﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
Mekke110 ayetŞkeft
Sûreya Kehf, Mekkî ye (li Mekkeyê nazil bûye) û sed û deh (110) ayet e. Di Qur’anê de sûreya hijdehem e. Kehf, di lûxatê de tê ser maneya “şikefta fireh”. Sûre ji ber ku behsa çend xortên ji zilma taxutê wê dewrê xwe sipartine şikeftekî dike û qiseya wan vedibêje bi navê sûreya Kehf hatîye navandin. Ligel vê, hin serpêhatîyên Mûsa (as) û qiseya Zûlqerneyn û Yecûc û Mecûc jî di nav mijarên vê sûreyê de ne. Qiseya Eshabû’l Kehf, li ser qûdreta Allah (ac) ya bêsînor re wek mînak hatîye vegotin.
﷽
Bi navê Allahê Rahmân û Rahîm (dest bi xwendinê dikim).
اَلْحَمْدُ لِلّٰهِ الَّذ۪ٓي اَنْزَلَ عَلٰى عَبْدِهِ الْكِتَابَ وَلَمْ يَجْعَلْ لَهُ عِوَجًا ۜ۔
Hemd, aîdê Allah e ku ji evdê xwe re Kitêb nazil kir û di wê de qet tu çewtî/xeletî tune.
قَيِّمًا لِيُنْذِرَ بَأْسًا شَد۪يدًا مِنْ لَدُنْهُ وَيُبَشِّرَ الْمُؤْمِن۪ينَ الَّذ۪ينَ يَعْمَلُونَ الصَّالِحَاتِ اَنَّ لَهُمْ اَجْرًا حَسَنًاۙ
(Ew Qur'an,) Kitêbeke rasterast e. Ji bo ku wan ji ezabekî dijwar bitirsîne ew ji îndallah e da ku mizgînê bide wan mumînên amelên salih kirine ku birastî ji wan re mukâfatên xweşik heye (nazil bûye).
مَاكِث۪ينَ ف۪يهِ اَبَدًاۙ
Wê di wir de bêdawî/ebedî bimînin.
وَيُنْذِرَ الَّذ۪ينَ قَالُوا اتَّخَذَ اللّٰهُ وَلَدًاۗ
Û ji bo hişyarkirina wan ên dibêjin: “Allah ji xwe re zarok girtîye” (hatîye daxistin).
مَا لَهُمْ بِه۪ مِنْ عِلْمٍ وَلَا لِاٰبَٓائِهِمْۜ كَبُرَتْ كَلِمَةً تَخْرُجُ مِنْ اَفْوَاهِهِمْۜ اِنْ يَقُولُونَ اِلَّا كَذِبًا
Li ser vê mijarê ne zanîna wan û ne jî yê bav û kalên wan heye. Ev gotina/peyva ji devê wan derdikeve çi qas mezin e! Ew bitenê derewan dikin.
فَلَعَلَّكَ بَاخِعٌ نَفْسَكَ عَلٰٓى اٰثَارِهِمْ اِنْ لَمْ يُؤْمِنُوا بِهٰذَا الْحَد۪يثِ اَسَفًا
Nexwe ji ber xemkêşîya ku wan (bi Qur'anê) îmân neanîye qey tu yê nefsa xwe helak bikî?
اِنَّا جَعَلْنَا مَا عَلَى الْاَرْضِ ز۪ينَةً لَهَا لِنَبْلُوَهُمْ اَيُّهُمْ اَحْسَنُ عَمَلًا
Bêguman ji bo ku em însanan îmtîhan bikin ka ji wan kî amelên salih dike, me tiştên li ser rûyê erdê jê re kire xeml/zînet.
وَاِنَّا لَجَاعِلُونَ مَا عَلَيْهَا صَع۪يدًا جُرُزًاۜ
(Dîsa) bêşik tiştên li ser rûyê erdê (ku me kiribûn xeml û zînet) em dikarin bikin axeke hişk/bêber.
اَمْ حَسِبْتَ اَنَّ اَصْحَابَ الْكَهْفِ وَالرَّق۪يمِ كَانُوا مِنْ اٰيَاتِنَا عَجَبًا
Nexwe tu, ji ayetên me rewşa Eshabu'l Kehf û Raqîm bitenê herî balkêş zen dikî?
اِذْ اَوَى الْفِتْيَةُ اِلَى الْكَهْفِ فَقَالُوا رَبَّنَٓا اٰتِنَا مِنْ لَدُنْكَ رَحْمَةً وَهَيِّئْ لَنَا مِنْ اَمْرِنَا رَشَدًا
(Bi bîr bînin!) Dema ewan xortan xwe avêtibûn şikeftê û wiha gotibûn: “Rabbê me! Ji bal xwe ve rahmetekê bide me û di karê me de rêya herî li cih/bi îsabet ji me re hêsan bike.”
فَضَرَبْنَا عَلٰٓى اٰذَانِهِمْ فِي الْكَهْفِ سِن۪ينَ عَدَدًاۙ
(Ji bo ku dengan seh nekin û di xeweke giran/kûr de herin) me di şikeftê de gelek salan (giranî) xiste ser guhên wan.
ثُمَّ بَعَثْنَاهُمْ لِنَعْلَمَ اَيُّ الْحِزْبَيْنِ اَحْصٰى لِمَا لَبِثُٓوا اَمَدًا۟
Paşê jî wê kîjan ji wan her du taîfe (yên der heqê wan de îxtîlaf dikirin) dema mayîna wan baş hisab dike, me ew hişyar kirin.
نَحْنُ نَقُصُّ عَلَيْكَ نَبَاَهُمْ بِالْحَقِّۜ اِنَّهُمْ فِتْيَةٌ اٰمَنُوا بِرَبِّهِمْ وَزِدْنَاهُمْ هُدًىۗ
Em ji te re qiseyên wan wek heq/li ser rastîyê vedibêjin. Bi rastî ew, komek xort bûn ku îmân bi Rabbê xwe anîbûn û me jî hîdayeta wan zêde kiribû.
وَرَبَطْنَا عَلٰى قُلُوبِهِمْ اِذْ قَامُوا فَقَالُوا رَبُّنَا رَبُّ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ لَنْ نَدْعُوَ۬ا مِنْ دُونِه۪ٓ اِلٰهًا لَقَدْ قُلْنَٓا اِذًا شَطَطًا
Û dema rabûn qiyamê û wiha gotibûn: “Rabbê me Rabbê erd û esmanan e! Em ji xeynî wî qet ji tu îlâhî re dûa/lavahî nakin. Sond be wê çaxê em ê gotineke batil/tewş bibêjin.” Me qelbên wan (li ser yeqîn û sebir û biryardarî) qewî kiribû.
هٰٓؤُ۬لَٓاءِ قَوْمُنَا اتَّخَذُوا مِنْ دُونِه۪ٓ اٰلِهَةًۜ لَوْلَا يَأْتُونَ عَلَيْهِمْ بِسُلْطَانٍ بَيِّنٍۜ فَمَنْ اَظْلَمُ مِمَّنِ افْتَرٰى عَلَى اللّٰهِ كَذِبًاۜ
“Ha ev ên ha, qewmê me ne. (Rabûn) ji Allah pê ve ji xwe re îlâhên din girtin. Qey ne hewce bû ku (li ser rastîya karên xwe) delîleke eşkere bianîna? Ji wî kesê ku li ser Allah derewan li hev tîne û bêbextîyan dike zalimtir kî heye?”
