Sure 109

Sûreya Kafîrûn

Mekke6 ayetKafir

الكافرون
Der barê Sûreyê de

Sûreya Kafîrûn, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û şeş (6) ayet e. Di Qur’anê de sûreya sed û nehemîn e. Di ayeta ewil de ji kafiran re xîtab tê kirin. Ji ber vê yekê wek sûreya Kafîrûn hatîye binav kirin. Ev sûre, dûrketin û beraeta ji karûkirinên muşrîkan e. Rasûlullah (ass), vê sûreyê wek “beraeta ji şirkê” dinavîne. Herwisa ev sûre di amelên ku tên kirin de emrê îxlasê li mûmînan dike.

﷽

Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).

قُلْ يَٓا اَيُّهَا الْكَافِرُونَۙ

Bibêje: “Gelî kafiran!”

لَٓا اَعْبُدُ مَا تَعْبُدُونَۙ

“Ez, ji wan tiştên ku hûn îbadetê wan dikin re îbadet nakim.”

وَلَٓا اَنْتُمْ عَابِدُونَ مَٓا اَعْبُدُۚ

“Ji ew ê ku ez îbadetê wî dikim re hûn jî îbadet nakin.”

وَلَٓا اَنَا۬ عَابِدٌ مَا عَبَدْتُمْۙ

“Ez jî ji yên ku hûn îbadetê wan dikin re îbadet nakim.”

وَلَٓا اَنْتُمْ عَابِدُونَ مَٓا اَعْبُدُۜ

“Hûn jî ji ew ê ku ez îbadetê wî dikim re îbadet nakin.”

لَكُمْ د۪ينُكُمْ وَلِيَ د۪ينِ

“Dînê we ji we re û dînê min jî ji min re.”

Jêrenot
(Rasûlullah (ass), vê sûreyê wek “beraeta ji şirkê” binav kiriye. (Tirmizî, 3403) Wekî ku tê zanîn hetanî şirk neyê terkkirin û tobe neyê kirin bûyîna ji muslîman ne mimkûn e. (Bnr. 3/Âl-î Îmran, 64; 9/Tewbe, 11) Dema ligel beyana Rasûlullah (ass) li ser vê mijarê bê sekinîn, xuya dibe ku dûrbûna/teberrîya ji şirkê enceq bi van xisûsan mimkûn dibe: a. Îtîqad anîna vê tiştê ku ew muşrîkên ji Allah (ac) re şirîk çêdikin kafir bixwe ne. b. Xweparastina ji îbadeta wan taxûtan ku ew ji wan re îbadet dikin û dûrketina/teberrîya ji wan. c. Bawerîya vê xisûsê; ew îdîa bikin ku îbadetê ji Allah (ac) re dikin jî ligel şirkê qet tu îbadet li îndallah/li cem Allah ne meqbûl e û ew kesê şirîk çêdike, wî bi tu awayî îbadetê Allah (ac) nekiriye. d. Îtîqad anîna ku şirk bixwe jî dînek e û pêkanîna teberrîya ji wê dînê û ji tabîên wê dînê.)

Tefsîrên Sûreya Kafîrûn

Tefsîra vê sûreyê ji çavkaniyên cuda bixwînin.