Vegere Sûreya Maîde

Maîdeالمائدة

112. Ayet

112Sûreya Maîde
Di Mushefê de Veke

اِذْ قَالَ الْحَوَارِيُّونَ يَا ع۪يسَى ابْنَ مَرْيَمَ هَلْ يَسْتَط۪يعُ رَبُّكَ اَنْ يُنَزِّلَ عَلَيْنَا مَٓائِدَةً مِنَ السَّمَٓاءِۜ قَالَ اتَّقُوا اللّٰهَ اِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِن۪ينَ

Hewarîyan gotin: “Ya Îsâyê kurê Meryem! Gelo tu dikarî ji Rabbê xwe daxwaz bikî ku ji asîmanan ji me re sifreyekî daxîne? (Îsâ) got: “Eger hûn mumîn in, ji Allah bitirsin û xwe biparêzin.”

Jêrenot
(Di vê ayetê de du qiraetê cuda hene. A yekemîn: Ev qiraet e: ...هَلْ يَسْتَط۪يعُ رَبُّكَ ku qiraeta giştî ye. Tê ser maneya “Qudreta wî digihîjê ku Rabbê te sifreyekî daxîne?” A duyemîn: Qiraeta Îmam Kîsaî (rh) ye ku ew jî wiha dixwîne: هل تَسْتَطِيعُ رَبَّكَ Ev qiraet ji Rasûlullah (ass) rîwayet bûye. (Hakîm, Mustedrek, 2935; Tirmizî, 2930) Em jî di meala xwe de vê qiraetê esas digirin. Hin kesan xwe sipartine qiraeta yekemîn û îdîayeke wiha dane pêş: “Hewarîyan ji qudreta Allah (ac) di gumanê de bûn”. Hal ev e ku der heqê wan evdên bijare (Hewarîyan) de, digel ku Allah (ac) ji wan re îlham kiriye (5/Mâîde, 111) û îcabetî banga Îsâ (as) kirine (3/Âl-î Îmran, 52-53) îdîayeke wisan ne lêhatî ye û gumandarîya wan a der heqê qudreta Allah (ac) de qethîyen ne mijara axaftinê ye.)

Tefsîr

Çavkaniyekê hilbijêre da ku tefsîrê bibînî

Ji bo dîtina tefsîrê yek ji çavkaniyên jorîn hilbijêre.