنْ قَبْلِكَ ف۪ي شِيَعِ الْاَوَّل۪ينَ
Sond be, me ji wan ummetên berîya te re jî pêxemberan şandîye.
وَمَا يَأْت۪يهِمْ مِنْ رَسُولٍ اِلَّا كَانُوا بِه۪ يَسْتَهْزِؤُ۫نَ
Çi dema pêxemberek ji wan re dihat, wan her tinazên xwe pê dikirin.
كَذٰلِكَ نَسْلُكُهُ ف۪ي قُلُوبِ الْمُجْرِم۪ينَۙ
Ha wiha! Em wê (înkar û tinazkarîya bi pêxemberan re) dixin qalbê gunehkarên mucrîm.
لَا يُؤْمِنُونَ بِه۪ وَقَدْ خَلَتْ سُنَّةُ الْاَوَّل۪ينَ
Îmân pê naynin. (Hal ev e ku) rê û rêbazên pêşîyan borî/derbas bû. (Dizanin ku çi hatîye serê wan ên berîya wan, lê dîsa jî îmân naynin.)
وَلَوْ فَتَحْنَا عَلَيْهِمْ بَابًا مِنَ السَّمَٓاءِ فَظَلُّوا ف۪يهِ يَعْرُجُونَۙ
Eger em ji bo wan li asîman derîyekî vekin û ew di wir de bilind bibin jî...
لَقَالُٓوا اِنَّمَا سُكِّرَتْ اَبْصَارُنَا بَلْ نَحْنُ قَوْمٌ مَسْحُورُونَ۟
Qet tu guman tune ku (dê wiha bibêjin:) “Çavên me hatine perde kirin. (Nexêr,) dibe ku em civakeke ku bi sêhrê ketibin in.”
وَلَقَدْ جَعَلْنَا فِي السَّمَٓاءِ بُرُوجًا وَزَيَّنَّاهَا لِلنَّاظِر۪ينَۙ
Sond be, me li asîman bircan çêkirin û me ew ji bo lênêrên mêzeker re xemilandîye.
وَحَفِظْنَاهَا مِنْ كُلِّ شَيْطَانٍ رَج۪يمٍۙ
Û me ew ji her şeytanê recimandî/qewirandî parastîye.
اِلَّا مَنِ اسْتَرَقَ السَّمْعَ فَاَتْبَعَهُ شِهَابٌ مُب۪ينٌ
Lê belê ew ê ku bi dizî guhdarî dike (Ew ê dikin ku axaftinên ji alema melekût bidizin) ne têde. Agirekî biriqî û jandar dide pey wî.
وَالْاَرْضَ مَدَدْنَاهَا وَاَلْقَيْنَا ف۪يهَا رَوَاسِيَ وَاَنْبَتْنَا ف۪يهَا مِنْ كُلِّ شَيْءٍ مَوْزُونٍ
Me rûyê erdê raxist. Me li wê derê (ji bo hevsengîyê) ji çiyayên zexm singan çikand û me her tişt li gorî pîvanekê li wir hêşîn kir.
وَجَعَلْنَا لَكُمْ ف۪يهَا مَعَايِشَ وَمَنْ لَسْتُمْ لَهُ بِرَازِق۪ينَ
Me ji bo we û ji bo wan (zindîyên din) ên ku hûn rizqê wan nikarin temîn bikin re navgînên/wasiteyên curbicur pêk anî.
وَاِنْ مِنْ شَيْءٍ اِلَّا عِنْدَنَا خَزَٓائِنُهُۘ وَمَا نُنَزِّلُهُٓ اِلَّا بِقَدَرٍ مَعْلُومٍ
Heçî tiştê heye xezîneyên/çavkanîyên wê li cem me ye. Lê em ji wê bi pîvanekî diyarkirî dadixînin.
وَاَرْسَلْنَا الرِّيَاحَ لَوَاقِحَ فَاَنْزَلْنَا مِنَ السَّمَٓاءِ مَٓاءً فَاَسْقَيْنَاكُمُوهُۚ وَمَٓا اَنْتُمْ لَهُ بِخَازِن۪ينَ
Me bayên fetrûmeker/aşîker şandin. Me ji asîman av daxist û me we bi wê av da. Ew ê ku wê avê dixezinîne/depo dike ne hûn in.
