6Sûreya Kafîrûn
لَكُمْ د۪ينُكُمْ وَلِيَ د۪ينِ
“Dînê we ji we re û dînê min jî ji min re.”
Jêrenot
(Rasûlullah (ass), vê sûreyê wek “beraeta ji şirkê” binav kiriye. (Tirmizî, 3403) Wekî ku tê zanîn hetanî şirk neyê terkkirin û tobe neyê kirin bûyîna ji muslîman ne mimkûn e. (Bnr. 3/Âl-î Îmran, 64; 9/Tewbe, 11) Dema ligel beyana Rasûlullah (ass) li ser vê mijarê bê sekinîn, xuya dibe ku dûrbûna/teberrîya ji şirkê enceq bi van xisûsan mimkûn dibe:
a. Îtîqad anîna vê tiştê ku ew muşrîkên ji Allah (ac) re şirîk çêdikin kafir bixwe ne.
b. Xweparastina ji îbadeta wan taxûtan ku ew ji wan re îbadet dikin û dûrketina/teberrîya ji wan.
c. Bawerîya vê xisûsê; ew îdîa bikin ku îbadetê ji Allah (ac) re dikin jî ligel şirkê qet tu îbadet li îndallah/li cem Allah ne meqbûl e û ew kesê şirîk çêdike, wî bi tu awayî îbadetê Allah (ac) nekiriye.
d. Îtîqad anîna ku şirk bixwe jî dînek e û pêkanîna teberrîya ji wê dînê û ji tabîên wê dînê.)