Vegere Sûreya Hûcûrât

Hûcûrâtالحجرات

2. Ayet

2Sûreya Hûcûrât
Di Mushefê de Veke

يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تَرْفَعُٓوا اَصْوَاتَكُمْ فَوْقَ صَوْتِ النَّبِيِّ وَلَا تَجْهَرُوا لَهُ بِالْقَوْلِ كَجَهْرِ بَعْضِكُمْ لِبَعْضٍ اَنْ تَحْبَطَ اَعْمَالُكُمْ وَاَنْتُمْ لَا تَشْعُرُونَ

Gelî ew ên îman anîne! Dengê xwe bi ser dengê pêxember nexin. Wekî ku hûn bi dengê bilind li hev diqîrin, wisa bi wî neqîrin. Nexwe, bêyî ku haya we jê çêbe wê amelên we pûç/betal bibe.

Jêrenot
(Sûreya Hûcûrât, sûreyekê wisan e ku edeb hînî mûmînan dike. Edeba pêşîn ku hatîye fêrkirin: Neketina pêşîya Allah (ac) û Rasûlê wî (ass) û nexistina dengê xwe bi ser dengê wan ve an jî li ser gotinên wan sukûteke bi edeb e. Digel ku der heqê mijarekî de Allah (ac) û Rasûlê wî (ass) hukim dane û nassên apaşkere jî hene, bi navê fitû/îctîhad hukim dayîn tê ser vê maneyê ku li dij wan dengê xwe bi ser dengê Allah (ac) û Rasûlê wî (ass) dixin. Ev jî pirsgirêkeke aqîdewî ye û amelan pûç û betal dike. (Bnr. 4/Nîsa, 65; 33/Ehzâb, 36))

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.