وَاِذِ اعْتَزَلْتُمُوهُمْ وَمَا يَعْبُدُونَ اِلَّا اللّٰهَ فَأْوُ۫ٓا اِلَى الْكَهْفِ يَنْشُرْ لَكُمْ رَبُّكُمْ مِنْ رَحْمَتِه۪ وَيُهَيِّئْ لَكُمْ مِنْ اَمْرِكُمْ مِرْفَقًا
“Madem we wan û ji ew ên ku ji xeynî Allah dihebînin terikand û dûr ketin (heydê) xwe bavêjin şikeftê da ku Rabbê we rehma xwe li ser we raxîne û karê we hêsan bike.
وَتَرَى الشَّمْسَ اِذَا طَلَعَتْ تَزَاوَرُ عَنْ كَهْفِهِمْ ذَاتَ الْيَم۪ينِ وَاِذَا غَرَبَتْ تَقْرِضُهُمْ ذَاتَ الشِّمَالِ وَهُمْ ف۪ي فَجْوَةٍ مِنْهُۜ ذٰلِكَ مِنْ اٰيَاتِ اللّٰهِۜ مَنْ يَهْدِ اللّٰهُ فَهُوَ الْمُهْتَدِۚ وَمَنْ يُضْلِلْ فَلَنْ تَجِدَ لَهُ وَلِيًّا مُرْشِدًا۟
Dema roj dertê tu dibînî ku tîrêja tavê li rexê rastê dikeve, dema diçe ava jî li kêleka çepê dixist û diçû. Ew bixwe jî (di şikeftê de) di qada fireh de bûn. Ev jî ji ayetên Allah in (ku delaleta qudret û ezameta wî dike). Allah her kî hîdayet bike wî rêya rast dîtîye. Kî jî bixerifîne êdî tu ji bo wî dostekî ku wî rasterê bike nabînî.
وَتَحْسَبُهُمْ اَيْقَاظًا وَهُمْ رُقُودٌۗ وَنُقَلِّبُهُمْ ذَاتَ الْيَم۪ينِ وَذَاتَ الشِّمَالِۗ وَكَلْبُهُمْ بَاسِطٌ ذِرَاعَيْهِ بِالْوَص۪يدِۜ لَوِ اطَّلَعْتَ عَلَيْهِمْ لَوَلَّيْتَ مِنْهُمْ فِرَارًا وَلَمُلِئْتَ مِنْهُمْ رُعْبًا
Digel ku ew di xew de bûn jî te digot qey hişyar in. Me ew di rast û çepê wan de dizivirand. Kuçikê wan jî di devê derî de pîlên xwe (pîyên xwe yên pêş) dirêj kiribû. Eger te ew bidîtana tu yê bi lez vegerîya û birevîya û (nava te) bi tirsa wan tije bibûya.
وَكَذٰلِكَ بَعَثْنَاهُمْ لِيَتَسَٓاءَلُوا بَيْنَهُمْۜ قَالَ قَٓائِلٌ مِنْهُمْ كَمْ لَبِثْتُمْۜ قَالُوا لَبِثْنَا يَوْمًا اَوْ بَعْضَ يَوْمٍۜ قَالُوا رَبُّكُمْ اَعْلَمُ بِمَا لَبِثْتُمْ فَابْعَثُٓوا اَحَدَكُمْ بِوَرِقِكُمْ هٰذِه۪ٓ اِلَى الْمَد۪ينَةِ فَلْيَنْظُرْ اَيُّهَٓا اَزْكٰى طَعَامًا فَلْيَأْتِكُمْ بِرِزْقٍ مِنْهُ وَلْيَتَلَطَّفْ وَلَا يُشْعِرَنَّ بِكُمْ اَحَدًا
Dîsa ji bo ku di navbera xwe de lêpirsînê bikin me ew vejandin/şiyar kirin. Yekî ji wan got: “Hûn (li vê derê) çi qas mane?” Gotin: “Rojekî an jî jê hindiktir.” Gotin: “Rabbê we çêtir dizane ka hûn çi qas mane. Niha yekî ji nav xwe bi vî pereyê bişînin bajêr. Bila binêre kîjan xwarin paqij e ji wî ji bo me qutekî bîne. Bila pir bidîqat be da ku we ne de dest.”
اِنَّهُمْ اِنْ يَظْهَرُوا عَلَيْكُمْ يَرْجُمُوكُمْ اَوْ يُع۪يدُوكُمْ ف۪ي مِلَّتِهِمْ وَلَنْ تُفْلِحُٓوا اِذًا اَبَدًا
“Lewre ew eger ku we bi dest bixin dê we bidin ber keviran an jî dê wê vegerînin ser dînê xwe. Wê gavê jî hûn qet nagihîjin felahê/xelasîyê.”
وَكَذٰلِكَ اَعْثَرْنَا عَلَيْهِمْ لِيَعْلَمُٓوا اَنَّ وَعْدَ اللّٰهِ حَقٌّ وَاَنَّ السَّاعَةَ لَا رَيْبَ ف۪يهَاۚ اِذْ يَتَنَازَعُونَ بَيْنَهُمْ اَمْرَهُمْ فَقَالُوا ابْنُوا عَلَيْهِمْ بُنْيَانًاۜ رَبُّهُمْ اَعْلَمُ بِهِمْۜ قَالَ الَّذ۪ينَ غَلَبُوا عَلٰٓى اَمْرِهِمْ لَنَتَّخِذَنَّ عَلَيْهِمْ مَسْجِدًا
Her wiha me însanan bi wan hisandin da ku bizanibin weada Allah heq e û di (rabûna) qiyametê de guman/şubhe tune. Wan di navbera xwe de li ser rewşa Eshabu'l Kehf nîqaşê dikirin. (Komek) digotin: “Li ser wan avahîyekê lêkin. Rabbê wan çêtir bi wan dizane.” Ji nava wan ew ên ku xwe serdest digirtin gotin: “Teqez divê ku em di ser wan de mescîdekê çekin.”
سَيَقُولُونَ ثَلٰثَةٌ رَابِعُهُمْ كَلْبُهُمْۚ وَيَقُولُونَ خَمْسَةٌ سَادِسُهُمْ كَلْبُهُمْ رَجْمًا بِالْغَيْبِۚ وَيَقُولُونَ سَبْعَةٌ وَثَامِنُهُمْ كَلْبُهُمْۜ قُلْ رَبّ۪ٓي اَعْلَمُ بِعِدَّتِهِمْ مَا يَعْلَمُهُمْ اِلَّا قَل۪يلٌ۠ فَلَا تُمَارِ ف۪يهِمْ اِلَّا مِرَٓاءً ظَاهِرًۖا وَلَا تَسْتَفْتِ ف۪يهِمْ مِنْهُمْ اَحَدًا۟
(Ew ên piştî wan tên) dibêjin: “Ew sê kes bûn, yê çaremîn kûçikê wan bû.” Û dibêjin: “Ew pênc kes bûn, yê şeşemîn kûçikê wan bû.” Ev, bi xeybê ve kevir avêtin e/li ser mijarekî bi nezanîn axaftin e. Û dibêjin: “Ew heft kes bûn, yê heştemîn kûçikê wan bû.” Bibêje: “Rabbê min bi hejmara wan çêtir dizane. (Însan) ên ku bi wan dizanin pir hindik in.” Der heqê wan (Eshabu'l Kehf) de ji xeynî tiştê eşkere (ji wê agahîya xwe ya ji wehîyê) pê ve bi tu kesî re nîqaşê neke û (li ser vê mijarê) pirsa agahîya tiştekî ji kesî neke.
وَلَا تَقُولَنَّ لِشَا۬يْءٍ اِنّ۪ي فَاعِلٌ ذٰلِكَ غَدًاۙ
Ji tu tiştî re qethîyen nebêje: “Ez ê sibê vê bikim.”
