Vegere Sûreya Hûd

Hûdهود

16. Ayet

16Sûreya Hûd
Di Mushefê de Veke

اُو۬لٰٓئِكَ الَّذ۪ينَ لَيْسَ لَهُمْ فِي الْاٰخِرَةِ اِلَّا النَّارُۘ وَحَبِطَ مَا صَنَعُوا ف۪يهَا وَبَاطِلٌ مَا كَانُوا يَعْمَلُونَ

Ji bo vana li axîretê ji agir pê ve nesîbek/tiştek tune. Kar û kirinên wan berhewa bûye. Jixwe tiştê ku kirine jî batil in.

Jêrenot
(Allah (ac) diyar kiriye ku, ew qas nîmetên dinyayê ji bo însan xuliqandîye (7/A’raf, 32) û însan jî ji ber fitreta xwe mubtelayê/dildayîyê van nîmetan e (3/Âl-î Îmran, 14). Li ser vêya, mirov bizanibe ku hezkirina dinyayê û nîmetên hene tevde ji Allah in, daxwaza wan nabe pirsgirêkeke îtîqadî an jî exlaqî. Lê belê bi qasî perestîyê hezkirina dinyayê û xebata bi tenê ji bo wê (weke di ayetê de hatîye diyarkirin) hezkirina dinyayê ji bo kesekî bibe fitne û evdîtîya wî yê ji Allah re bide ji bîr kirin (9/Tewbe, 23-24) û bi tenê ji bo dinyayê kêfxweş an jî hêrs bibe (9/Tewbe, 58-59), ha ev nexweşîneke îtîqadî û merezeke exlaqî ye.

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.