18Sûreya Îbrahîm
مَثَلُ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا بِرَبِّهِمْ اَعْمَالُهُمْ كَرَمَادٍۨ اشْتَدَّتْ بِهِ الرّ۪يحُ ف۪ي يَوْمٍ عَاصِفٍۜ لَا يَقْدِرُونَ مِمَّا كَسَبُوا عَلٰى شَيْءٍۜ ذٰلِكَ هُوَ الضَّلَالُ الْبَع۪يدُ
Rewşa amelên wan kesên ku li dij Rabbê xwe bûne kafir; wekî xwelîyê ye ku di rojeke bahoz de li ber bayê dikeve. Ji tu kar û kirinên xwe (li îndallah mikâfatek nabînin û ji amelên xwe) îstîfade nakin. Di nava xerîfîyeke kûr de bûn (ku vegera bi heqîyê ve pir zor e) ha ev bixwe ye.
Jêrenot
(Ji bo ku amel li îndallah/li cem Allah qebûl bibin, şertê yekemîn tewhîd e. Ew kesê ku tewhîda xwe bi cureyekî şirkê xera bike, nimêja wî û rojî girtina wî û sedeqeya wî qet tu feyde nadê (24/Nûr, 39-40). Lewre şirk û kufr, îlletên wisan in ku hemû amelên qenc pûç û betal dikin û xwe kaşî cehennemê ve dikin. (Bk. 6/ En’am, 88; 39/Zûmer, 65))