اِلَّٓا اَنْ يَشَٓاءَ اللّٰهُۘ وَاذْكُرْ رَبَّكَ اِذَا نَس۪يتَ وَقُلْ عَسٰٓى اَنْ يَهْدِيَنِ رَبّ۪ي لِاَقْرَبَ مِنْ هٰذَا رَشَدًا
(Bibêje:) “Înşaallah/Allah daxwaz bike (ez ê bikim).” Dema ku te ji bîr kir jî Rabbê xwe zikir bike. Û bibêje: “Hêvî heye ku Rabbê min, ez bigihînime rûşdeke/gehîştineke ji vêya nêztir.”
وَلَبِثُوا ف۪ي كَهْفِهِمْ ثَلٰثَ مِائَةٍ سِن۪ينَ وَازْدَادُوا تِسْعًا
Ew di şikefta xwe de sê sed salî man û neh salên din jî zêde kirin.
قُلِ اللّٰهُ اَعْلَمُ بِمَا لَبِثُواۚ لَهُ غَيْبُ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِۜ اَبْصِرْ بِه۪ وَاَسْمِعْۜ مَا لَهُمْ مِنْ دُونِه۪ مِنْ وَلِيٍّۘ وَلَا يُشْرِكُ ف۪ي حُكْمِه۪ٓ اَحَدًا
Bibêje: “Allah dema mayîna wan herî çêtir dizane. Xeyba (agahîya) erd û esmanan aîdê wî ye. Ew, çi xweşik dibîne û çi xweşik dibihîze. Ji wan re ji xeynî wî dost tune. (Û ew) di hukmê xwe de qet tu şirîkatî napejirîne/qebûl nake (serwera yekane û qanûnçêker û diyarkera rastî û xeletî ew ê.)”
وَاتْلُ مَٓا اُو۫حِيَ اِلَيْكَ مِنْ كِتَابِ رَبِّكَۚ لَا مُبَدِّلَ لِكَلِمَاتِه۪ وَلَنْ تَجِدَ مِنْ دُونِه۪ مُلْتَحَدًا
Tu ji Kitêba Rabbê xwe wehîya ku ji te re hatîye bixwîne. Kesê ku bikaribe kelîmeyên wî biguherînin tunin. Ji xeynî wî tu dê sitargehekê jî nabînî.
وَاصْبِرْ نَفْسَكَ مَعَ الَّذ۪ينَ يَدْعُونَ رَبَّهُمْ بِالْغَدٰوةِ وَالْعَشِيِّ يُر۪يدُونَ وَجْهَهُ وَلَا تَعْدُ عَيْنَاكَ عَنْهُمْۚ تُر۪يدُ ز۪ينَةَ الْحَيٰوةِ الدُّنْيَا وَلَا تُطِعْ مَنْ اَغْفَلْنَا قَلْبَهُ عَنْ ذِكْرِنَا وَاتَّبَعَ هَوٰيهُ وَكَانَ اَمْرُهُ فُرُطًا
Tu jî ligel wan kesên ku sibeh û êvarê hêvîdara rizaya Rabbê xwe ne û jê re dûa dikin re sebir bike. Ji bo xwestina xemla dinyayê çavê xwe ji wan nevegerine. (Bila dêhn û pêwendî û eleqa te li ser wan be.) Tu îtaetê li wî kesî neke ku me qelbê wî ji zikra xwe xafil kiriye û ew ê dide pey hewayê xwe û karê wî timûdaîm zêdegavî ye.
وَقُلِ الْحَقُّ مِنْ رَبِّكُمْ فَمَنْ شَٓاءَ فَلْيُؤْمِنْ وَمَنْ شَٓاءَ فَلْيَكْفُرْۙ اِنَّٓا اَعْتَدْنَا لِلظَّالِم۪ينَ نَارًاۙ اَحَاطَ بِهِمْ سُرَادِقُهَاۜ وَاِنْ يَسْتَغ۪يثُوا يُغَاثُوا بِمَٓاءٍ كَالْمُهْلِ يَشْوِي الْوُجُوهَۜ بِئْسَ الشَّرَابُۜ وَسَٓاءَتْ مُرْتَفَقًا
Bibêje: “Heq ji Rabbê we hatîye. Êdî kî dixwaze bila îmân bîne û kî jî dixwaze bila bibe kafir.” Bêguman me ji zaliman re agireke wisan amade kiriye ku diwarên wê ew ji her alîyê ve dorpêç kiriye. Eger alîkarîyê bixwazin wê bi aveke wekî madena helandî ku (dema nêz dibe) rû dişewitîne û diperitîne dê bi hawara wan ve bê. Çi vexwarineke xerab û çi warekî xerab!
اِنَّ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ اِنَّا لَا نُض۪يعُ اَجْرَ مَنْ اَحْسَنَ عَمَلًاۚ
Lê ew ên îmân anîne û amelên salih kirine jî bêguman em mukâfatên kesên ku amelên herî xweşik kirine zayî nakin.
اُو۬لٰٓئِكَ لَهُمْ جَنَّاتُ عَدْنٍ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهِمُ الْاَنْهَارُ يُحَلَّوْنَ ف۪يهَا مِنْ اَسَاوِرَ مِنْ ذَهَبٍ وَيَلْبَسُونَ ثِيَابًا خُضْرًا مِنْ سُنْدُسٍ وَاِسْتَبْرَقٍ مُتَّكِـ۪ٔينَ ف۪يهَا عَلَى الْاَرَٓائِكِۜ نِعْمَ الثَّوَابُۜ وَحَسُنَتْ مُرْتَفَقًا۟
Ev ên ha (hene); ji wan re cennetên Adn ku di binî de çem diherikin hene. Di wê derê de bi bazinên zêrîn têne xemilandin. Libasên kesk li xwe dikin ku ji hevrîşima tenik û sitûr hatine çêkirin. Li wê derê li ser textan paldayî ne. Çi xelatekî xweşik û çi warekî xweşik.
وَاضْرِبْ لَهُمْ مَثَلًا رَجُلَيْنِ جَعَلْنَا لِاَحَدِهِمَا جَنَّتَيْنِ مِنْ اَعْنَابٍ وَحَفَفْنَاهُمَا بِنَخْلٍ وَجَعَلْنَا بَيْنَهُمَا زَرْعًاۜ
Mîsala du zilaman bide wan. Me du rezên tirî dabû ji wan yekî û bi (darên) xurmeyan dora wî girtibû û me di navbera her du rezan de çandinî gihandibû.
كِلْتَا الْجَنَّتَيْنِ اٰتَتْ اُكُلَهَا وَلَمْ تَظْلِمْ مِنْهُ شَيْـًٔاۙ وَفَجَّرْنَا خِلَالَهُمَا نَهَرًاۙ
Her du rezan jî fêkîyên xwe dabûn û tu kêmasîyê nehiştibûn. Û me di navbera wan de çemek derxist/herikand.
وَكَانَ لَهُ ثَمَرٌۚ فَقَالَ لِصَاحِبِه۪ وَهُوَ يُحَاوِرُهُٓ اَنَا۬ اَكْثَرُ مِنْكَ مَالًا وَاَعَزُّ نَفَرًا
Wekî din malên wî (dahatên pêvek) jî hebû. Dema bi hevalê xwe re axivî got: “Ez bi malê xwe ji te dewlemendtir im û bi hejmara mirovan jî ez ji te xurttir im.”
وَدَخَلَ جَنَّتَهُ وَهُوَ ظَالِمٌ لِنَفْسِه۪ۚ قَالَ مَٓا اَظُنُّ اَنْ تَب۪يدَ هٰذِه۪ٓ اَبَدًاۙ
(Herwiha) bi zilimkarîya li nefsa xwe çû nav rezê xwe û wiha got: “Ez ne bawer im ku ev der tu carî tune bibe.”
