﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Medîne18 ayetJûr
Sûreya Hûcûrât, Medenî ye (li Medîneyê nazil bûye) û hijdeh (18) ayet e. Di Qur’anê de sûreya çil û nehemîn e. Sûre, navê xwe ji peyva “Hûcûrât” sitendîye ku ew jî tê ser maneya pirjimara “hicre/xûrfe”. Sûreya Hûcûrât, di dirêjahîya naveroka xwe de qaîdeyên exlaqê hînî mûmînan dike. Wek yekemîn jî edeba li dij Allah (ac) û Rasûlê wî (ass) û nexistina dengê xwe bi ser dengê wan ve an jî li ser gotinên wan sukûteke bi edeb tê hîn kirin. Tinazkarîya mûmînan ya di navbera xwe de û navnûçikdayin/leqebdayîn û şermezarkina hevdu hatîye qedexe kirin. Sûre bi me dide zanîn ku pîvana rûmetê ya di navbera însanan de enceq teqwa ye û di navbera muslîmbûn û mûmîntîyê de ferq heye.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تُقَدِّمُوا بَيْنَ يَدَيِ اللّٰهِ وَرَسُولِه۪ وَاتَّقُوا اللّٰهَۜ اِنَّ اللّٰهَ سَم۪يعٌ عَل۪يمٌ
Gelî ew ên îman anîne! Nekevin pêşîya Allah û Rasûlê wî. Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin! Bêguman Allah (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا تَرْفَعُٓوا اَصْوَاتَكُمْ فَوْقَ صَوْتِ النَّبِيِّ وَلَا تَجْهَرُوا لَهُ بِالْقَوْلِ كَجَهْرِ بَعْضِكُمْ لِبَعْضٍ اَنْ تَحْبَطَ اَعْمَالُكُمْ وَاَنْتُمْ لَا تَشْعُرُونَ
Gelî ew ên îman anîne! Dengê xwe bi ser dengê pêxember nexin. Wekî ku hûn bi dengê bilind li hev diqîrin, wisa bi wî neqîrin. Nexwe, bêyî ku haya we jê çêbe wê amelên we pûç/betal bibe.
اِنَّ الَّذ۪ينَ يَغُضُّونَ اَصْوَاتَهُمْ عِنْدَ رَسُولِ اللّٰهِ اُو۬لٰٓئِكَ الَّذ۪ينَ امْتَحَنَ اللّٰهُ قُلُوبَهُمْ لِلتَّقْوٰىۜ لَهُمْ مَغْفِرَةٌ وَاَجْرٌ عَظ۪يمٌ
Qet tu guman tune, ew ên ku li cem Rasûlullah dengê xwe kêm dikin; ew in ku Allah (dilsozîya qelbên wan dît û wan kir ji muxlîsan û) qelbên wan ji bo teqwayê îmtîhan kiriye. Ji wan re mexfîret û xelateke mezin heye.
اِنَّ الَّذ۪ينَ يُنَادُونَكَ مِنْ وَرَٓاءِ الْحُجُرَاتِ اَكْثَرُهُمْ لَا يَعْقِلُونَ
Bi rastî ew ên di pişt xurfeyan/odeyan de gazî te dikin, pirên wan fehm nakin.
وَلَوْ اَنَّهُمْ صَبَرُوا حَتّٰى تَخْرُجَ اِلَيْهِمْ لَكَانَ خَيْرًا لَهُمْۜ وَاللّٰهُ غَفُورٌ رَح۪يمٌ
Eger heta tu derketayî cem wan sebir bikirana wê ji wan re bixêrtir bûya. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên we pir bi merhamet) Rahîm e.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُٓوا اِنْ جَٓاءَكُمْ فَاسِقٌ بِنَبَاٍ فَتَبَيَّنُٓوا اَنْ تُص۪يبُوا قَوْمًا بِجَهَالَةٍ فَتُصْبِحُوا عَلٰى مَا فَعَلْتُمْ نَادِم۪ينَ
Gelî ew ên îman anîne! Eger yekî fasiq dema ku ji we re xeberek anî, (baş tehqîq bikin û rastîya) wê zelal bikin. Da ku hûn zerar nedin civakekî û piştre jî hûn li kirina xwe poşman nebin.