وَاِنَّا لَنَحْنُ نُحْي۪ وَنُم۪يتُ وَنَحْنُ الْوَارِثُونَ
Bêguman em, (belê em bixwe) vedijînin û dimirînin. Û yê ku (piştî mirina we ji tiştên ku li pey we dimînin re) dibe waris jî em in.
وَلَقَدْ عَلِمْنَا الْمُسْتَقْدِم۪ينَ مِنْكُمْ وَلَقَدْ عَلِمْنَا الْمُسْتَأْخِر۪ينَ
Sond be, em bi (qewm) ên di berîya we de (jîyîne) jî û bi ew ên (ku di pey we re) bên jî dizanin.
وَاِنَّ رَبَّكَ هُوَ يَحْشُرُهُمْۜ اِنَّهُ حَك۪يمٌ عَل۪يمٌ۟
Bêguman ew ê ku wan (bivejîne û) di hizûra xwe de bicivîne Rabbê te ye. Bêşik Allah (xwedî hikum û hikmet) Hakîm û (zanayê her tiştî) Alîm e.
وَلَقَدْ خَلَقْنَا الْاِنْسَانَ مِنْ صَلْصَالٍ مِنْ حَمَإٍ مَسْنُونٍۚ
Sond be, me însan ji hişkeherîyeke bêhndayî û reşeguherî xuliqand.
وَالْجَٓانَّ خَلَقْنَاهُ مِنْ قَبْلُ مِنْ نَارِ السَّمُومِ
Me cinan jî (berîya xuliqandina însan) ji agireke (ku tesîra hindurê mirov dike û) bijehr xuliqandin.
وَاِذْ قَالَ رَبُّكَ لِلْمَلٰٓئِكَةِ اِنّ۪ي خَالِقٌ بَشَرًا مِنْ صَلْصَالٍ مِنْ حَمَإٍ مَسْنُونٍ
Bi bîr bîne, Rabbê te ji melâîketan re gotibûn: “Bêşik ez ê ji hişkeherîyeke reşeguherî însanekî bixuliqînim.”
فَاِذَا سَوَّيْتُهُ وَنَفَخْتُ ف۪يهِ مِنْ رُوح۪ي فَقَعُوا لَهُ سَاجِد۪ينَ
“Dema ku min xuliqandina wî qedand û ji rûhê xwe pifkirê, hema ji wî re secde bikin.”
فَسَجَدَ الْمَلٰٓئِكَةُ كُلُّهُمْ اَجْمَعُونَۙ
Melâîket bi tevahî çûne secdê.
اِلَّٓا اِبْل۪يسَۜ اَبٰٓى اَنْ يَكُونَ مَعَ السَّاجِد۪ينَ
Îblîs ne têde! (Lewre) wî ligelhevîya secdebiran qebûl nekir.
قَالَ يَٓا اِبْل۪يسُ مَا لَكَ اَلَّا تَكُونَ مَعَ السَّاجِد۪ينَ
Got: “Ya Îblîs! Çi tiştî nehişt ku tu bibî ligel secdebiran?
قَالَ لَمْ اَكُنْ لِاَسْجُدَ لِبَشَرٍ خَلَقْتَهُ مِنْ صَلْصَالٍ مِنْ حَمَإٍ مَسْنُونٍ
Got: “Ji min re nabe ez ji mirovekî ku te ew ji hişkeherî xuliqandîye re biçim secdê.”
قَالَ فَاخْرُجْ مِنْهَا فَاِنَّكَ رَج۪يمٌ
Got: “Ji wir derkeve! Bêguman tu yekî qewirandî/recimandî yî.”
وَاِنَّ عَلَيْكَ اللَّعْنَةَ اِلٰى يَوْمِ الدّ۪ينِ
“Heta yewmud’dîn/roja qiyametê lanet li ser te ye.”
قَالَ رَبِّ فَاَنْظِرْن۪ٓي اِلٰى يَوْمِ يُبْعَثُونَ
Got: “Rabbê min! Heta roja ku (însan) ji nû de tên vejandin muhletê bide min.”