وَمَٓا اَظُنُّ السَّاعَةَ قَٓائِمَةًۙ وَلَئِنْ رُدِدْتُ اِلٰى رَبّ۪ي لَاَجِدَنَّ خَيْرًا مِنْهَا مُنْقَلَبًا
“Jixwe ez zen nakim ku qiyamet jî rabe. Eger (welew qiyamet rabe û) ez bal bi Rabbê xwe ve bême vegerandin jî helbet ez ê li wir ya ji vêya bixêrtir bibînim.”
قَالَ لَهُ صَاحِبُهُ وَهُوَ يُحَاوِرُهُٓ اَكَفَرْتَ بِالَّذ۪ي خَلَقَكَ مِنْ تُرَابٍ ثُمَّ مِنْ نُطْفَةٍ ثُمَّ سَوّٰيكَ رَجُلًاۜ
Dema hevalê wî pê re dipeyivî wiha got: “Nexwe tu wî (Allah) ê ku te berê de ji axê û paşê ji dilopek tovav/menî xuliqandîye û piştre jî te kiriye zilamekî tekûz înkar dikî?”
لٰكِنَّا۬ هُوَ اللّٰهُ رَبّ۪ي وَلَٓا اُشْرِكُ بِرَبّ۪ٓي اَحَدًا
Lê ew Allah, Rabbê min e. Ez qet tu tiştî ji Rabbê xwe re nakim şirîk.”
وَلَوْلَٓا اِذْ دَخَلْتَ جَنَّتَكَ قُلْتَ مَا شَٓاءَ اللّٰهُۙ لَا قُوَّةَ اِلَّا بِاللّٰهِۚ اِنْ تَرَنِ اَنَا۬ اَقَلَّ مِنْكَ مَالًا وَوَلَدًاۚ
“Ma ne hewce bû ku dema tu ketî nav rezê xwe te bigotana: “Maşaallah! Ji xeynî Allah (daye) pê ve quwet tune?” Eger ji hêla mal û zarokan ve tu min ji xwe kêmtir dibînî.”
فَعَسٰى رَبّ۪ٓي اَنْ يُؤْتِيَنِ خَيْرًا مِنْ جَنَّتِكَ وَيُرْسِلَ عَلَيْهَا حُسْبَانًا مِنَ السَّمَٓاءِ فَتُصْبِحَ صَع۪يدًا زَلَقًاۙ
“Dibe ku Rabbê min rezekî ji yê te bixêrtir bide min û ji asîman ezabekî wêranker û sotîner bişîne ser (rezê te). Wê (demê rezê te, dê) bibe erdeke şemitok/ziwa û wekî çolê.”
اَوْ يُصْبِحَ مَٓاؤُ۬هَا غَوْرًا فَلَنْ تَسْتَط۪يعَ لَهُ طَلَبًا
“An jî ava wî dê bikişe bi kûrahîya binê erdê ku tu (careke din) nikaribî wê bibînî.
وَاُح۪يطَ بِثَمَرِه۪ فَاَصْبَحَ يُقَلِّبُ كَفَّيْهِ عَلٰى مَٓا اَنْفَقَ ف۪يهَا وَهِيَ خَاوِيَةٌ عَلٰى عُرُوشِهَا وَيَقُولُ يَا لَيْتَن۪ي لَمْ اُشْرِكْ بِرَبّ۪ٓي اَحَدًا
(Ji nîşka ve) hemû fêkîyên wî (bi afatên xerabker) hatin dorpêçkirin. Ji ber mesrefa ku ji rezê xwe re kiribû axewax dikir û destên xwe difirikand. Ew (serûbin bibû û) li ser tawana xwe hedimî bû. Û wiha digot: “Xwezî min tu tiştî ji Rabbê xwe re şirîk çênekira.”
وَلَمْ تَكُنْ لَهُ فِئَةٌ يَنْصُرُونَهُ مِنْ دُونِ اللّٰهِ وَمَا كَانَ مُنْتَصِرًاۜ
Ji xeynî Allah ji bo wî civakekî ku alîkarîya wî bike tune bû. Wî nikarîbû alîkarîya xwe bixwe jî bike.
هُنَالِكَ الْوَلَايَةُ لِلّٰهِ الْحَقِّۜ هُوَ خَيْرٌ ثَوَابًا وَخَيْرٌ عُقْبًا۟
Ha li vir welayet /alîkarî/desthilatî, (çavkanîya heq û heqîqetê) aîdê Allah e ku ew Haq bixwe ye. (Bi tenê ew dikare alîkar be.) Ew, ji hêla ecira/mikafata (ku bide) jî û ji hêla encama (ku bigihîjînê) jî herî bi xêrtir e.
وَاضْرِبْ لَهُمْ مَثَلَ الْحَيٰوةِ الدُّنْيَا كَمَٓاءٍ اَنْزَلْنَاهُ مِنَ السَّمَٓاءِ فَاخْتَلَطَ بِه۪ نَبَاتُ الْاَرْضِ فَاَصْبَحَ هَش۪يمًا تَذْرُوهُ الرِّيَاحُۜ وَكَانَ اللّٰهُ عَلٰى كُلِّ شَيْءٍ مُقْتَدِرًا
Ji wan re mîsala heyata dinyayê bide: (Ew,) weke aveke ku me ji esman daxistîye. (Dema digihîje axê) bi wî nebatê li ser rûyê erdê tevlîhev/geş bû. (Paşê jî ew hêşînahîyên ku demekê dilkêş/bi rewnaq bûn) vegerîya gîyayekî hişk ku li ber bayê dikeve. Bêguman Allah li ser her tiştî muqtedîr/xwedî îqtîdar e.
اَلْمَالُ وَالْبَنُونَ ز۪ينَةُ الْحَيٰوةِ الدُّنْيَاۚ وَالْبَاقِيَاتُ الصَّالِحَاتُ خَيْرٌ عِنْدَ رَبِّكَ ثَوَابًا وَخَيْرٌ اَمَلًا
Mal û ewlad zîneta heyata dinyayê ne. Lê amelên salih yên mayînde li cem Rabbê te ji hêla mukâfat û hêvîyê ve bi xêrtir e.
وَيَوْمَ نُسَيِّرُ الْجِبَالَ وَتَرَى الْاَرْضَ بَارِزَةًۙ وَحَشَرْنَاهُمْ فَلَمْ نُغَادِرْ مِنْهُمْ اَحَدًاۚ
Roja ku em ê çiyan bimeşînin, tu erdê rût (ripîrast, dipdûz) dibînî. Em ê wan hemûyan (bivejînin û) bicivînin û ji wan yek jî li paş nehêlin.
وَعُرِضُوا عَلٰى رَبِّكَ صَفًّاۜ لَقَدْ جِئْتُمُونَا كَمَا خَلَقْنَاكُمْ اَوَّلَ مَرَّةٍۘ بَلْ زَعَمْتُمْ اَلَّنْ نَجْعَلَ لَكُمْ مَوْعِدًا
Ew hemû sef bi sef rapêşî/teqdîmî Rabbê te dibin. Sond be, wekî ku me cara pêşîn we xuliqandibû (dîsa) hûn wisan (wek tazî û tenê û nesinetkirî û ji hemû nasnavan safîbûyî û evdekî xwerû) hatine cem me. (Nexêr, ne wisan e!) We zen nedikir ku em ê weadeke pevgihînê tayîn bikin.
وَوُضِعَ الْكِتَابُ فَتَرَى الْمُجْرِم۪ينَ مُشْفِق۪ينَ مِمَّا ف۪يهِ وَيَقُولُونَ يَا وَيْلَتَنَا مَا لِهٰذَا الْكِتَابِ لَا يُغَادِرُ صَغ۪يرَةً وَلَا كَب۪يرَةً اِلَّٓا اَحْصٰيهَاۚ وَوَجَدُوا مَا عَمِلُوا حَاضِرًاۜ وَلَا يَظْلِمُ رَبُّكَ اَحَدًا۟
Kitêb (a ku qencî û xerabî tê de nivîsandî ne) hatîye danîn. Tu dibînî ku gunehkarên mucrîm ji ber tiştê ku tê (di Kitêbê) de ne bitirs û bifikare ne. Dibêjin: “Hey wax li me! Çi bûye bi vê Kitêbê ku ne tiştekî biçûk û ne jî tiştekî mezin nehiştîye û her tiştî jimartîye?” Amelên ku kiribûn hemû li ber xwe amade/hazir dibînin. Rabbê te li tu kesî zilim nake.”
