45Sûreya Kehf
وَاضْرِبْ لَهُمْ مَثَلَ الْحَيٰوةِ الدُّنْيَا كَمَٓاءٍ اَنْزَلْنَاهُ مِنَ السَّمَٓاءِ فَاخْتَلَطَ بِه۪ نَبَاتُ الْاَرْضِ فَاَصْبَحَ هَش۪يمًا تَذْرُوهُ الرِّيَاحُۜ وَكَانَ اللّٰهُ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ مُقْتَدِرًا
Ji wan re mîsala heyata dinyayê bide: (Ew,) weke aveke ku me ji esman daxistîye. (Dema digihîje axê) bi wî nebatê li ser rûyê erdê tevlîhev/geş bû. (Paşê jî ew hêşînahîyên ku demekê dilkêş/bi rewnaq bûn) vegerîya gîyayekî hişk ku li ber bayê dikeve. Bêguman Allah li ser her tiştî muqtedîr/xwedî îqtîdar e.
Jêrenot
(Dinya jî wisan e. Bi xeml û îhtîşam û debdeba xwe balkêş û dilkêş û rewnaq e. Lê belê bi nexweşîyek an musîbetek an jî digel rabûna qiyametê vedigere tiştekî wisan ku qet tu rûmeta wê namîne. (Ji bo bergeha nîmetên dinyayê bnr. 11/Hûd, 15-16.))