Vegere Sûreya Îsra

Îsraالإسراء

75. Ayet

75Sûreya Îsra
Di Mushefê de Veke

اِذًا لَاَذَقْنَاكَ ضِعْفَ الْحَيٰوةِ وَضِعْفَ الْمَمَاتِ ثُمَّ لَا تَجِدُ لَكَ عَلَيْنَا نَص۪يرًا

Wê demê me dê di heyata te de û di mirina te de jana ezabê qat bi qat bi te bida tamkirin/çêjandin. Paşê te li hemberî me ji xwe re alîkarek jî nedidît.

Jêrenot
(Li ser sebeba nizûla ayetên 73-75. de ev ramanên hanê hatine teqdîm kirin: a. Eşîra Seqîfîyan hatin cem Rasûlullah (ass) û wiha gotin: “Salekî din destûra perestîya Lat bide me û çawa ku te newala Mekkeyê wek ‘muqaddes/heram’ îlan kiriye newala me jî wek muqaddes îlan bike. Daxwaza me ew e ku qewmên Ereb serdestîya me bibînin.” Dema ku Rasûlullah (ass) ji vê pêşnîyarîya wan nekêfxweş/nerazî bû, Seqîfîyan wiha gotin: “Tu bêje Allah wisa ferman kiriye.” Li ser vê mijarê ev ayet nazil bû. b. Muşrîkan ji Rasûlullah (ass) re wiha gotin: “Hetanî tu bi serê tilîyên xwe be jî dest li pûtên me nedî, em dev ji te bernadin.” Pêxember (ass) di dilê xwe de wiha fikirî: “Qey ez wiha bikim wê çi bibe? Allah dizane ku ez tu carî ji wan ne razî me.” Li ser vê bûyerê ev ayet nazil bû. c. Qureyşîyan bi Rasûlullah (ass) hevdîtinekî bi taybet kirin. Hetanî sibehê jê re wiha gotin: “Tu serwerê me yî û kurê serwerekî ji serwerên me yî.” Bi van gotinan wî dipesinandin. Hindik mabû ku Rasûlullah (ass) herênî bida daxwazên wan. Di wê lehzê de ev ayet nazil bû. d. Muşrîkan ji Rasûlullah (ass) daxwaza dûrxistina bendeyan û xîzanan kirin. Li ser vê mijarê ev ayet nazil bû. (Tefsîra Zadu’l Mesîr) Dawetvanên tewhîdê, di dirêjahîya dîrokê de li rastî tehdîdên tirsdêr û pêşnîyarîyên averêker hatine. Allah (ac) di van her du rewşan de jî rê nîşanî mumînan daye. Ji bo pêşnîyarîyên averêker li ayetên 6/En’am 53, 17/Îsra 73-75 û ji bo tehdîdan jî li ayetên 6/En’am 82. binêrin.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.