15Sûreya Îsra
مَنِ اهْتَدٰى فَاِنَّمَا يَهْتَد۪ي لِنَفْسِه۪ۚ وَمَنْ ضَلَّ فَاِنَّمَا يَضِلُّ عَلَيْهَاۜ وَلَا تَزِرُ وَازِرَةٌ وِزْرَ اُخْرٰىۜ وَمَا كُنَّا مُعَذِّب۪ينَ حَتّٰى نَبْعَثَ رَسُولًا
Kî bigihîje hîdayetê ew ji bo xwe gihîştîye hîdayetê. Kî jî bixerife di eleyha xwe de dixerife. Qet tu gunehkarek gunehê kesekî din hilnagire. Em heta pêxemberekî neşînin (li civakekî) ezab nakin.
Jêrenot
(Allah (ac) pêxemberên wek hişyarker û mizgînvan şandîye (4/Nîsa, 165); rasûlên ku her qewmê dawetê tewhîdê kirine her dem hebûne (16/Nehl, 36); ji ber ku ji hêla/ji alîyê Allah (ac) huccet gihaye hemû însanan êdî kes nikare hincetekî/mazeretekî teqdîmê Allah (ac) bike. (Bnr.7/A’raf, 172-173; 28/Qasas, 46))