وَاعْلَمُٓوا اَنَّ ف۪يكُمْ رَسُولَ اللّٰهِۜ لَوْ يُط۪يعُكُمْ ف۪ي كَث۪يرٍ مِنَ الْاَمْرِ لَعَنِتُّمْ وَلٰكِنَّ اللّٰهَ حَبَّبَ اِلَيْكُمُ الْا۪يمَانَ وَزَيَّنَهُ ف۪ي قُلُوبِكُمْ وَكَرَّهَ اِلَيْكُمُ الْكُفْرَ وَالْفُسُوقَ وَالْعِصْيَانَۜ اُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الرَّاشِدُونَۙ
Û bizanibin ku di navbera we de Rasûlullah heye. Eger ew, di gelek karan de îtaetî we bikira, (pêwistîya her agahîya ku hûn didin wî pêk bianîya) hûn ê biketina tengasîyê. Lê belê Allah îman bi we daye hezkirin û ew di qelbên we de xemilandîye. Kufr û fisq û îsyan jî ji we re kirêt/nebaş nîşan daye. Ew ên ku rêya rûşdê/kemilînê dîtine jî ha ev in.
فَضْلًا مِنَ اللّٰهِ وَنِعْمَةًۜ وَاللّٰهُ عَل۪يمٌ حَك۪يمٌ
Lutf û nîmeteke ji Allah… (Jixwe) Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.
وَاِنْ طَٓائِفَتَانِ مِنَ الْمُؤْمِن۪ينَ اقْتَتَلُوا فَاَصْلِحُوا بَيْنَهُمَاۚ فَاِنْ بَغَتْ اِحْدٰيهُمَا عَلَى الْاُخْرٰى فَقَاتِلُوا الَّت۪ي تَبْغ۪ي حَتّٰى تَف۪ٓيءَ اِلٰٓى اَمْرِ اللّٰهِۚ فَاِنْ فَٓاءَتْ فَاَصْلِحُوا بَيْنَهُمَا بِالْعَدْلِ وَاَقْسِطُواۜ اِنَّ اللّٰهَ يُحِبُّ الْمُقْسِط۪ينَ
Eger ji mûmînan du kom şerê hev bikin, navbera wan bisilhînin. Eger ji wan yek li dij ya din zêdegavîyê bike heta ku vegere ser emrê Allah hûn bi ya êrîşkar re şer bikin. Eger vegere hûn navbera wan bi edalet sererast bikin û dadwer/adil bin. Allah, ji wan kesên ku bi edalet tevdigerin hez dike.
اِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ اِخْوَةٌ فَاَصْلِحُوا بَيْنَ اَخَوَيْكُمْ وَاتَّقُوا اللّٰهَ لَعَلَّكُمْ تُرْحَمُونَ۟
Bi rastî mumîn ji hev re bira ne. Navbera birayên xwe bisilhînin û ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Hêvî dibe ku merhamet li we bê kirin.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا لَا يَسْخَرْ قَوْمٌ مِنْ قَوْمٍ عَسٰٓى اَنْ يَكُونُوا خَيْرًا مِنْهُمْ وَلَا نِسَٓاءٌ مِنْ نِسَٓاءٍ عَسٰٓى اَنْ يَكُنَّ خَيْرًا مِنْهُنَّۚ وَلَا تَلْمِزُٓوا اَنْفُسَكُمْ وَلَا تَنَابَزُوا بِالْاَلْقَابِۜ بِئْسَ الِاسْمُ الْفُسُوقُ بَعْدَ الْا۪يمَانِۚ وَمَنْ لَمْ يَتُبْ فَاُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الظَّالِمُونَ
Gelî ew ên îman anîne! Bila qewmek tinazê xwe/henekê xwe bi qewmekî din neke. Dibe ku ew (ên tinazê xwe bi wan dikin) ji wan çêtir bin. Bila jin jî bi jinan re tinazê xwe/henekê xwe nekin. Dibe ku ew (ên tinazê xwe bi wan dikin) ji wan çêtir bin. Hûn nefsên hevdu şermezar nekin û navnûçikan/leqeban li hevdu nekin. Piştî îmanê fasiqî çi navekî xerab e. Kî jî tobe neke, evana zalim bixwe ne.
يَٓا اَيُّهَا الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا اجْتَنِبُوا كَث۪يرًا مِنَ الظَّنِّۚ اِنَّ بَعْضَ الظَّنِّ اِثْمٌ وَلَا تَجَسَّسُوا وَلَا يَغْتَبْ بَعْضُكُمْ بَعْضًاۜ اَيُحِبُّ اَحَدُكُمْ اَنْ يَأْكُلَ لَحْمَ اَخ۪يهِ مَيْتًا فَكَرِهْتُمُوهُۜ وَاتَّقُوا اللّٰهَۜ اِنَّ اللّٰهَ تَوَّابٌ رَح۪يمٌ
Gelî ew ên îman anîne! Xwe ji pirên zenê biparêzin. Lewre qismekî zenê heye ku guneh e. Tecessûsê nekin/lêgerîna taybetîya hevdu nekin. Xiybeta hevdu nekin/li pey hevdu neaxivin. Ma yek ji we qet dixwaze ku goştê birayê xwe yê mirî bixwe? (Çawa) hîleta we jê çû/hûn (çawa) kerixîn! Ji Allah bitirsin û xwe biparêzin. Bêguman Allah, (yê ku evdên xwe mûweffeqê tobeyê dike û tobeyan pirzêde qebûl dike) Tewwab û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm e.
