Vegere Sûreya Îbrahîm

Îbrahîmابراهيم

27. Ayet

27Sûreya Îbrahîm
Di Mushefê de Veke

يُثَبِّتُ اللّٰهُ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا بِالْقَوْلِ الثَّابِتِ فِي الْحَيٰوةِ الدُّنْيَا وَفِي الْاٰخِرَةِۚ وَيُضِلُّ اللّٰهُ الظَّالِم۪ينَ وَيَفْعَلُ اللّٰهُ مَا يَشَٓاءُ۟

Allah, mumînan di jiyana dinyayê de jî û di axîretê de jî bi gotineke zexm (Lâilâheillallah) payidar dike. Allah zaliman dixerifîne û Allah çi daxwaz bike wê dike.

Jêrenot
(Der heqê ayetên 24. û 25. de: a. Kelîmeya Lâilâheillallah (Yanê ji Allah pê ve qet tu îlâh tune ku layiqê îbadetê ye.), weke wê dara xweşik e ku qurmên wê di qelban de cih girtîye û şaxên wê jî bi bal Allah ve bilindbûyî ye. Di qelbê mumînan de bandora wê wisan bi hêz e ku her daîm şîreta amelên qenc pê dike. Wekî mamosteyekî berhêldarî û rênasîya kesê mumîn dike. Madem Allah (ac) yek îlâh e, madem ew ê ku razîbûna wî tê daxwazkirin Allah e (ac), herwiha berê xwe bide wî û tobe bike û hez jê bike û jê bitirse û nimêj bike û xizmetê ji îslamê re bike... b. Kelîmeya Lâilâheillallah (Ji Allah pê ve qet tu îlâh tune ku layiqê îbadetê ye), di jiyana dinyayê de mirovan payîdar dike ü îstîqrar dide însan. Mumîn dizane ka îmân bi çi anîye û çima îmân pê anîye. Ba û bahozên guman û fitneyan nikarin zerar bidin îmana wî. Li gorî dewr û dewranên guharte dînê xwe naguherîne û li gorî şert û mercan aqîda xwe diyar nake. Lewre aqîdeya Lâilâheillallah sebatê dide qelbê wî. Kesên munafiq di qebrê de ji van sualên ku jê têne pirsîn “Rabbê te kî ye? Pêxemberê te kî ye? Dînê te çi ye?” re wiha bersivê dide: “Hı... Hı.. Ez nizanim. Însanan tiştekî digotin, min jî wê tiştê digot.” Lê ehlê Lâilâheillallahê (ew ên şadehîyê dabûn ku ji Allah pê ve qet tu îlâhê ku layiqê îbadetê ye tune) jî wiha bersiva xwe didin: “Rabbê min Allah e (ac) û pêxemberê min Muhammed e (ass) û dînê min jî îslam e” û li ser vê gotinê payidar dimînin. (Ebu Dawud, 4753; Îmam Ahmed, 18534, ji Bera bin Azib (ra) neqil kirine.) Şirk di eslê xwe de bêkok e. Birastî kesê muşrîk nizane bawerî bi çi anîye. Dînê wî ji zenê pêkhatî ye. Li ser esasekî ne payidar e. Di aqîdê û amelên wî de herûdaîm nedîyarîtî heye. Ji bo ku aqîda wî serûbin bibe gumaneke herî biçûk jî bes e.)

Tefsîr

Besâirü'l-Kur'ân

27. “Allah inananları, dünya hayatında ve âhirette sağlam bir söz üzerinde tutar; zalimleri de saptırır. Allah dilediğini yapar.” Allah mü’minleri hem dünya hayatında, hem de âhiret hayatında sağlam bir sözle tespit eder. Onların kalplerini sağlamlaştırır, ayaklarını sağlamlaştırır. O güzel sözle, o kelime-i tevhid ile, o inançla onları sağlama alır, hayatlarını düzene koyar. Dünyadaki hayatları kabullendikleri o güzel sözle, kökü ta derinliklerde olan, dalları da se-malara yükselen bu güzel söz mü’minlerin hem dünyada, hem de âhi-rette sebatlarına, hayatlarında istikrarlarına, dünyada mutlu ve dengeli bir yaşantıya, âhirette de cennete ulaşmalarına sebep olur. Allah böyle bir yöne döndürür onları. Hem dünyada hem de âhirette Rab-bimiz bu sözü söyleyen, bu söze iman eden ve hayatlarını bu söze uygun yaşayan mü’minlerin bu imanlarını koruma altına alır ve sağlamlaştırır onları. Zalimleri de saptırır Allah. Çünkü O Allah’ın dilediğini yapma gücü vardır. Hiç kimse O’na engel olamaz.