قَالَ فَاِنَّكَ مِنَ الْمُنْظَر۪ينَۙ
Got: “Bêguman tu ji yên muhletdayîyan î.”
اِلٰى يَوْمِ الْوَقْتِ الْمَعْلُومِ
“Hetanî dema diyarkirî ku roja wê tê zanîn (roja qiyametê).”
قَالَ رَبِّ بِمَٓا اَغْوَيْتَن۪ي لَاُزَيِّنَنَّ لَهُمْ فِي الْاَرْضِ وَلَاُغْوِيَنَّهُمْ اَجْمَع۪ينَۙ
Got: “Ji ber ku te ez xerifandim, ez ê jî li ser rûyê erdê ji wan re (rêşaşîtîyê) bixemilînim û ez ê wan hemûyan bixerifînim.”
اِلَّا عِبَادَكَ مِنْهُمُ الْمُخْلَص۪ينَ
“Lê evdên te yên muxlas/dilpak/xwedî îxlâs ne tê de.”
قَالَ هٰذَا صِرَاطٌ عَلَيَّ مُسْتَق۪يمٌ
Rastîya vê rêyê ku ev rêyeke rasterast e, di bin ewlehîya min de ye.
اِنَّ عِبَاد۪ي لَيْسَ لَكَ عَلَيْهِمْ سُلْطَانٌ اِلَّا مَنِ اتَّبَعَكَ مِنَ الْغَاو۪ينَ
Bi rastî tu hakimîyeta te li ser evdên min tune. (Hakimîyeta te) bitenê li ser rêşaşên didin pey te ne.
وَاِنَّ جَهَنَّمَ لَمَوْعِدُهُمْ اَجْمَع۪ينَۙ
Bêguman, cihê lihevcivîna wan hemûyan cehennem e.
لَهَا سَبْعَةُ اَبْوَابٍۜ لِكُلِّ بَابٍ مِنْهُمْ جُزْءٌ مَقْسُومٌ۟
Heft derîyên wê hene. Ji nav wan her komek para derîyekî ye (dê ji wê derîyê têkevin cehennemê).
اِنَّ الْمُتَّق۪ينَ ف۪ي جَنَّاتٍ وَعُيُونٍۜ
Bêguman kesên mutteqî, di cennetan de û li ser kanîyan e.
اُدْخُلُوهَا بِسَلَامٍ اٰمِن۪ينَ
(Ji wan re wiha tê gotin:) “Bi silametî û emînî têkevin wê derê.”
وَنَزَعْنَا مَا ف۪ي صُدُورِهِمْ مِنْ غِلٍّ اِخْوَانًا عَلٰى سُرُرٍ مُتَقَابِل۪ينَ
Me (hestên neyînî wekî) rik/neyartî/hêrs ji singên wan derxistin. Bi rastî ew li hember hev li ser textan wek birayan runiştî ne.
لَا يَمَسُّهُمْ ف۪يهَا نَصَبٌ وَمَا هُمْ مِنْهَا بِمُخْرَج۪ينَ
Li wir ji wan re qet betilandin tune û ji wir nayin derxistin jî.
نَبِّئْ عِبَاد۪ٓي اَنّ۪ٓي اَنَا۬ الْغَفُورُ الرَّح۪يمُۙ
Agahîyê bide evdên min. Bêguman ez (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm bixwe me.
وَاَنَّ عَذَاب۪ي هُوَ الْعَذَابُ الْاَل۪يمُ
Û bêguman ezabê min jî ezabekî biêş û jan bixwe ye.
وَنَبِّئْهُمْ عَنْ ضَيْفِ اِبْرٰه۪يمَۢ
Tu agahîya mêvanên Îbrahîm jî bide wan.
اِذْ دَخَلُوا عَلَيْهِ فَقَالُوا سَلَامًاۜ قَالَ اِنَّا مِنْكُمْ وَجِلُونَ
Dema çûn cem wî, gotin: “Silav!” (Îbrahîm jî) got: “Bi rastî em ji we ditirsin.”
