36Sûreya Îbrahîm
رَبِّ اِنَّهُنَّ اَضْلَلْنَ كَث۪يرًا مِنَ النَّاسِۚ فَمَنْ تَبِعَن۪ي فَاِنَّهُ مِنّ۪يۚ وَمَنْ عَصَان۪ي فَاِنَّكَ غَفُورٌ رَح۪يمٌ
“Rabbê min! Bi rastî wan (pûtan) ji însanan gelek kesan xerifandine. Êdî kî bide pey min ew ji min e. Kî jî ji min re îsyan bike, bêguman tu (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û (li ser evdên xwe pir bi merhamet) Rahîm î.”
Jêrenot
(Pêxemberekî weke Îbrahîm (as) ku îmamê tewhîdê ye, ew bixwe jî ji Allah (ac) ji bo xwe û zarokên xwe hêvîya parastina ji perestîya pûtan dike. Ev, ji ber vê ye ku wî pir qîmet dida tewhîdê û bawer bû ku eger ne alîkarîya Allah (ac) be sebata li ser hîdayetê qet ne mimkûn e. Ev xewf, ji tirs û xewfan ya herî bi rûmet e. Em dibînin ku di hemû îmamên/pêşengên tewhîdê de ev xewf û tirs hebû. Dûaya ku Rasûlullah (saw.) herî zêde dubare kiriye ev bû: “Allahê min ê ku qelban diqulibîne û digerîne! Qelbê min li ser dînê xwe sabît bigire.” (Tirmizî, 2140), (Bnr. 2/Baqara, 132-133; 3/Âl-î Îmran, 102))