Sure 11

Sûreya Hûd

Mekke123 ayetHûd

هود
Der barê Sûreyê de

Sûreya Hûd, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sed û bîst û sê (123) ayet e. Di Qur’anê de sûreya yazdehem e. Ayetên 50. heta 60. behsa Hûd (as) û qewmê wî dike. Ji ber vê yekê wek sûreya Hûd hatîye navandin. Ev sûre wekî wê sûreya berîya xwe mijarên tewhîd û pêxembertî û vejîna piştî mirinê û hesab û ceza ku evana bi tevahî di eslê xwe de esasên îslamê ne vedihewîne. Di vê sûreyê de tofana Nûh cihekî berfireh digire. Wekî din qiseyên Salih û Îbrahîm û Lût û Şûayb û Mûsa (asm) jî tê vegotin. Esasên der heqê aqîdeya tewhîdê û vejîna piştî mirinê û mijarên cezadayînê jî di sûreyê de cih girtîye. Rasûlullah (ass) der barê vê sûreyê de wiha gotîye: “Sûreya Hûd, ez îxtîyar kirim.” ( Tirmîzî, Tefsîr, 57 û Hakîm, Mûstedrek, c. 2, sh. 374)

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

الٓرٰ۠ كِتَابٌ اُحْكِمَتْ اٰيَاتُهُ ثُمَّ فُصِّلَتْ مِنْ لَدُنْ حَك۪يمٍ خَب۪يرٍۙ

Elif, Lâm, Râ. (Ev,) Kitêbeke wisan e ku ayetên wê muhkem in, paşê ji alîyê Allahê (xwedî hukim û hikmet) Hakîm û (ji her tiştî agahdar) Xebîr ve bi teferûet hatîye beyankirin.

Jêrenot
(Ji bo hikmetên ku Qur'ana Kerîm Kitêbeke mufesselbûyî/kitekitbûyî ye, bnr. 6/En’âm, 55.)
2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلَّا تَعْبُدُٓوا اِلَّا اللّٰهَۜ اِنَّن۪ي لَكُمْ مِنْهُ نَذ۪يرٌ وَبَش۪يرٌۙ

(Ev ayetên ji hêla/ji alîyê Allah ve muhkemkirî û bi teferûet beyankirî ne, sebebê wê ev e ku) hûn ji Allah pê ve îbadetê tiştekî din nekin. Bêguman ez ji terefê wî (Allah) ve ji bo we bi hişyarkerî û mizgînvanî hatime şandin.

Jêrenot
(Ji bo meqseda nazilkirina Kitêbê bnr. 4/Nîsa, 105. Ji bo hikmetên ku Qur'ana Kerîm Kitêbeke mufesselbûyî ye, bnr. 6/En’âm, 55.)
3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاَنِ اسْتَغْفِرُوا رَبَّكُمْ ثُمَّ تُوبُٓوا اِلَيْهِ يُمَتِّعْكُمْ مَتَاعًا حَسَنًا اِلٰٓى اَجَلٍ مُسَمًّى وَيُؤْتِ كُلَّ ذ۪ي فَضْلٍ فَضْلَهُۜ وَاِنْ تَوَلَّوْا فَاِنّ۪ٓي اَخَافُ عَلَيْكُمْ عَذَابَ يَوْمٍ كَب۪يرٍ

Ji Rabbê xwe mexfîretê bixwazin û paşê jê re tobe bikin. (Di muqabilê vê de) heta demeke diyarkirî wê bi awayekî rind heyata we bi xweşî û bi feyde bidomîne û dê ji lutf û kerema xwe bide çi kesê xwedî fezîlet in. Eger hûn rû vegerînin, bêguman ez der heqê we de ji ezabê rojeke mezin ditirsim.