قَالُوا لَا تَوْجَلْ اِنَّا نُبَشِّرُكَ بِغُلَامٍ عَل۪يمٍ
Gotin: “Netirse. Em mizgîna kurekî pir zana didin te.”
قَالَ اَبَشَّرْتُمُون۪ي عَلٰٓى اَنْ مَسَّنِيَ الْكِبَرُ فَبِمَ تُبَشِّرُونَ
Got: “Erê ma piştî vê pîremêrîtîya/kalîtîya hatîye serê min, hûn mizgînî (ya zarokekî) didin min? (Hûn dizanin ka) hûn bi çi mizgînîyê didin min?”
قَالُوا بَشَّرْنَاكَ بِالْحَقِّ فَلَا تَكُنْ مِنَ الْقَانِط۪ينَ
Gotin: “Me mizgînîya heqîyê da te. (Nexwe) nebe ji wan ên bêhêvî.”
قَالَ وَمَنْ يَقْنَطُ مِنْ رَحْمَةِ رَبِّه۪ٓ اِلَّا الضَّٓالُّونَ
Got: “Ji kesên xerifî pê ve kî ji rehma Rabbê xwe bêhêvî dimîne?”
قَالَ فَمَا خَطْبُكُمْ اَيُّهَا الْمُرْسَلُونَ
Got: “Gelî qasidan! Wezîfa we çi ye?”
قَالُٓوا اِنَّٓا اُرْسِلْنَٓا اِلٰى قَوْمٍ مُجْرِم۪ينَۙ
Gotin: “Bêşik em ji qewmekî gunehkarên mucrîm/sûcdar re hatine şandin.”
اِلَّٓا اٰلَ لُوطٍۜ اِنَّا لَمُنَجُّوهُمْ اَجْمَع۪ينَۙ
“Malbata Lût ne tê de. Helbet em ê wan hemûyan xelas bikin.”
اِلَّا امْرَاَتَهُ قَدَّرْنَٓاۙ اِنَّهَا لَمِنَ الْغَابِر۪ينَ۟
“Lê jina wî (jina Lût) ne tê de. Lewre me teqdîr kirîye ku ew ji şûndemanan e.”
فَلَمَّا جَٓاءَ اٰلَ لُوطٍۨ الْمُرْسَلُونَۙ
Dema qasid hatin cem malbata Lût:
قَالَ اِنَّكُمْ قَوْمٌ مُنْكَرُونَ
Got: “Birastî hûn kesên nenas in.”
قَالُوا بَلْ جِئْنَاكَ بِمَا كَانُوا ف۪يهِ يَمْتَرُونَ
Gotin: “(Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, me ji wan re ew (ezab) a ku wan der heqê hatina wî de nîqaş dikirin û gumanbar bûn anî.”
وَاَتَيْنَاكَ بِالْحَقِّ وَاِنَّا لَصَادِقُونَ
“Me ji te re heqî anî. Û em, helbet ji rastgoyan/ji sadiqan in.”
فَاَسْرِ بِاَهْلِكَ بِقِطْعٍ مِنَ الَّيْلِ وَاتَّبِعْ اَدْبَارَهُمْ وَلَا يَلْتَفِتْ مِنْكُمْ اَحَدٌ وَامْضُوا حَيْثُ تُؤْمَرُونَ
“Di demeke şevê de malbata xwe derxe rê. Tu jî bide pey wan. Bila ji we tu kes li paş xwe nenêre. Bi wê cihê ku hûn pê hatine emirkirin ve bidomînin.”
وَقَضَيْنَٓا اِلَيْهِ ذٰلِكَ الْاَمْرَ اَنَّ دَابِرَ هٰٓؤُ۬لَٓاءِ مَقْطُوعٌ مُصْبِح۪ينَ
Me jê re vê hukmê misoger/qethî ragihand ku: “Wê bi berê sibê re paşîya wan bê birîn (koka wan bê qelandin).”
وَجَٓاءَ اَهْلُ الْمَد۪ينَةِ يَسْتَبْشِرُونَ
Ehlê bajêr (ji ber hatina mêvanên xort mizgînî didan hevdu û) di nav kêfxweşîyê de hatin.
