Vegere Sûreya Hûd

Hûdهود

40. Ayet

40Sûreya Hûd
Di Mushefê de Veke

حَتّٰٓى اِذَا جَٓاءَ اَمْرُنَا وَفَارَ التَّنُّورُۙ قُلْنَا احْمِلْ ف۪يهَا مِنْ كُلٍّ زَوْجَيْنِ اثْنَيْنِ وَاَهْلَكَ اِلَّا مَنْ سَبَقَ عَلَيْهِ الْقَوْلُ وَمَنْ اٰمَنَۜ وَمَٓا اٰمَنَ مَعَهُٓ اِلَّا قَل۪يلٌ

Axir, dema emrê me hat û tenûr kelîya (dema kanî fûrîyan û av ji erdê bilind bû) me got: “Ji her çeşîdî (heywanan) cotecot li keştîyê bar bike. Ew ên di aleyha wan de (der heqê helakbûna wan de) hukim hatîye vebirîn ne tê de, malbata xwe û mumînan jî li keştîyê siwar bike.” Jixwe ew ên ku pê îmân anîbûn, pir hindik bûn.

Jêrenot
(Di encama dawet û teblîxa 950 sal de (29/Ankebût, 14) pir kêm însan îcabetî bang û daweta wî kirine herwiha Nûh (as) ji pêxemberên Ulu’l Azm hatîye pejirandin (42/Şûra, 13) û bûye Nebîyekî wisa ku ji bo dawetvanên îslâmê re bûye mîsalekî bijare. Ligel vê sûreyek bi navê wî hatîye daxistin ku bi tevahî behsa qiseya wî dike. Lewre ji bo daweta îslâmê û ji bo dawetvanên tewhîdê ‘pirjimarî’ qet tu cara nebûye hedef û meqset. Meqseda kesên dawetvan; li ser rastîyê û bi zelalî fêmkirina dîn û bitenê dawet û teblîxeke li ser îstîqametê ji Allah re û jiyaneke bê muxalefeta esasên ku însanan gazî wan dikin derbas kirin e. Serkeftin û muweffeqîyet ne di hejmara piranî de ye, bes di bihevrebûna mumînên dilsoz ên fedakâr û sebatkar û xwedî îmana qawî û amelen salih de ye. Rabbê me di gelek ayetên Qur'anê de piranî/zêdeyî rexne kiriye û diyar kiriye ku piranîya mirovan muşrîk in (30/Rûm, 42) û xerifî ne (37/Saffât, 71) û ew ên bidin pey wan jî rêşaş in (6/En’am, 116) û aqil nagirin (5/Maîde, 103) û cahil in (6/En’am, 111) û şikur nakin (2/Baqara, 243) û nêzî îmanê nabin (13/Ra’d, 1) û fasiqîyê hildibjêrin (3/Âl-î Îmran, 110) û ji heqîyê hez nakin (23/Mû’mînûn, 70). Di muqabilê vê de carbecar bal kişandîye/dêhn kişandîye ku; kesên îcabetî bang û daweta pêxemberan kirine di kêmanî de mane (2/Baqara, 249; 10/Yûnus, 83; 11/Hûd, 40; 38/Sâd, 24))

Tefsîr

Tefhîmü'l-Kur'ân

40- Sonunda emrimiz geldiğinde ve tandır(42) feveran ettiği zaman, dedik ki: "Her birinden ikişer çift (hayvan) ile aleyhlerinde söz geçmiş olanlar dışında, aileni(43) ve iman edenleri(44) ona yükle." Zaten onunla birlikte çok azından başkası iman etmemişti.