وَاِذْ قُلْنَا لِلْمَلٰٓئِكَةِ اسْجُدُوا لِاٰدَمَ فَسَجَدُٓوا اِلَّٓا اِبْل۪يسَۜ كَانَ مِنَ الْجِنِّ فَفَسَقَ عَنْ اَمْرِ رَبِّه۪ۜ اَفَتَتَّخِذُونَهُ وَذُرِّيَّتَهُٓ اَوْلِيَٓاءَ مِنْ دُون۪ي وَهُمْ لَكُمْ عَدُوٌّۜ بِئْسَ لِلظَّالِم۪ينَ بَدَلًا
Dema ku me ji melâîketan re gotibû: “Ji Âdem re herin secdê” ji xeynî Îblîs hemûyan secde kiribûn. Ew (Îblîs) ji cinan bû û ji emrê Rabbê xwe derketibû. Erê ma digel ku ew neyarê we ye hûn ê dev ji min berdin û xwe bi dostanîya wî û zurîyeta wî ve bigirin? Ev (tiştê bi dostanîya Allah) veguhertin çi qas xerab e.
مَٓا اَشْهَدْتُهُمْ خَلْقَ السَّمٰوَاتِ وَالْاَرْضِ وَلَا خَلْقَ اَنْفُسِهِمْۖ وَمَا كُنْتُ مُتَّخِذَ الْمُضِلّ۪ينَ عَضُدًا
Lê min ne di xuliqandina erd û esmanan de û ne jî di xuliqandina wan de ew nekirin şahid. (Min ji wan piştgirî ne sitendîye.) Ez ji wan ên ku ji rê derdixînin jî piştgirîyê nastînim.
وَيَوْمَ يَقُولُ نَادُوا شُرَكَٓاءِيَ الَّذ۪ينَ زَعَمْتُمْ فَدَعَوْهُمْ فَلَمْ يَسْتَج۪يبُوا لَهُمْ وَجَعَلْنَا بَيْنَهُمْ مَوْبِقًا
Wê rojê ji wan (muşrîkan) re dibêje: “Heydê gazî wan ên we îdîa dikir ku şirîkên min in bikin (de em bibînin)!” Gazî wan dikin, (lê ew pût) nikarin bersiv bidin û me (ji bo astengiya gihîştinê) dûlêrek/kendalek xistîye navbera wan.
وَرَاَ الْمُجْرِمُونَ النَّارَ فَظَنُّٓوا اَنَّهُمْ مُوَاقِعُوهَا وَلَمْ يَجِدُوا عَنْهَا مَصْرِفًا۟
Gunehkarên mucrîm agir dîtine û fêm kirine ku wê bikevin wir. Û ji wê rêyeke revê jî nedîtine.
وَلَقَدْ صَرَّفْنَا ف۪ي هٰذَا الْقُرْاٰنِ لِلنَّاسِ مِنْ كُلِّ مَثَلٍۜ وَكَانَ الْاِنْسَانُ اَكْثَرَ شَيْءٍ جَدَلًا
Sond be di vê Qur'anê de, ji însanan re me ji hemû mîsalê beyanên/îzahatên pircûre kiriye. Însan ji her tiştî zêdetir nîqaşker e.
وَمَا مَنَعَ النَّاسَ اَنْ يُؤْمِنُٓوا اِذْ جَٓاءَهُمُ الْهُدٰى وَيَسْتَغْفِرُوا رَبَّهُمْ اِلَّٓا اَنْ تَأْتِيَهُمْ سُنَّةُ الْاَوَّل۪ينَ اَوْ يَأْتِيَهُمُ الْعَذَابُ قُبُلًا
Dema ji însanan re hîdayet tê, tiştê ku wan ji îman anînê û mexfîret xwestina ji Rabbê xwe asteng dike/digire (ev e:) Ew li benda wî tiştê hatîye serê yên berî xwe ne ku bê serê wan an jî dixwazin ku ezab (ê axîretê bi awayê ku bi çavên xwe bibînin) derkeve pêşberî wan/hafa wan...
وَمَا نُرْسِلُ الْمُرْسَل۪ينَ اِلَّا مُبَشِّر۪ينَ وَمُنْذِر۪ينَۚ وَيُجَادِلُ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا بِالْبَاطِلِ لِيُدْحِضُوا بِهِ الْحَقَّ وَاتَّخَذُٓوا اٰيَات۪ي وَمَٓا اُنْذِرُوا هُزُوًا
Em pêxemberan (ne ku ji bo îcabetî daxwazên wan bikin,) bitenê wek mizgînvan û hişyarker dişînin. Lê ew ên kafir (li dij heqê) bi batil têdikoşin û dixwazin heq tune bikin/pîyê wî bişemitînin. Ew henekên xwe bi ayetên min û tiştên ku pê hatibûn hişyarkirin dikin.
وَمَنْ اَظْلَمُ مِمَّنْ ذُكِّرَ بِاٰيَاتِ رَبِّه۪ فَاَعْرَضَ عَنْهَا وَنَسِيَ مَا قَدَّمَتْ يَدَاهُۜ اِنَّا جَعَلْنَا عَلٰى قُلُوبِهِمْ اَكِنَّةً اَنْ يَفْقَهُوهُ وَف۪ٓي اٰذَانِهِمْ وَقْرًاۜ وَاِنْ تَدْعُهُمْ اِلَى الْهُدٰى فَلَنْ يَهْتَدُٓوا اِذًا اَبَدًا
Ma ji wî kesê ku bi ayetên Rabbê xwe hatibe hişyarkirin û paşê berê xwe jê vegerandibe û tiştên bi destê xwe (pêk anîye) teqdîm kiriye zalimtir kî heye? Bêguman me li ser qelbê wan perde û di guhên wan de jî giranî danî da ku ew tênegihîjin. Eger tu bi bal hîdayetê ve gazî wan bikî jî ew ebedîyen rasterê nabin.
وَرَبُّكَ الْغَفُورُ ذُو الرَّحْمَةِۜ لَوْ يُؤَاخِذُهُمْ بِمَا كَسَبُوا لَعَجَّلَ لَهُمُ الْعَذَابَۜ بَلْ لَهُمْ مَوْعِدٌ لَنْ يَجِدُوا مِنْ دُونِه۪ مَوْئِلًا
Rabbê te (yê ku gunehan dibexşîne/efû dike û disitirîne û ji aqubeta gunehan evdên xwe diparêze) Xafûr û xwedî merhamet e. Eger ji ber kar û kirinên wan ve wan daraz/muaxeze bikira wê bi lezgînî ezab bigihandiba wan. (Nexêr, ne wisan e!) Berevajî, weadeke wan a pevgihîna (ezabê) heye û qet tu sitargehekê (ku xwe biparêzin) jî nabînin.
وَتِلْكَ الْقُرٰٓى اَهْلَكْنَاهُمْ لَمَّا ظَلَمُوا وَجَعَلْنَا لِمَهْلِكِهِمْ مَوْعِدًا۟
Ha ev (xelkên) bajarên hanê (wekî Nûh û Âd û Semûd û Medyen) dema zilim kirin me ew helak kirin. Ji bo helaka wan me demeke diyarkirî tayîn kiribû.
