Sure 14

Sûreya Îbrahîm

Mekke52 ayetÎbrahîm

ابراهيم
Der barê Sûreyê de

Sûreya Îbrahîm, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û pêncî û du (52) ayet e. Di Qur’anê de sûreya çardehem e. Sûre, behsa Îbrahîm (as) û malbata wî dike. Ji ber vê yekê bi navê sûreya Îbrahîm hatîye navandin. Sûre, bi vê ayetê dest pê dike: Qur’an; ji bo ku însanan ji tarîtîyan derxîne û beralîyê bal bi ronahîyê ve bike hatîye daxistin. Di sûreyê de mijarên bingehîn ku bi gelemperî tên bi dest xistin ev in: Îman anîna bi Allah (ac) û pêxemberan û vejîna piştî mirinê û hesab dayîna li axîretê.

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

1
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

الٓرٰ۠ كِتَابٌ اَنْزَلْنَاهُ اِلَيْكَ لِتُخْرِجَ النَّاسَ مِنَ الظُّلُمَاتِ اِلَى النُّورِ بِاِذْنِ رَبِّهِمْ اِلٰى صِرَاطِ الْعَز۪يزِ الْحَم۪يدِۙ

Elîf, Lâm, Râ. (Ev,) Kitêbek e, ji bo ku tu bi destûra Rabbê wan, însanan ji tarîtîyê ber bi ronahîyê ve derxînî û wan bigihînî rêya (wî Allah ê) Hamîd û Azîz ve me ji te re nazil kiriye.

Jêrenot
(Ji bo meqseda daxistina/nazilkirina Kitêbê bnr. 4/Nîsa, 105.)
2
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَللّٰهِ الَّذ۪ي لَهُ مَا فِي السَّمٰوَاتِ وَمَا فِي الْاَرْضِۜ وَوَيْلٌ لِلْكَافِر۪ينَ مِنْ عَذَابٍ شَد۪يدٍۙ

Ew Allah e ku; hemû tiştên li erd û esmanan aîdê wî ne. Ji ber wê ezaba dijwar (ya ku heq kirine) weyl li kafiran be!

3
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلَّذ۪ينَ يَسْتَحِبُّونَ الْحَيٰوةَ الدُّنْيَا عَلَى الْاٰخِرَةِ وَيَصُدُّونَ عَنْ سَب۪يلِ اللّٰهِ وَيَبْغُونَهَا عِوَجًاۜ اُو۬لٰٓئِكَ ف۪ي ضَلَالٍ بَع۪يدٍ

Ew in ku; jiyana dinyayê di ser axîretê de digirin û ji rêya Allah men dikin û di wê de daxwaza çewtîyê dikin. Evana di nava xerîfîyeke kûr de ne (ku vegera wan a bal bi heqîyê ve pir zor e).

4
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَمَٓا اَرْسَلْنَا مِنْ رَسُولٍ اِلَّا بِلِسَانِ قَوْمِه۪ لِيُبَيِّنَ لَهُمْۜ فَيُضِلُّ اللّٰهُ مَنْ يَشَٓاءُ وَيَهْد۪ي مَنْ يَشَٓاءُۜ وَهُوَ الْعَز۪يزُ الْحَك۪يمُ

Me her pêxemberî bi zimanê qewmê wî şand da ku bi zimanê wan teblîx/beyan bike. Allah, kî bixwaze dixerifîne û kî jî bixwaze digihîne hîdayetê. Ew, (yê xwedî îzzet û her tiştî mexlûb dike) Azîz û (xwedî hikum û hikmet) Hakîm e.

5
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَلَقَدْ اَرْسَلْنَا مُوسٰى بِاٰيَاتِنَٓا اَنْ اَخْرِجْ قَوْمَكَ مِنَ الظُّلُمَاتِ اِلَى النُّورِ وَذَكِّرْهُمْ بِاَيَّامِ اللّٰهِۜ اِنَّ ف۪ي ذٰلِكَ لَاٰيَاتٍ لِكُلِّ صَبَّارٍ شَكُورٍ

Sond be, me Mûsa bi ayetên xwe ya: “Qewmê xwe ji tarîtîyê ber bi ronahîyê ve derxîne û rojên Allah bîne bîra wan.” şand. Bêguman di vêya de ji bo ew ên pir sebirvan û pirzêde şikurdar in re ayetên (bi îbret) hene.