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اِلَى اللّٰهِ مَرْجِعُكُمْۚ وَهُوَ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ قَد۪يرٌ

Vegera we bi bal Allah ve ye. Ew qadirê her tiştî ye.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلَٓا اِنَّهُمْ يَثْنُونَ صُدُورَهُمْ لِيَسْتَخْفُوا مِنْهُۜ اَلَا ح۪ينَ يَسْتَغْشُونَ ثِيَابَهُمْۙ يَعْلَمُ مَا يُسِرُّونَ وَمَا يُعْلِنُونَۚ اِنَّهُ عَل۪يمٌ بِذَاتِ الصُّدُورِ

Baldar bin/Dîqat bikin! Ew xwe ji bo ku xwe wî veşêrin singa xwe ditewînin (ji heqîyê rû vedigerînin). Baldar bin/Dîqat bikin! Ew (Allah) dema ku ew xwe li kincên xwe dinixûmînin û bi tiştên vedişêrin û bi tiştên eşkere dikin jî dizane. Bêşik ew (Allah), bi ya ku di singan de veşartî ye, dizane.

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَمَا مِنْ دَٓابَّةٍ فِي الْاَرْضِ اِلَّا عَلَى اللّٰهِ رِزْقُهَا وَيَعْلَمُ مُسْتَقَرَّهَا وَمُسْتَوْدَعَهَاۜ كُلٌّ ف۪ي كِتَابٍ مُب۪ينٍ

Li ser rûyê erdê qet zindîyek/jîndarek tune ku rizqê wî ne aîdê Allah be. Ew (Allah), bi cihê sekna wan û bi cihê ku tê de bi muweqetî dimînin jî dizane. Hemû di Kitêbeke eşkere de nivîsandî ne.

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَهُوَ الَّذ۪ي خَلَقَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضَ ف۪ي سِتَّةِ اَيَّامٍ وَكَانَ عَرْشُهُ عَلَى الْمَٓاءِ لِيَبْلُوَكُمْ اَيُّكُمْ اَحْسَنُ عَمَلًاۜ وَلَئِنْ قُلْتَ اِنَّكُمْ مَبْعُوثُونَ مِنْ بَعْدِ الْمَوْتِ لَيَقُولَنَّ الَّذ۪ينَ كَفَرُٓوا اِنْ هٰذَٓا اِلَّا سِحْرٌ مُب۪ينٌ

Ji bona ku we îmtîhan bike/derêxe holê ka hûn kîjan amelên xweşik dikin, ew ê erd û esman di şeş rojan de xuliqandîye ew (Allah) e. Wê demê arş li ser avê bû. Bi rastî eger tu ji wan re bibêjî, hûn ê jî piştî mirinê dîsa bên vejandin, wê kafir wiha bêjin: “Ev sêhreke vikîvekirî ye”.

Jêrenot
(Bnr 38/Sâd, 27)
8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَلَئِنْ اَخَّرْنَا عَنْهُمُ الْعَذَابَ اِلٰٓى اُمَّةٍ مَعْدُودَةٍ لَيَقُولُنَّ مَا يَحْبِسُهُۜ اَلَا يَوْمَ يَأْت۪يهِمْ لَيْسَ مَصْرُوفًا عَنْهُمْ وَحَاقَ بِهِمْ مَا كَانُوا بِه۪ يَسْتَهْزِؤُ۫نَ۟

Eger em heta demeke diyarkirî ezab ji ser wan bidin paş, teqez wê bibêjin: “Ka çi ye nahêle ku ew (ezab) were?” Baldar bin/Dîqat bikin! Roja ku ezab were carekê din ji wan nayê zivirandin. Û ew tiştê tinazê xwe pê dikin wê wan hawîrdor dorpêç bike.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَلَئِنْ اَذَقْنَا الْاِنْسَانَ مِنَّا رَحْمَةً ثُمَّ نَزَعْنَاهَا مِنْهُۚ اِنَّهُ لَيَؤُ۫سٌ كَفُورٌ

Eger em ji alîyê xwe ve rahmetekê bi însanan bidin tamkirin û paşê vêya ji wan bikşînin û bistînin, ew hema (vedigere û) dibe nankorekî bêhêvî.