وَاِذْ قَالَ مُوسٰى لِفَتٰيهُ لَٓا اَبْرَحُ حَتّٰٓى اَبْلُغَ مَجْمَعَ الْبَحْرَيْنِ اَوْ اَمْضِيَ حُقُبًا
(Bi bîr bînin!) Mûsa ji wî xortê li cem xwe re gotibû: “Heta bigihîjim wî cihê ku her du behr digihîjin hev ez ê bênavber bimeşim û (hewce bike di vê rê yê de/di vê oxirê de) demên dirêj biborînim.
فَلَمَّا بَلَغَا مَجْمَعَ بَيْنِهِمَا نَسِيَا حُوتَهُمَا فَاتَّخَذَ سَب۪يلَهُ فِي الْبَحْرِ سَرَبًا
Dema ew ragihiştin wê cihê ku her du behr digihîjin hev, masîyê xwe ji bîr kirin. Masî jî di behrê de ji xwe re rêyek girt û çû.
فَلَمَّا جَاوَزَا قَالَ لِفَتٰيهُ اٰتِنَا غَدَٓاءَنَاۘ لَقَدْ لَق۪ينَا مِنْ سَفَرِنَا هٰذَا نَصَبًا
Dema ji cihê (ku her du behr radigihîjin hev) derbas bûn (Mûsa) ji xortê xwe re got: “Taştêya me bîne. Bi rastî em di vê rêwîtîya xwe de gelekî betilîn/westîyan.”
قَالَ اَرَاَيْتَ اِذْ اَوَيْنَٓا اِلَى الصَّخْرَةِ فَاِنّ۪ي نَس۪يتُ الْحُوتَۘ وَمَٓا اَنْسَان۪يهُ اِلَّا الشَّيْطَانُ اَنْ اَذْكُرَهُۚ وَاتَّخَذَ سَب۪يلَهُ فِي الْبَحْرِۗ عَجَبًا
(Xort) got: “Wê dema ku me xwe dabû ber zinar tê bîra te? Ha li wê derê min masî ji bîr kir. Bes şeytan bîrveanîna wî bi min da ji bîr kirin. Ew, bi awayekî ecêb di behrê de rêya xwe girt û çû.”
قَالَ ذٰلِكَ مَا كُنَّا نَبْغِۗ فَارْتَدَّا عَلٰٓى اٰثَارِهِمَا قَصَصًاۙ
Gotibû: “Ha ev bû ya ku em lê digerîyan.” Her du li ser şopa xwe vegerîyan çûn.
فَوَجَدَا عَبْدًا مِنْ عِبَادِنَٓا اٰتَيْنَاهُ رَحْمَةً مِنْ عِنْدِنَا وَعَلَّمْنَاهُ مِنْ لَدُنَّا عِلْمًا
(Li wê derê) evdek ji îbadên me dîtin. Me ji cem xwe rahmetek dabûyê û ilim hînî wî kiribû.
قَالَ لَهُ مُوسٰى هَلْ اَتَّبِعُكَ عَلٰٓى اَنْ تُعَلِّمَنِ مِمَّا عُلِّمْتَ رُشْدًا
Mûsa jê re got: “Ji bo ku rastîyên/agahîyên biîsabet ji te re hatîye dayîn tu hînî/fêrî min jî bikî ma ez bibim tabiê te?
قَالَ اِنَّكَ لَنْ تَسْتَط۪يعَ مَعِيَ صَبْرًا
Got: “Bi rastî tu nikarî bi min re sebir bikî!”
وَكَيْفَ تَصْبِرُ عَلٰى مَا لَمْ تُحِطْ بِه۪ خُبْرًا
“Û tu yê çawa der heqê heqîqetên ku tênagihîjî (zanîneke ku ji te re ne hatîye dayîn) de sebir bikî?”
قَالَ سَتَجِدُن۪ٓي اِنْ شَٓاءَ اللّٰهُ صَابِرًا وَلَٓا اَعْص۪ي لَكَ اَمْرًا
(Mûsa) got: “Înşaallah tu yê min ji sebirvanan bibînî û ez ê dijberîya qet tu emrê te nakim.”
قَالَ فَاِنِ اتَّبَعْتَن۪ي فَلَا تَسْـَٔلْن۪ي عَنْ شَيْءٍ حَتّٰٓى اُحْدِثَ لَكَ مِنْهُ ذِكْرًا۟
Got: “Eger tu bidî pey min, (her çi be bila bibe) hetanî ez ji te re rave nekim tu bixwe tu tiştî ji min nepirse!”
فَانْطَلَقَا۠ حَتّٰٓى اِذَا رَكِبَا فِي السَّف۪ينَةِ خَرَقَهَاۜ قَالَ اَخَرَقْتَهَا لِتُغْرِقَ اَهْلَهَاۚ لَقَدْ جِئْتَ شَيْـًٔا اِمْرًا
Li ser vê bi rê ketin/meşîyan. Axir siwarê keştîyek bûn û (wî) keştîyê qul kir. (Mûsa) got: “Ma ji bo ku xelkê tê de bixeniqin, te keştî qul kir? Sond be te karekî pir ecêbmayî kir.”
قَالَ اَلَمْ اَقُلْ اِنَّكَ لَنْ تَسْتَط۪يعَ مَعِيَ صَبْرًا
Got: “Qey min ji te re negotibû tu yê nikaribî bi min re xwe ragirî/sebir bikî?”
قَالَ لَا تُؤَاخِذْن۪ي بِمَا نَس۪يتُ وَلَا تُرْهِقْن۪ي مِنْ اَمْر۪ي عُسْرًا
(Mûsa) gotibû: “Ji ber tiştê ku min ji bîr kiriye li min negire û di vê karê min de ji min re zorê dernexe.”
فَانْطَلَقَا۠ حَتّٰٓى اِذَا لَقِيَا غُلَامًا فَقَتَلَهُۙ قَالَ اَقَتَلْتَ نَفْسًا زَكِيَّةً بِغَيْرِ نَفْسٍۜ لَقَدْ جِئْتَ شَيْـًٔا نُكْرًا
Dîsa bi rê ketin/meşîyan. Axir rastî zarokek hatin. Wî (zarokî) kuşt. (Mûsa) got: “Canekî pak ku (wekî qisasê) ne di ber canekî din de çima kuşt? Sond be te karekî pir kirêt/pir xerab kir.”
قَالَ اَلَمْ اَقُلْ لَكَ اِنَّكَ لَنْ تَسْتَط۪يعَ مَعِيَ صَبْرًا
Got: “Ma qey min ji te re negotibû tu yê nikaribî bi min re xwe ragirî/sebir bikî?”
قَالَ اِنْ سَاَلْتُكَ عَنْ شَيْءٍ بَعْدَهَا فَلَا تُصَاحِبْن۪يۚ قَدْ بَلَغْتَ مِنْ لَدُنّ۪ي عُذْرًا
(Mûsa) got: “Eger piştî vê carê ez tiştekî din ji te bipirsim êdî bi min re hevaltî neke. (Dema tu rêya xwe veqetînî jî) êdî tu li cem min mazur î.”
فَانْطَلَقَا۠ حَتّٰٓى اِذَٓا اَتَيَٓا اَهْلَ قَرْيَةٍۨ اسْتَطْعَمَٓا اَهْلَهَا فَاَبَوْا اَنْ يُضَيِّفُوهُمَا فَوَجَدَا ف۪يهَا جِدَارًا يُر۪يدُ اَنْ يَنْقَضَّ فَاَقَامَهُۜ قَالَ لَوْ شِئْتَ لَتَّخَذْتَ عَلَيْهِ اَجْرًا
(Dîsa) bi rê ketin/meşîyan. Axir rastî xelkê gundeki hatin. Ji wan xwarin xwestin (lê xelk) ew wek mêvan nehewandin. Li wê derê leqayî dîwarekî hatin ku hindik mabû bihedime/hilweşe. Wê (dîwarê çêkir/selihand) rast kir. (Mûsa) got: “Eger te bixwesta di muqabilê (vê xizmetê) de heqdestê xwe bistanda.”
