94Sûreya Hîcr
فَاصْدَعْ بِمَا تُؤْمَرُ وَاَعْرِضْ عَنِ الْمُشْرِك۪ينَ
Tiştê ku tu pê hatî emirkirin (tewhîdê), êdî bi eşkerehî têxe holê û ji muşrîkan rû vegerîne.
Jêrenot
(Ev ayet bi eşkerehî têxe holê ku daweta tewhîdê ka divê çawa çêbe. Keyfîyeta dawetê bi lêkera ( صدع ) “sa-de-a hatîye vegotin. Hilbijartina vê peyvê pir giring e, lewre ev peyv tê ser wateya qelişandina tiştekî an vekirin an derizandin an serê sibê an jî êşa ser e. Rabbê me vêya daxwaz dike ku; tewhîd vikîvekirî û bi qelişandina tarîtîyên batilê û bi awayekî wisan pêk bê ku hem rehetîya dawetvan hem jî konfora muxeteban xera bibe têkeve holê. Dîsa bi vegotina Qur'anê daweteke wisan tê xwestin ku; ev dawet wê şirk ji mêjîyê wî bigire û biperçiqîne. (Bnr. 21/Enbîya, 18))