قَالَ اِنَّ هٰٓؤُ۬لَٓاءِ ضَيْف۪ي فَلَا تَفْضَحُونِۙ
Got: “Evana mêvanên min in. Min li ber wan nedin şermê û nexin ser zimanê wan.”
وَاتَّقُوا اللّٰهَ وَلَا تُخْزُونِ
“Ji Allah bitirsin û min nehetikînin.”
قَالُٓوا اَوَلَمْ نَنْهَكَ عَنِ الْعَالَم۪ينَ
Gotin: ““Gelo ji bo ku tu tevlî karê xelkê nebî me te asteng/men nekiribû?”
قَالَ هٰٓؤُ۬لَٓاءِ بَنَات۪ٓي اِنْ كُنْتُمْ فَاعِل۪ينَۜ
Got: “Eger hûn dixwazin tiştekî bikin va ne keçên min (bi wan re bizewicin!).”
لَعَمْرُكَ اِنَّهُمْ لَف۪ي سَكْرَتِهِمْ يَعْمَهُونَ
Bi umrê te/bi jiyana te sond be ew di nav serxweş bûnê de bi sergêjane diçûn û dihatin.
فَاَخَذَتْهُمُ الصَّيْحَةُ مُشْرِق۪ينَۙ
(Axir) dema hilhatina rojê de qîrînek bi wan girt.
فَجَعَلْنَا عَالِيَهَا سَافِلَهَا وَاَمْطَرْنَا عَلَيْهِمْ حِجَارَةً مِنْ سِجّ۪يلٍۜ
Me ew der serûbinî hev kir. Di ser wan de kevirên ji letama pijandî barandin.
اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَاتٍ لِلْمُتَوَسِّم۪ينَ
Bêşik di vêya de ji kesên xwedî besîret û feraset re (ji bo îbretgirtinê) ayet hene.
وَاِنَّهَا لَبِسَب۪يلٍ مُق۪يمٍ
Kavilên wê (bajarê) hêj jî li ser rêyekî dimîne.
اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَةً لِلْمُؤْمِن۪ينَۜ
Bêguman di vêya de ji bo mumînan ayet (ên ders jê bên girtin) hene.
وَاِنْ كَانَ اَصْحَابُ الْاَيْكَةِ لَظَالِم۪ينَۙ
Xelkê Eykê jî qet guman tune ku kesên zalim bûn.
فَانْتَقَمْنَا مِنْهُمْۢ وَاِنَّهُمَا لَبِاِمَامٍ مُب۪ينٍۜ۟
Me ji wan heyf sitend. Her du jî li ser rêyekî (li ber çava) ne.
وَلَقَدْ كَذَّبَ اَصْحَابُ الْحِجْرِ الْمُرْسَل۪ينَۙ
Sond be, xelkê Hicrê jî wan (pêxember) ên mursel/şandî derewandin.
وَاٰتَيْنَاهُمْ اٰيَاتِنَا فَكَانُوا عَنْهَا مُعْرِض۪ينَۙ
Me ayetên xwe dane wan. Ji wê rû vegerandin (li hember wê bêeleqe/guhnedêr man).
وَكَانُوا يَنْحِتُونَ مِنَ الْجِبَالِ بُيُوتًا اٰمِن۪ينَ
Wan ji bo xwe ji çiyan xanîyên ewle (ku tê de runin) dinecirandin/teraş dikirin.
فَاَخَذَتْهُمُ الصَّيْحَةُ مُصْبِح۪ينَۙ
Di çaxê hilhatina rojê de qîrînek (ku guhan ker dike û mejîyan diteqîne) bi wan girt.
فَمَٓا اَغْنٰى عَنْهُمْ مَا كَانُوا يَكْسِبُونَۜ
Tiştên ku bi dest xistibûn ewana (ji ezabê Allah) xelas nekir.