يَٓا اَيُّهَا النَّاسُ اِنَّا خَلَقْنَاكُمْ مِنْ ذَكَرٍ وَاُنْثٰى وَجَعَلْنَاكُمْ شُعُوبًا وَقَبَٓائِلَ لِتَعَارَفُواۜ اِنَّ اَكْرَمَكُمْ عِنْدَ اللّٰهِ اَتْقٰيكُمْۜ اِنَّ اللّٰهَ عَل۪يمٌ خَب۪يرٌ
Gelî însanan! Bêguman me hûn ji mêrek û jinek xuliqand. Ji bo ku hûn hevdu nas bikin me hûn kirin qewm û qebîleyan. Bi rastî li îndallah/li cem Allah ji we ya herî bi rûmet ew ê pir xwedî teqwa ye. Bêguman Allah, (zanayê her tiştî) Alîm û (agahdarê her tiştî) Xabîr e.
قَالَتِ الْاَعْرَابُ اٰمَنَّاۜ قُلْ لَمْ تُؤْمِنُوا وَلٰكِنْ قُولُٓوا اَسْلَمْنَا وَلَمَّا يَدْخُلِ الْا۪يمَانُ ف۪ي قُلُوبِكُمْۜ وَاِنْ تُط۪يعُوا اللّٰهَ وَرَسُولَهُ لَا يَلِتْكُمْ مِنْ اَعْمَالِكُمْ شَيْـًٔاۜ اِنَّ اللّٰهَ غَفُورٌ رَح۪يمٌ
Bedewîyan gotin: “Me îman anîye.” Bibêje: “We îman neanîye. Lê bibêjin ‘em teslîm bûn.’ ” (Lewre) îman hêj neketîye qelbên we. Eger hûn îtaetî Allah û Rasûlê wî bikin (Allah) ji amelên we qet tu tiştî kêm nake. Allah, (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên we pir bi merhamet) Rahîm e.
اِنَّمَا الْمُؤْمِنُونَ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا بِاللّٰهِ وَرَسُولِه۪ ثُمَّ لَمْ يَرْتَابُوا وَجَاهَدُوا بِاَمْوَالِهِمْ وَاَنْفُسِهِمْ ف۪ي سَب۪يلِ اللّٰهِۜ اُو۬لٰٓئِكَ هُمُ الصَّادِقُونَ
Mûmîn enceq ew kes in ku; îman bi Allah û bi Rasûlê wî anîne û paşê jî qet neketine gumanê û bi mal û canê xwe fîsebîlîllah cîhad kirine. Evana, yên sadiq bixwe ne.
قُلْ اَتُعَلِّمُونَ اللّٰهَ بِد۪ينِكُمْ وَاللّٰهُ يَعْلَمُ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَمَا فِي الْاَرْضِۜ وَاللّٰهُ بِكُلِّ شَيْءٍ عَل۪يمٌ
Bibêje: “Ma hûn dînê xwe hînî Allah dikin? Hal ev e ku Allah, çi tiştê li erd û esmanan heye pê dizane. Bêguman Allah bi her tiştî dizane.”
يَمُنُّونَ عَلَيْكَ اَنْ اَسْلَمُواۜ قُلْ لَا تَمُنُّوا عَلَيَّ اِسْلَامَكُمْۚ بَلِ اللّٰهُ يَمُنُّ عَلَيْكُمْ اَنْ هَدٰيكُمْ لِلْا۪يمَانِ اِنْ كُنْتُمْ صَادِق۪ينَ
Ew ji ber ku bûne îslam (dikin qar û didin ser çav û) minnetê li te dikin. Bibêje: “Ji ber îslama xwe minnetê li min nekin. Berevajî, ji bo ku we hîdayet kiriye Allah li we minnetê dike. Eger hûn ji rastbêjan in (divê ku hûn vê heqîqetê qebûl bikin).”
اِنَّ اللّٰهَ يَعْلَمُ غَيْبَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ وَاللّٰهُ بَص۪يرٌ بِمَا تَعْمَلُونَ
Qet tu guman tune ku Allah, xeyba erd û esmanan dizane. Allah, karên we dibîne.