6
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاِذْ قَالَ مُوسٰى لِقَوْمِهِ اذْكُرُوا نِعْمَةَ اللّٰهِ عَلَيْكُمْ اِذْ اَنْجٰيكُمْ مِنْ اٰلِ فِرْعَوْنَ يَسُومُونَكُمْ سُٓوءَ الْعَذَابِ وَيُذَبِّحُونَ اَبْنَٓاءَكُمْ وَيَسْتَحْيُونَ نِسَٓاءَكُمْۜ وَف۪ي ذٰلِكُمْ بَلَٓاءٌ مِنْ رَبِّكُمْ عَظ۪يمٌ۟

(Bi bîr bînin!) Dema ku Mûsa ji qewmê xwe re gotibû: “Nîmetên Allah yên ku li ser we ne bînin bîra xwe. Wî hûn ji malbata Firewn xelas kiribû. Wan îşkenceyên herî xerab li we dikirin û zarokên we yên kur serjê dikirin û qîzên we sax dihiştin. Di vêya de ji bo we îmtîhanek mezin a ji Rabbê we heye.”

7
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَاِذْ تَاَذَّنَ رَبُّكُمْ لَئِنْ شَكَرْتُمْ لَاَز۪يدَنَّكُمْ وَلَئِنْ كَفَرْتُمْ اِنَّ عَذَاب۪ي لَشَد۪يدٌ

(Dîsa bi bîr bînin ku) Rabbê we, wiha bi we dabû zanîn: "Sond be eger hûn şikur bikin ez ê muheqeq zêdetir bikim û eger hûn nankorî bikin (bizanibin ku) ezabê min pir dijwar e.”

8
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

وَقَالَ مُوسٰٓى اِنْ تَكْفُرُٓوا اَنْتُمْ وَمَنْ فِي الْاَرْضِ جَم۪يعًاۙ فَاِنَّ اللّٰهَ لَغَنِيٌّ حَم۪يدٌ

Mûsa gotibû: “Eger hûn û ew ên li ser rûyê erdê hemû înkar bikin jî bêguman Allah (ew ê her tişt muhtacê wî ye lê ew ne hewcedarê tu kesî) Xaniy û (yê ku herî zêde hemd û pesinandinê heq dike û ji alîyê heyînan ve tê pesinandin) Hamîd e.

9
Tefsîrê Nîşan BideDi Mushefê de Veke

اَلَمْ يَأْتِكُمْ نَبَؤُ۬ا الَّذ۪ينَ مِنْ قَبْلِكُمْ قَوْمِ نُوحٍ وَعَادٍ وَثَمُودَۜۛ وَالَّذ۪ينَ مِنْ بَعْدِهِمْۜۛ لَا يَعْلَمُهُمْ اِلَّا اللّٰهُۜ جَٓاءَتْهُمْ رُسُلُهُمْ بِالْبَيِّنَاتِ فَرَدُّٓوا اَيْدِيَهُمْ ف۪ٓي اَفْوَاهِهِمْ وَقَالُٓوا اِنَّا كَفَرْنَا بِمَٓا اُرْسِلْتُمْ بِه۪ وَاِنَّا لَف۪ي شَكٍّ مِمَّا تَدْعُونَنَٓا اِلَيْهِ مُر۪يبٍ

Erê ma agahîya yên berîya we (jîyîne) yên qewmê Nûh û Ad û Semûd û yên di pey wan de ji we re nehat? Ji Allah pê ve kes bi wan nizane. Pêxemberên wan bi delîlên eşkere ji wan re hatibûn. (Ji bo dengê pêxemberan bibirin) destên xwe dibirin ser devên xwe û digotin: “Bêguman tiştên ji we re hatine em înkar dikin. Û bêşik der heqê ew tiştê ku hûn me gazî dikinê de jî em di nava gumanbarîyeke bêaramî de ne.”