وَمَا خَلَقْنَا السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ وَمَا بَيْنَهُمَٓا اِلَّا بِالْحَقِّۜ وَاِنَّ السَّاعَةَ لَاٰتِيَةٌ فَاصْفَحِ الصَّفْحَ الْجَم۪يلَ
Me erd û esman û tiştên di navbera her duyan de, enceq bi heq (ji bo heq derkeve holê û nîşandana qudreta Allah û mikafat dayîna li gorî amelên însanan) xuliqandîye. Teqez wê seat/qiyamet rabe. (Herwiha) li hember wan bi xweşî (bi helwestekî xweşbînî û efûkerî) muamele bike.
اِنَّ رَبَّكَ هُوَ الْخَلَّاقُ الْعَل۪يمُ
Bêguman Rabbê te (ew ê pir dixuliqîne) Xellaq û (zanayê her tiştî) Alîm e.
وَلَقَدْ اٰتَيْنَاكَ سَبْعًا مِنَ الْمَثَان۪ي وَالْقُرْاٰنَ الْعَظ۪يمَ
Sond be, me heft ayetên têne dubarekirin/sebu’l mesanî (Sûreya Fatîhe) û Qur'ana azîm/mezin da te.
لَا تَمُدَّنَّ عَيْنَيْكَ اِلٰى مَا مَتَّعْنَا بِه۪ٓ اَزْوَاجًا مِنْهُمْ وَلَا تَحْزَنْ عَلَيْهِمْ وَاخْفِضْ جَنَاحَكَ لِلْمُؤْمِن۪ينَ
(Bi wê Qur'ana ji te re nazil bûye têr bike/qîma xwe bîne.) Nebe tu çavên xwe berdî ew tiştên ji bo sûdwergirtinê me daye wan (kafiran). Li ser wan xemgîn nebe û mumînan jî têxe bin baskên (şefqeta) xwe.
وَقُلْ اِنّ۪ٓي اَنَا النَّذ۪يرُ الْمُب۪ينُۚ
Bibêje: “Bêşik ez, (belê) ez her hişyarkerekî vikîvekirî me.”
كَمَٓا اَنْزَلْنَا عَلَى الْمُقْتَسِم۪ينَۙ
Çawa ku me ji wan ên parve kiribûn re daxistibû.
اَلَّذ۪ينَ جَعَلُوا الْقُرْاٰنَ عِض۪ينَ
Ew in ku (Bawerîya bi qismekî û redkirina bi qismekî jê) Qur'an parçe parçe ji hev veqetandin.
فَوَرَبِّكَ لَنَسْـَٔلَنَّهُمْ اَجْمَع۪ينَۙ
Sond bi Rabbê te be, em ê wan hemûyan bikişîn hisabê.
عَمَّا كَانُوا يَعْمَلُونَ
Ji ber kirinên wan...
فَاصْدَعْ بِمَا تُؤْمَرُ وَاَعْرِضْ عَنِ الْمُشْرِك۪ينَ
Tiştê ku tu pê hatî emirkirin (tewhîdê), êdî bi eşkerehî têxe holê û ji muşrîkan rû vegerîne.
اِنَّا كَفَيْنَاكَ الْمُسْتَهْزِء۪ينَۙ
Em li dij wan kesên ku tinazê xwe bi te dikin, besî te ne.
اَلَّذ۪ينَ يَجْعَلُونَ مَعَ اللّٰهِ اِلٰهًا اٰخَرَۚ فَسَوْفَ يَعْلَمُونَ
Ew ên ku ligel Allah hin îlâhên din digirin. Wê (di demeke) pir nêz de bizanibin/fêm bikin.
وَلَقَدْ نَعْلَمُ اَنَّكَ يَض۪يقُ صَدْرُكَ بِمَا يَقُولُونَۙ
Sond be, em dizanin ku ji ber gotinên wan (pir aciz dibî) singa te teng dibe.
فَسَبِّحْ بِحَمْدِ رَبِّكَ وَكُنْ مِنَ السَّاجِد۪ينَۙ
(Ji bo ku tu ji vê tengezarîyê xelas bibî) Rabbê xwe bi hemd tesbîh bike û bibe ji secdebiran.
وَاعْبُدْ رَبَّكَ حَتّٰى يَأْتِيَكَ الْيَق۪ينُ
Heta yeqîn (mirin) ji te re tê ji Rabbê xwe re îbadet/evdîtî bike!