78Sûreya Hûd
وَجَٓاءَهُ قَوْمُهُ يُهْرَعُونَ اِلَيْهِ وَمِنْ قَبْلُ كَانُوا يَعْمَلُونَ السَّيِّـَٔاتِۜ قَالَ يَا قَوْمِ هٰٓؤُ۬لَٓاءِ بَنَات۪ي هُنَّ اَطْهَرُ لَكُمْ فَاتَّقُوا اللّٰهَ وَلَا تُخْزُونِ ف۪ي ضَيْف۪يۜ اَلَيْسَ مِنْكُمْ رَجُلٌ رَش۪يدٌ
(Çi wextê sehkirin ku mêvan hatine) qewmê wî bilezûbez hatin cem wî. Berê de jî karên neqenc (ji xwe re wek adet girtibûn û pir) dikirin. Got: “Gelî qewmê min! Ha evana qîzên min in, bi wan re (bi zewacê bihevrebûn) ji bo we herî paqijtir e. Êdî hûn ji Allah bitirsin û xwe biparêzin û di nava mêvanan de min rezîl nekin. Ma di nava we de qet zilamekî hişmend tune?”