Sure 17

Sûreya Îsra

Mekke111 ayetRêwîtiya Şevê

الإسراء
Der barê Sûreyê de

Sûreya Îsra, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sed û yazdeh (111) ayet e. Di Qur’anê de sûreya hivdehem e. Di ayeta yekemîn de behsa bûyera Mîracê tê kirin. Allah (ac), ji bo ku hinek ayetên xwe nîşanî wî bide pêxemberê xwe şevekî ji Mescîdu’l Heram bi rêwîtîya şevê birîye Mescîdu’l Aqsa. Ev rêwîtîya şevê/Îsra di heman demê de bûye navê vê sûreyê. Mijarên serata yên vê sûreyê ev in: Serpêhatîyên di berdêla xerabîyên Benîîsraîl pêwist e ku ji bo Mekkîyan bibe îbret. Hemû kes ji karûkirinên xwe berpisîyar in. Hewcetîya xweşhelwestîya li dij dê û bav. Însan û cin bi tevahî bigihîjin hevdu jî wê nikaribin hewşêweyekî Qur’anê têxin holê. Rewşa kesên ayetên Allah (ac) înkar dikin û qiseya Mûsa (as) û qewmê wî.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

سُبْحَانَ الَّذ۪ٓي اَسْرٰى بِعَبْدِه۪ لَيْلًا مِنَ الْمَسْجِدِ الْحَرَامِ اِلَى الْمَسْجِدِ الْاَقْصَا الَّذ۪ي بَارَكْنَا حَوْلَهُ لِنُرِيَهُ مِنْ اٰيَاتِنَاۜ اِنَّهُ هُوَ السَّم۪يعُ الْبَص۪يرُ

Ji bo hinek ayetên xwe nîşanî wî bide ew (Allah) ê ku ji sifetên kêm munezzeh e/berî ye, evdê xwe di şevekê de ji Mescîdu'l Heram bire Mescîdu'l Aqsayê ku hawîrdora wê pîroz kiriye. Ew, (yê ku hemû tiştan dibihîze û îcabetî dûayan dike) Semî û (zanayê her tiştî) Alîm e.

وَاٰتَيْنَا مُوسَى الْكِتَابَ وَجَعَلْنَاهُ هُدًى لِبَن۪ٓي اِسْرَٓاء۪يلَ اَلَّا تَتَّخِذُوا مِنْ دُون۪ي وَك۪يلًاۜ

Me Kitêb da Mûsa û me ew (Kitêb) ji bo Benî Îsraîl kir rehberê hîdayetê da ku ji min pê ve ji xwe re tu kesî (ji bo hûn karên xwe bispêrnê û lê tewekkul bikin) nekin wekîl.

ذُرِّيَّةَ مَنْ حَمَلْنَا مَعَ نُوحٍۜ اِنَّهُ كَانَ عَبْدًا شَكُورًا

Gelî zaroyên wan kesên ku me ew bi Nûh re (di keştîyê de) kişandibû! Bêguman ew (Nûh) evdekî pir şikurdar bû.

وَقَضَيْنَٓا اِلٰى بَن۪ٓي اِسْرَٓاء۪يلَ فِي الْكِتَابِ لَتُفْسِدُنَّ فِي الْاَرْضِ مَرَّتَيْنِ وَلَتَعْلُنَّ عُلُوًّا كَب۪يرًا

Me di Kitêbê de ji bo Benî Îsraîl ev hikum jî dabû/diyar kiribû: Bêşik hûn ê li ser rûyê erdê du caran fesadîyê derxînin û hûn ê zêdegavîyeke bi quretî bikin.

فَاِذَا جَٓاءَ وَعْدُ اُو۫لٰيهُمَا بَعَثْنَا عَلَيْكُمْ عِبَادًا لَنَٓا اُو۬ل۪ي بَأْسٍ شَد۪يدٍ فَجَاسُوا خِلَالَ الدِّيَارِۜ وَكَانَ وَعْدًا مَفْعُولًا

Dema ku ji wan her du weadan yek (wextê fesada yekem) hat, me di ser we de evdên xwe yên zordar şand. Hetanî dikevin qûl û qûlerên we û venêrîna/lêpirsîna we dikin. Ev, tiştekî wisan bû ku wê teqez pêk bihata.

ثُمَّ رَدَدْنَا لَكُمُ الْكَرَّةَ عَلَيْهِمْ وَاَمْدَدْنَاكُمْ بِاَمْوَالٍ وَبَن۪ينَ وَجَعَلْنَاكُمْ اَكْثَرَ نَف۪يرًا

Paşê li hemberî wan (evdên xwe) dîsa me serkeftin da we û bi serwet û zarokan piştgirêya we kir û hejmara we zêde kir.

اِنْ اَحْسَنْتُمْ اَحْسَنْتُمْ لِاَنْفُسِكُمْ وَاِنْ اَسَأْتُمْ فَلَهَاۜ فَاِذَا جَٓاءَ وَعْدُ الْاٰخِرَةِ لِيَسُٓؤُ۫ا وُجُوهَكُمْ وَلِيَدْخُلُوا الْمَسْجِدَ كَمَا دَخَلُوهُ اَوَّلَ مَرَّةٍ وَلِيُتَبِّرُوا مَا عَلَوْا تَتْب۪يرًا

Eger hûn (vê hêz û îmkanê li xêrê serf bikin û) qencîyê bikin hûn ji bo xwe qencî dikin. Eger hûn xerabîyê jî bikin hûn ê zerar bidin xwe. Dema weada dawîyê (ya duyem) were, (em ê evdên xwe yên xwedîhêz bi ser we de bişînin) ku bila rûyê we reş bikin û wekî berê bikevin mescîdê û çi bi destê wan bikeve serûbinî hev bikin.

عَسٰى رَبُّكُمْ اَنْ يَرْحَمَكُمْۚ وَاِنْ عُدْتُمْ عُدْنَاۢ وَجَعَلْنَا جَهَنَّمَ لِلْكَافِر۪ينَ حَص۪يرًا

Hêvî heye ku Rabbê we li we rehmê bike. Eger hûn vegerin (fesadê) em ê jî (bi şandina evdên xwe yên xwedîhêz bi ser we de) vegerin. Me, cehennem ji bo kafiran kiriye girtîgeh/zindan.

اِنَّ هٰذَا الْقُرْاٰنَ يَهْد۪ي لِلَّت۪ي هِيَ اَقْوَمُ وَيُبَشِّرُ الْمُؤْمِن۪ينَ الَّذ۪ينَ يَعْمَلُونَ الصَّالِحَاتِ اَنَّ لَهُمْ اَجْرًا كَب۪يرًاۙ

Bêguman ev Qur'an digihîne rêya herî rast û (bi vê heqîqetê) mizgînê dide mumînên amelên salih dikin ku ji wan re xelateke mezin heye.

Tefsîrên Sûreya Îsra

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.