قَالَ هٰذَا فِرَاقُ بَيْن۪ي وَبَيْنِكَۚ سَاُنَبِّئُكَ بِتَأْو۪يلِ مَا لَمْ تَسْتَطِعْ عَلَيْهِ صَبْرًا
Got: “Ev (çaxê) ji hev veqetîna min û te ye. Ez ê tewîla/heqîqeta wan tiştên ku te nikaribû li hember wan xwe ragirta/sebir bikira ji te re bibêjim.”
اَمَّا السَّف۪ينَةُ فَكَانَتْ لِمَسَاك۪ينَ يَعْمَلُونَ فِي الْبَحْرِ فَاَرَدْتُ اَنْ اَع۪يبَهَا وَكَانَ وَرَٓاءَهُمْ مَلِكٌ يَأْخُذُ كُلَّ سَف۪ينَةٍ غَصْبًا
“Heçî ew keştî, ya hin xebatkarên xîzan/feqîr bû ku ew di behrê de dixebitin. Min xwest ku ez eybekê/qisûrekê lê bixim. (Lewre) li pêşîya wan hikumdarekî zalim hebû ku her keştî (ya saxlem) bi zorê ji wan distend.
وَاَمَّا الْغُلَامُ فَكَانَ اَبَوَاهُ مُؤْمِنَيْنِ فَخَش۪ينَٓا اَنْ يُرْهِقَهُمَا طُغْيَانًا وَكُفْرًاۚ
“Heçî zarok jî dê û bavên wî kesên mumîn bûn. Ji ber vê yekê em tirsîyan ku (bi hezkirina zarokî) ew bi zorê wan bal bi tuxyan û kufrê de sewq bike.”
فَاَرَدْنَٓا اَنْ يُبْدِلَهُمَا رَبُّهُمَا خَيْرًا مِنْهُ زَكٰوةً وَاَقْرَبَ رُحْمًا
“Me daxwaz kir ku Rabbê wan di şûna wî (yê mir) de bi pakî yekî ji wî çêtir û bi rehmtir bide wan.”
وَاَمَّا الْجِدَارُ فَكَانَ لِغُلَامَيْنِ يَت۪يمَيْنِ فِي الْمَد۪ينَةِ وَكَانَ تَحْتَهُ كَنْزٌ لَهُمَا وَكَانَ اَبُوهُمَا صَالِحًاۚ فَاَرَادَ رَبُّكَ اَنْ يَبْلُغَٓا اَشُدَّهُمَا وَيَسْتَخْرِجَا كَنْزَهُمَاۗ رَحْمَةً مِنْ رَبِّكَۚ وَمَا فَعَلْتُهُ عَنْ اَمْر۪يۜ ذٰلِكَ تَأْو۪يلُ مَا لَمْ تَسْطِعْ عَلَيْهِ صَبْرًاۜ۟
Heçî dîwar, yê du sêwîyan bû ku di wî bajarî de (dijîn). Di binê wê de xezîneyeke wan hebû. Bavê wan jî mirovekî salih bû. Rabbê te daxwaz kir ku hetanî ew bîr bibin/bigîhin ruşdê û xezîneya xwe ew bixwe derxînin. (Ev) rahmetek ji Rabbê te ye. Min (ev) ne ji ber xwe kirin. Ha ev e heqîqeta ew tiştên ku te nikaribû li hember wan xwe ragirta/sebir bikira.
وَيَسْـَٔلُونَكَ عَنْ ذِي الْقَرْنَيْنِۜ قُلْ سَاَتْلُوا عَلَيْكُمْ مِنْهُ ذِكْرًاۜ
Ew, di heqê Zûlqarneyn de ji te dipirsin. Bibêje: “Ez ê (ayetên) di heqê wî de ji we re bixwînim.”
اِنَّا مَكَّنَّا لَهُ فِي الْاَرْضِ وَاٰتَيْنَاهُ مِنْ كُلِّ شَيْءٍ سَبَبًاۙ
Li ser rûyê erdê (bi wê îmkana çawa bixwaze tevbigere) desthilatî û rê/sebeb (ên ku wî digihîjînê armancê) me dane wî/me hînî wî kir.
فَاَتْبَعَ سَبَبًا
Wî jî bi rêyekî girt.
حَتّٰٓى اِذَا بَلَغَ مَغْرِبَ الشَّمْسِ وَجَدَهَا تَغْرُبُ ف۪ي عَيْنٍ حَمِئَةٍ وَوَجَدَ عِنْدَهَا قَوْمًاۜ قُلْنَا يَا ذَا الْقَرْنَيْنِ اِمَّٓا اَنْ تُعَذِّبَ وَاِمَّٓا اَنْ تَتَّخِذَ ف۪يهِمْ حُسْنًا
Çaxê gihîşt wî cihê ku roj lê diçû ava, dît ku ew di kanîyek bi herî de diçe ava û li balê (li wê derê) bi ser qewmekî de derket. (Allah) got: “Ya Zûlqarneyn! Tu yê an ezab li wan bikî an jî tu yê der heqê wan de rêya xweşîyê/qencîyê bigirî.”
قَالَ اَمَّا مَنْ ظَلَمَ فَسَوْفَ نُعَذِّبُهُ ثُمَّ يُرَدُّ اِلٰى رَبِّه۪ فَيُعَذِّبُهُ عَذَابًا نُكْرًا
Got: “Kî zilmê bike em ê ezab li wî bikin. Paşê bi bal Rabbê xwe ve tê vegerandin û (Rabbê wî) dê ew bi ezabekî dijwar bide ezabkirin.”
وَاَمَّا مَنْ اٰمَنَ وَعَمِلَ صَالِحًا فَلَهُ جَزَٓاءًۨ الْحُسْنٰىۚ وَسَنَقُولُ لَهُ مِنْ اَمْرِنَا يُسْرًاۜ
“Heçî kesê îmân bîne û amelên salih bike, ji bo wî xelata herî xweşik heye. Em ê ji wî re ji emrê xwe/ji fermana xwe ya nerm/xweşik bibêjin.”
ثُمَّ اَتْبَعَ سَبَبًا
Paşê dîsa bi rêyekî girt.
حَتّٰٓى اِذَا بَلَغَ مَطْلِعَ الشَّمْسِ وَجَدَهَا تَطْلُعُ عَلٰى قَوْمٍ لَمْ نَجْعَلْ لَهُمْ مِنْ دُونِهَا سِتْرًاۙ
Dema gihîşt cihê ku roj lê dihilat, dît ku ew (roj) li ser qewmekî wisan de hiltê ku me qet tu perde/sitarek nexistibû navbera wan.
كَذٰلِكَۜ وَقَدْ اَحَطْنَا بِمَا لَدَيْهِ خُبْرًا
Ha wisan! Her çi tiştên li cem wî hebûn me bi îlmê xwe dorpêç kiribû.
ثُمَّ اَتْبَعَ سَبَبًا
Paşê dîsa bi rêyekî girt.
حَتّٰٓى اِذَا بَلَغَ بَيْنَ السَّدَّيْنِ وَجَدَ مِنْ دُونِهِمَا قَوْمًاۙ لَا يَكَادُونَ يَفْقَهُونَ قَوْلًا
Dema gihîşt navbera du seddan, li derveyê seddan qewmekî wisan dît ku wan ji tu peyvê fêm nedikirin.
قَالُوا يَا ذَا الْقَرْنَيْنِ اِنَّ يَأْجُوجَ وَمَأْجُوجَ مُفْسِدُونَ فِي الْاَرْضِ فَهَلْ نَجْعَلُ لَكَ خَرْجًا عَلٰٓى اَنْ تَجْعَلَ بَيْنَنَا وَبَيْنَهُمْ سَدًّا
Gotin: “Ya Zûlqarneyn! Bi rastî Ye’cûc û Me’cûc li ser rûyê erdê fesadîyê dikin. Gelo ma ji bo ku tu di navbera me û wan de seddekî/bendeki çêkî, em bacekî bidin te (nabe)?”
قَالَ مَا مَكَّنّ۪ي ف۪يهِ رَبّ۪ي خَيْرٌ فَاَع۪ينُون۪ي بِقُوَّةٍ اَجْعَلْ بَيْنَكُمْ وَبَيْنَهُمْ رَدْمًاۙ
Got: “Hêz û derfetên ku Rabbê min daye min (ji baca hu hûn bidin min) bi xêrtir e. Hûn bi hêza xwe alîkarîya min bikin da ku ez di navbera we û wan de bendeki asê çêkim.”
اٰتُون۪ي زُبَرَ الْحَد۪يدِۜ حَتّٰٓى اِذَا سَاوٰى بَيْنَ الصَّدَفَيْنِ قَالَ انْفُخُواۜ حَتّٰٓى اِذَا جَعَلَهُ نَارًاۙ قَالَ اٰتُون۪ٓي اُفْرِغْ عَلَيْهِ قِطْرًاۜ
Got: “Ji min re qursikên hesin bînin. Dema (hesin) neqeba her du çiyan wekehev kir pif bikin.” Çaxê (qursikên hesin) bûne agir, got: “Ji bo ku di ser de birjînim ji min re paxirê/sifirê helandî bînin.”
فَمَا اسْطَاعُٓوا اَنْ يَظْهَرُوهُ وَمَا اسْتَطَاعُوا لَهُ نَقْبًا
(Ye’cûc û Me’cûc) êdî ne dikaribûn jê derbas bibin û ne jî tê de qûlek vekin.
قَالَ هٰذَا رَحْمَةٌ مِنْ رَبّ۪يۚ فَاِذَا جَٓاءَ وَعْدُ رَبّ۪ي جَعَلَهُ دَكَّٓاءَۚ وَكَانَ وَعْدُ رَبّ۪ي حَقًّاۜ
Got: “Ev, rahmetek ji Rabbê min e. Dema weada Rabbê min were dê wî serûbin bike. Weada Rabbê min heq e.”
وَتَرَكْنَا بَعْضَهُمْ يَوْمَئِذٍ يَمُوجُ ف۪ي بَعْضٍ وَنُفِخَ فِي الصُّورِ فَجَمَعْنَاهُمْ جَمْعًاۙ
Ew roj qismekî ji wan li qismê (din) dikevin û em wan di rewşeke pêldayî de dihêlin. Li sûrê jî hatîye pif kirin. Em hemûyan li cem hev dicivînin.
وَعَرَضْنَا جَهَنَّمَ يَوْمَئِذٍ لِلْكَافِر۪ينَ عَرْضًاۙ
Wê rojê me cehennem bi berpêşkirineke wisan pêşkêş kiriye û (anîye hafa) kafiran!
اَلَّذ۪ينَ كَانَتْ اَعْيُنُهُمْ ف۪ي غِطَٓاءٍ عَنْ ذِكْر۪ي وَكَانُوا لَا يَسْتَط۪يعُونَ سَمْعًا۟
Ew in ku li dij zikrê (ayetên) min çavên wan nuxamtî bûn û ji guhdarîya (Qur'anê) re jî tehemûl/semax nedikirin.
اَفَحَسِبَ الَّذ۪ينَ كَفَرُٓوا اَنْ يَتَّخِذُوا عِبَاد۪ي مِنْ دُون۪ٓي اَوْلِيَٓاءَۜ اِنَّٓا اَعْتَدْنَا جَهَنَّمَ لِلْكَافِر۪ينَ نُزُلًا
Ma qey ew ên kafir zen dikin ku wê dev ji min berdin û evdên min ji xwe re bikin welî/dost (û ez ê jî vê şirka wan bê ceza bihêlim)? Bi rastî me cehennem ji bo kafiran kiriye wargehek.
قُلْ هَلْ نُنَبِّئُكُمْ بِالْاَخْسَر۪ينَ اَعْمَالًاۜ
Bibêje: “Ma em ji we re wan ên ku ji ber amelên xwe herî zêde zîyan kirine, bibêjin?”
اَلَّذ۪ينَ ضَلَّ سَعْيُهُمْ فِي الْحَيٰوةِ الدُّنْيَا وَهُمْ يَحْسَبُونَ اَنَّهُمْ يُحْسِنُونَ صُنْعًا
Ew in ku; hemû keda wan a di heyata dinyayê de pûç û betal bûye jî lê dîsa zen dikin ku ew amelên qenc dikin.
اُو۬لٰٓئِكَ الَّذ۪ينَ كَفَرُوا بِاٰيَاتِ رَبِّهِمْ وَلِقَٓائِه۪ فَحَبِطَتْ اَعْمَالُهُمْ فَلَا نُق۪يمُ لَهُمْ يَوْمَ الْقِيٰمَةِ وَزْنًا
Evana ew kes in ku ayetên Rabbê xwe û leqayîhatina wî înkar kirine, (herwiha) amelên wan pûç û betal bûye. Em roja qiyametê qet tu rûmetê nadin wan.
ذٰلِكَ جَزَٓاؤُ۬هُمْ جَهَنَّمُ بِمَا كَفَرُوا وَاتَّخَذُٓوا اٰيَات۪ي وَرُسُل۪ي هُزُوًا
Ev cehennem, ji ber ku înkar kiribûn cezayê wan e. (Hem) tinazê bi ayetên min û rasûlên min kiribûn.
اِنَّ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ كَانَتْ لَهُمْ جَنَّاتُ الْفِرْدَوْسِ نُزُلًاۙ
Bêguman ew ên îmân anîne û amelên salih kirine jî cihê wan cennetên Firdews in.
خَالِد۪ينَ ف۪يهَا لَا يَبْغُونَ عَنْهَا حِوَلًا
Wê di wir de ebedî bimînin û qet naxwazin ji wir derkevin.
قُلْ لَوْ كَانَ الْبَحْرُ مِدَادًا لِكَلِمَاتِ رَبّ۪ي لَنَفِدَ الْبَحْرُ قَبْلَ اَنْ تَنْفَدَ كَلِمَاتُ رَبّ۪ي وَلَوْ جِئْنَا بِمِثْلِه۪ مَدَدًا
Bibêje: “Eger ji bo (nivîsandina) kelîmeyên Rabbê min hemû behr bibûna hibir û me ewqasî din jî lê zêde bikira, (dîsa jî) berîya ku kelîmeyên Rabbê min xelas bibin ew ê behr biqedîyana.”
قُلْ اِنَّمَٓا اَنَا۬ بَشَرٌ مِثْلُكُمْ يُوحٰٓى اِلَيَّ اَنَّمَٓا اِلٰهُكُمْ اِلٰهٌ وَاحِدٌۚ فَمَنْ كَانَ يَرْجُوا لِقَٓاءَ رَبِّه۪ فَلْيَعْمَلْ عَمَلًا صَالِحًا وَلَا يُشْرِكْ بِعِبَادَةِ رَبِّه۪ٓ اَحَدًا
Bibêje: “Ez jî enceq wekî we beşerek im. Ji min re wiha tê wehîy kirin ku: ‘Îlâhê we enceq yek îlâh e.’ Êdî kî hêvî dike ku wê rastî Rabbê xwe bê (û mukâfatekê jê bistîne) bila amelên salih bike û qet tu tiştî ji Rabbê xwe re şirîk çêneke.”